Di êrîşa dibistana Mereşê de hejmara miriyan derket 9’an

Îro danê êvarî li navenda bajarê Mereşê li dijî dibistanek navîn êrişeke çekdarî pêkhatibû. Di encamê wê êrişê de hejmara kesên jiyana xwe ji dest dana gihiştiye 9’an.

Navenda Nûçeyan – Li navenda bajarê Mereşê li dijî dibistanek navîn êrîşeke çekdarî pêk hat. Piştî êrîşê gelek ambulans şandin dibistanê û hat ragihandin ku mirî û birîndar hene. Lêpirsîna bûyerê dest pê kiriye.

Wezîrê Karên Hundir Mustafa Çiftçi ragihand ku hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane gihîştiye 9 an.