Tevî lihevkirina 29’ê Çileyê hê jî endamên Partiya Çep taxên xwe diparêzin
Endamên Partiya Çep a Kurd li Sûriyeyê ku ji ber êrîşên çeteyên cîhadîst yên HTŞ’ê li ser Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beşdarî seferberiyê bûne gotin: “Îro ne roja partîbûyînê ye roja parastina ax û nasnameya me ya kurdewarî ye.” SORGU
SORGUL ŞÊXO
Til Temir – Tevî ku di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û HTŞ’ê de lihevkirina 29’ê Çileyê heye, hê li ser cîbicîkirina bendên wê xebat tên kirin. Lê belê heta niha gel li taxan e, nobedariya şevê digre û ji bo ewlehiya taxê jin û mêran peywira parastinê dewr girtine.
Partiya Çep a Kurd a Sûriyeyê jî beşdarî banga seferberiyê bûbû. Zêdetirî heyvek endamên wê li taxên xwe yên bajarê Til Temirê yê Kantona Cizîrê, çek hilgirtin û ji bo parastina gel, bi jin û kesên bi temen heta zarok û ciwanan, bi baldarî erkên xwe yên exlaqî û dîrokî bicih tînin.
Îro her kes ji fermandaran heta endezyar û parêzeran û partiyên siyasî yên Kurdî beşdarî seferberiyê bûne. Tevî lihevkirina 29’ê Çileyê seferberî bidawî nebûye û her kes li ser piyan e.
‘Îro ne roja partiyan e roja kurdbûyîn û li dora Rojava bûyîna xelek e’
Esma Eyo a 55 salî got ku çeka xwe li gorî pêwistiyên demê digre, bikar tîne û wiha domand: “Serkeftin di yekîtiya gelê Kurd de ye. Îro ne roja partiyan e, roja ku em Kurd li dora Rojava bibin xelek û wê ji gur û hovan biparêzin e.”
Esma Eyo da xuyakirin ku jin heta demijmêr 01:00 ango 7 demijmêran piştre jî xort û mêr heta berbangê nobetê dewr digrin û parastina taxê dikin. Esma Eyo bi berdewamî got ku ew bêwestan ji mehek zêdetir e parastina rûmeta jinan û gelê xwe dike
Tevî lihevkirina 29’ê Çileyê parastin didome
Esma balkişand ser lihevkirina 29’ê Çileyê di navbera QSD’ê û HTŞ’ê de û got ku heta niha bi awayekî giştî bendên lihevkirinê pêk nehatine, ji lewra îro ew parastina taxên xwe didomînin.
Esma tevgera şaneyên razayî yên çeteyên DAIŞ’ê û kesên tevliheviyan dikin bi bîr xist û got ku ew ji bo ewlehiyeke domdar pêk were, amade ne bi mehan û salan parastinê bikin û li ser piyan bimînin.
‘Şer min hîn kir ku jinek im nabe bê tifing azad bijîm’
Nûr Şêx Elî jî berpirsa komîteya ciwanên Partiya Çep e, bi vê ciwantiya xwe li ber sermayê ba û baranê jî parastinê dike. Nûr dibêje: “Êrîşên li ser bajarên me bûn sedem ku em destpêkê fêrî klaşînkovê bibin û di rojek wek îro de derkevin parastina taxên xwe bikin. Min di şer de girîngiya parastina xwe dît û ji nêz ve hîs kir. Ji lewre erk bû ku ez bikaranîna çekê fêr bibim.”
Xemsarî di rewşên awarte de xeterî ye
Nûr Şêx Elî bang li ciwanan kir ku ger îro ew xwe neparêzin wê sibe têk biçin, ji ber wê xemsariyê di vê rewşa ku hê lihevkirin tam pêk nehatiye de, xeter dibîne û got: “Divê her kes bi çek be û li kolanên xwe çavvekirî be. Wekî Rêber Apo dibêje: “Şoreş şoreşa ciwanan e, me bi ciwanî destpê kir em ê bi ciwanî jî biserkevin.”
‘Çete û cîhadîst hêz û hevsengiya xwe li hemberî şerkeriya jinên Kurd winda dikin’
Nûr Şêx Elî bal kişand sr sûcên şer ên çeteyên cîhadîst ên HTŞ’ê li dijî jinên Kurd û şervanên YPJ’ê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin kirine û wiha pêl da gotinên xwe: “Çete li hemberî jinên Kurd ên şerker hêza xwe winda dikin. Ji ber wê ewqas bi hovîtî êrîşê jinan dikin lê ev jî têr nake piştî ku şehîd dixin jî îşkence li cenazeyan dikin.”
Ji rêxistinên hiqûqî re banga jinek Kurd
Nûr Şêx Elî bang li hêz û rêxistinên navneteweyî yên mirovî û hiqûqî kir ku êrîşên li ser jinên Kurd rawestînin, kujer û kesên sûc kirine di demek nêz de ceza bikin.