Rewşa tenduristiya Nêrgiz Mihemedî her ku diçe xirabtir dibe
Weqfa Nêrgiz, diyar kir ku tevî pirsgirêkên giran ê tenduristiyê Nêrgis Mihemedî nayê tedawîkirin û rewşa wê gelek krîtîk bûye. Rapor balê dikşîne ser binpêkirinên li girtîgehê û xeteriya ewlehiyê.
Navenda Nûçeyan – Li Îranê binpêkirinên mafê mirovan û rewşa girtiyên siyasî, di rojeva raya gitşî ya navneteweyî deye. Geşedanên dawî derbarê şertên tenduristiyê yên Parêzvan Mafê Mirovan û Xwediya Xeleta Nobelê ya Aştiyê Nêrgiz Mihemedî û şertên girtîgehê de fikaran zêde dike. Rapora dawî ya ji aliyê Weqfa Nêrgiz ve hatî weşandin, ne tenê krîza kesî ya tenduristiyê, di heman demê de îşaret bi pêkanînên girtîgehê, pêvajoyên edlî û pirsgirêkên pergalî yên mijara xwegihandina mafê bingehîn dike.
Li gorî rapora Weqfa Nêrgiz, di hevdîtina dawî ya malbatê bi Nêrgiz Mihemedî re di navbera 29’ê Adar û 11’ê Nîsanê de dibin çavdêriya rayedarên girtîgehê hatî kirin de, hate dîtin ku rewşa wê ya tenduristiyê gelek xirab bûye.
Li gorî agahiyên ku Hamid Riza Mihemedî ragiyandiye, malbatê di hevdîtina 11’ê Nîsanê de ferq kir ku Nêrgiz Mihemedî bi awayek cidî bê hal bûye û gelek kîlo winda kiriye û her wiha Nêrgiz Mihemedî li qawîşa ku girtiyên ji sûcên kuştinê tên girtin de tê ragirtin û ji aliyê van girtiyan ve bi caran rastî gefa mirinê hatiye.”
Dibe ku krîza dil disa dubare bibe
Di raporê de hate îfadekirin, Nêrgiz Mihemedî ku ev demek dirêje êşa giran a sing dijî, di 24’ê Adara 2026’an de krîza dil derbas kir û di qawîşa girtîgaha Zencanê de zêdeyî saetek û 15 deqe ser hişê xwe çûyî maye. Ev rewş derbarê rewşa wê ya tenduristiyê de rê li ber fikarên cidî vekir. Li gorî agahiyên birayê Nêrgiz Mihemedî, piştî vê bûyerê di 30’ê Adarê de li Zencanê sewqî pisporê kardiyolojiyê kirine. Bijîşkê mijara xebetê, diyar kir ku dibe ku dermanên ku bijîşkê pratîsyen ê girtîgehê dane, rê li ber krîza dil veke û bêyî nêrîna bijîşkê bi ewle yê li nexweşxaneya Pers a Tahranê, destpêkirina tedawiyek nû, an jî domandina tedawiya heyî red kiriye. Her wiha metirsiya dubarebûna krîza dil balê dikşîne.
Xwegihandina xizmetên tenduristiyê nîne
Di raporê de hate îfadekirin ku tevî van hemû geşedanan, Midurê Îstixbarata Zencanê girtina berpirsyartiyê red kiriye, Midurê Îstixbarata Tahranê, bersivek nedaye. Hamid Riza Mihemedî îfade kir ku serlêdana ku li Miduryeta Îstixbarata Meşhedê kiriye, rastî ‘gefa binçavkirinê’ hatiye. Tevî hevdîtinên li gel heyeta tiba edlî û alîkarê Serdozger, Nêrgis Mihemedî hê ji xwegihandina tedawiya tibî bê par, li girtîgehê tê ragirtin.
Daxwazên parêzeran li ber çavan nayê girtin
Weqfa Nêrgiz, bal kişand ser pirsgirêkên din ên tenduristiyê yê Nêrgiz Mihemedî û da zanîn ku Nêrgiz Mihemedî, ser êş, lihevketina mîde, cot dîtin û windabûna dîtinê dijî. Hate îfadekirin ku ev nîşane, piştî ku di 12’ê Kanûna 2025’an de li Meşhedê hatî binçavkirin, di encama derbaya ji ser û milê xwe girtî û tundiya rastî hatî de destpê kiriye. Ji ber demboriya wê ya nexweşiya dil û stent, di tevgerên tansiyona wê de xeteriyek cûda ava dike. Li gorî raporê, parêzeran di hevdîtina ku di 3’ê Adara 2026’an de li Serdozgeriya Zencanê kirin de sê daxwazên wek, berdana bi kefalet, lezgîn neqilkirina Tahranê û demildest sewqî nexweşxaneyê bê kirin, kirin. Lê belê Serdozgeriya Zencanê, diyar kir ku divê dosyayê de biryar ne di destê wan deye û erk di destê dozgeriya Meşhed û Tahranê deye.
Tekane girtiya siyasî ya di girtîgehê deye
Di raporê de hate destnîşankirin ku piştî li navenda binçavkirina Wezareta Îstixbarata Meşhedê ser hişê xwe çû, di 5’ê Sibata 2026’an de li nexweşxaneya Rizavî hatiye muayenekirin û divê lezgîn anjiyografî bê kirin. Tevî vê jî di 9’ê Sibatê de bêyî agahî bidin malbat û parêzerên Nêrgis Mihemedî sewqî girtîgeha Zencanê kirine.
Weqfa Nêrgiz bi bîr xist ku Nêrgiz Mihemedî di navbera 2012-2019’an de sewqî heman girtîgehê hatiye kirin, her wiha li girtîgeha Zencan ku xwedî kapasiteya 2 hezar û 500 girtiye, qawîşek cûda ya girtiyên siyasî tineye. Li gorî vê Nêrgiz Mihemedî wek yekane girtiya siyasî, li gel girtiyên ku bi sûcên giran hatin mehkûmkirin dimîne. Hate diyarkirin ku ev rewş qadek a bi xeter û bê ewle ava kiriye û ew hertim rastî gef û zextan tê.
Jiyana wê di xeteriyê deye
Her dawî di raporê de, li girtîgehê Îranê rêgeza cûdakirina sûcan hate rexnekirin û hate îfadekirin ku ev yek zextên li ser girtiyên siyasî zêde kiriye. Weqfa Nêrgiz hişyarî da ku domandina şertên heye, jiyana Nêrgiz Mihemedî bi awayek cidî dixwe metirsiyê û dibe ku ev vegere felaketek a mirovî. Her wiha bang li civaka navneteweyî hate kirin ku ji bo berdana Nêrgiz Mihemedî û girtiyên din ên siyasî, divê gavên lezgîn û bibandor biavêjin.