TJA dê ji bo azadiya Abdullah Ocalan bimeşe

TJA'yê bi daxuyaniyek diyar kir ku dê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ber bi Gemlîkê ve meşek were lidarxistin û wiha hat gotin: "Di vê dema ku em nêzî aştiyê bûne de, werin em hêviyê mezin bikin.”

Navenda Nûçeyan – TJA'yê bi daxuyaniyek diyar kir ku dê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ber bi Gemlîkê ve di 19'ê Nêsanê de bimeşin. TJA’yê li ser hesabên xwe yê medyaya dîjîtal der barê meşa ku ew ê li dar bixin de daxuyanî weşand.

Di daxuyaniya TJA’yê de wiha hat gotin: "Di vê serdema ku em herî zêde hewceyê aştiyê ne, werin em hêviyê mezin bikin û azadiyê bi hev re bihonin. Werin em bi hemû reng, gotin û têkoşîna xwe li Gemlîkê bimeşin."

Berdewamiya daxuyaniyê wiha ye:

"Ruhê demê, deriyên azadiya jinê û aştiya civakî vedike. Em bi dirûşma “Dema jinê, dema azadiyê ye”derketin rê; li dijî pergala mêrsalar ku ked, beden û jiyanê tune dihesibîne, em berê xwe careke din didin aştiyê. Ji ber ku aştî; ne tenê bidawîkirina şer e her wiha avakirina jiyana wekhev, azad û demokratîk e ku azadiya jinan esas digre.

Îro em dizanin derbasbûna qeyran û şerên li Rojhilata Navîn, vekirina riyên çareseriya demokratîk, bi misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelan birêz Abdullah Ocalan pêkan e. azadiya fîzîkî ya birêz Abdullah Ocalan, ne tenê ji bo kesekî ye; ji bo hêviya aştiyê ya gelan û avakirina civaka demokratîk asteke jiyanî ye.

‘Aştiya ku azadiya jinê esas negire, ne mayînde ye’

Weke jin, em bi tecrubeya xwe ya dîrokî dibêjin: Aştiya ku azadiya jinê esas negire, ne mayînde ye.

Ji ber vê yekê têkoşîna me; ji bo civakeke demokratîk e, hemû nasname, bawerî û çand tên naskirin û jin tê de kirde ne.

Li vê erdnîgariya ku êşên mezin hatine kişandin; niha dema dewrgirtina mîrasa berxwedanê û civakîkirina aştiyê ye. Werin em li dijî wêraniya şer jiyanê, li dijî zextê azadiyê, heqîqetê bi hev re biparêzin.

‘Em hêviyê mezin bikin û azadiyê bi hev re bihûnin’

Ji vir bangewaziya me ji bo hemû saziyên jinan ên li Tirkiyeyê, femînîstan û tevgerên jinan e: Ev têkoşîn ne tenê ya beşekê ye; têkoşîna hevpar a hemû jinên ku alîgirên jiyana wekhev û azad in. Bi cudahiyên xwe ve em mil bidin milên hev, gotina xwe bikin yek û bi berxwedaneke hevpar, em dikarin aştiyê bi hev re ava bikin.

Ji bo bilindkirina dengê aştiyê li dijî şer û ji bo rakirina astengiyên li pêşiya azadiyê. Em bang li hemû jinan dikin ku di 19'ê Nîsanê de di meşa ber bi Gemlîkê de em bi hev re bimeşin.

Werin, em di vê hevdîtina dîrokî de milê xwe bidin milên hev. Di vê serdemê de ku herî zêde pêdiviya me bi aştiyê heye, em hêviyê mezin bikin û azadiyê bi hev re bihûnin.

Bi hemû rengên xwe, bi gotin û têkoşîna xwe, em li Gemlîkê werin ba hev.

Ji bo aştî û azadiyê, em bibin yek!"