Gulistan Mihemed: Jin mexdûrên serdema dîjîtal in pêwistî bi xweparastinê heye

Bi serdema dîjîtal re, jin bi gelek awayan rastî êrîşan tên û dibin hedef. Berpirsa Ofîsa Mafên Mirovan a Helebceyê Gulistan Mihemed got ku divê jin hişyar bin û xwe biparêzin.

MÎHRÎBAN SELAM

Helebce – Zihniyeta ku jinan dike hedef her dem hebûna xwe domandiye û her carê li gorî demê bi rê û rêbazên din jin kiriye hedef. Di roja me ya îro de her çendî qada dîjîtal pêşketî be jî zihniyeta li dijî jinan bi awayên cuda hebûna xwe domandiye û jin bi riya dîjîtal hedef girtiye. Binpêkirinên dîjîtal îro wek siya mirovan her dem li pey mirov e. Ji ber wê hişyarî û bikaranîna rast girîng e. Ji ber ku bi riya wê binpêkirin zêde dibin û pêwistî bi hişyarî û xweparastinê heye.

‘Ji ber nebûna zagonan civak mexdûr dibin’

Berpirsa Ofîsa Mafên Mirovan a Helebceyê Gulistan Mihemed têkildarî xweparastina li dijî binpêkirinên dijîtal ji ajansa me re axivî û got: “Binpêkirinên dijîtal, li hemberî kes, an kesayetên siyasî, yan civakî, tên pêkanîne. Di roja me de cîhan bi lez dîjîtal dibe û gelek qadên jiyanê bûne dîjîtal. Mînak, mûçeyê me bûye dîjîtal, karkirin bi heman awayî, ger û karkirin jî bûye dîjîtal û ev rewş rê li ber wê yekê vekir ku em ji modelên klasîk derbikevin û jiyan asan kiriye. Lê belê mixabin ji ber ku şiyarî tune ye û nebûna zagonan, em nikarin bi asanî ji van pêşketinan sûdê bigrin û ji ber nebûna zagonan civak bi giştî dibe mexdûr.”

‘Jin mexdûrên serdema dîjîtal in’

Gulistan Mihemed da zanîn ku bi pêşketina teknolojiyê re jin ji her cureyê tundiyê bêhtir bi bandor bûne û got: “Di dema dîjîtal de jî jin dibin hedef. Jin bi rêbazên cuda tên hedefgirtin û rastî heqaretan tên. Gelek kom û malperên sexte bi navê derfetên kar, hene, dema serdana van cihan dikin dibînin cih nîn e û sexte ne. Her wiha zarok hedefên din ên vê rewşê ne. Kesayetên siyasî jî rastî tundiya heckkirina hejmara banqeyê tên. Bi taybetî jinên ku dixwazin di qada siyesetê de cih bigrin, dibin hedefa medyaya dîjîtal.”

‘Zagonên me yên ku jin û zarokan biparêzin tunene’

Gulistan Mihemed destnîşan kir ku divê hikûmet zagon derbixe, xebatên hişyariyê bi hêz bike û got: “Ma zagonên xirab bikaranîna amûrên pêwendiyê hene? Belê ev zagon di sala 2008’an dema ku tenê telefonên asayî hebûn, hat derxistin lê belê niha ev qada dîjîtal gelek berfireh bûye lê heta niha jî zagonek nîn e.  Mînak ger jinek rojnamevan rastî tundiya dijîtal were yan jî zarokek an jî jinek rast were, zagoneke ku wan biparêze nîn e. Divê zagonên tundiyê û binpêkirinan werin bicihanîn. Divê li parlamentoyê zagon werin derxistin an jî zagona sala 2008’an were guhertin. Divê welatî der barê bikaranîna medyaya dîjîtal de werin hişyarkirin. Niha gelek şîrket bi daxwaza li dijî hackirina hesabên xwe, agahiyên hesabên bikaranîna dixwazin. Ev jî gelek deman rê li ber pirsgirêkên nû vedikin. Ji ber malperên medyaya dîjîtal hemû bê fîltre ne hemû kes van platforman bi asanî bi kar tînin. Li hemberî vê pêwistiya me hemûyan bi xweparastinê heye.”

‘Çareserî pêwist e’

Gulistan Mihemed di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Divê rêxistin û rêveberî di vê mijarê de her dem bixebitin, da ku ev bûyer dubare nebin. Li Helebceyê heta niha li asayîşê yekîneyek taybet ku bi pirsgirêkên dîjîtal re eleqedar dibe heye, ji bo pirsgirêkên welatiyan çareser bike dixebitin.”