Rejîma Îranê 3 xebatkarên tenduristiyê binçav kir

Bijîşka Nexweşxaneya Seyîd el-Şuheda ya li Îsfahanê Şîda Riyahî Çelvanî, Pispora odeya emeliyatê ya li Nexweşxaneya Atiye ya li Tehranê Fatîma Afşarî û teknîsyenê odeya emeliyatê ya li Tankabunê Mihemed Reza Abdullahpour hatin binçavkirin.

Navenda Nûçeyan – Li gorî raporên hatine weşandin, hêzên ewlehiyê yên Îranê di rojên dawî de sê xebatkarên tenduristiyê li bajarên cuda binçav kir. Sedemên binçavkirinan bi fermî nehatin ragihandin û der barê cihê girtin, sûcdariyên li dijî wan an jî rewşa wan de agahiyek zelal nîne.

Tevî ku rayedarên Îranê binçavkirinan înkar dikin jî, Sekreterê Giştî ya Komeleya Hemşîreyan, piştrast kir ku gelek hemşîre û xebatkarên tenduristiyê ji ber alîkariya birîndaran a di dema xwepêşandanan de hatine binçavkirin.