Hîlala Zêrîn qetilkirina hunermend Diyala El-Wadî şermezar kir

Tevgera Çandê ya Jinên Hîlala Zêrîn, kuştina hunermend Diyala El-Wadî bi daxuyaniyek çapemeniyê şermezar kir.

Qamişlo – Tevgera Çandê ya Jinên Hîlala Zêrîn, der barê kuştina hunermend Diyala El-Wadî de daxuyaniyek çapemeniyê da.

 Daxuyanî li ber navenda Hîlala Zêrîn a Çand û Hunerê ya jin, li bajarê Qamişloyê bi tevlîbuna sazî û rêxistinên jinan hat dayîn.

Di daxuyaniya ku ji aliyê endama Hîlala Zêrîn Dilva Zoro ve hat xwendin de wiha hat gotin.

Piştî hilweşandina rejîma Baasê ya desthilatdar hêviya gelê Sûriyeyê, ew bû ku jiyana bi ewle û aram bijî. Çi Elewî çi Durzî yan Kurd û ji neteweyên cuda yên Sûriyeyê hemû kes hemû pêkhate bûn hedefa komên çete. Dengê muzîkê qedexe dikin perdeyê şanoyê diçirînin dîmenên fîlman li hola sînemayan dişewitînin di bin navên cur bi cur de.

Li Suweydayê jin bi komkujiyan re rûbirû ne

Rengê jinan tê reşkirin. Jin bi hemû şêwazan tên perçiqandin û îşkencekirin di bin navê ol an jî neteweyê de tên hedefgirtin. Çi zarok, çi jinên ciwan, çi jî dayik û hunermend, jinên li peravên Sûriyeyê tên kuştin rastî tecawizê tên. Niha li Suweydayê jî jin bi komkujiyan re rû bi rû ne. Li seranserê Sûriyeyê bi rengekî hovan tên kuştin. Ev kiryarên hov ên dijî jinên Sûriyeyê tên kirin bi armanca birandina dengê wan e. Ev sûcên desthilatdariya Şamê sûcên li dijî mirovahiyê ne, li dijî gerdûn û jiyanê ne.

Em weke Tevgera Hîlala Zêrîn a çand û hunera jin van kiryarên li dijî jinan şermezar dikin û weke jinên xwedî erkên dîrokî û çandî sûcên li ser hunermendên jin; Diyala El Wadî – Gîna Hîlan û bi hezaran jinên hunermend,  bi tundî şermezar dikin. Em di vî warî de Rêveberiya Sûriyeyê ya demkî sûcdar dibînin. Ji ber rola xwe ji bo aramî û ewlehiyê nalîze û hesab ji kujeran naxwaze, kujerên ku hêza xwe jê girtine, li ser gelan komkujiyan ferz dikin.

Careke din em weke Tevgera Hîlala Zêrîn a çand û hunera jinê bêdengiya Rêveberiya Sûriyê ya demkî ku tê wateya hevparbûna wan ji van sûcan, şermezar dikin û her wiha bêdengiya mafên mirovan û saziyên girêdayî demokrasî û azadiyê û saziyên navdewletî şermezar dikin. Banga me ji hemû saziyên jinan re ew e ku rola xwe di vî warî de bilîzin û ji bo Sûriyeya bi ewle û wekhev Sûriyeya ne navendî û demokratîk pêk bînin. Ji bo li Sûriyeyê dengê hunerê bilindtir bibe divê em bi hev re ji bo yekîtiya jinan û jiyana azad tevbigerin

Daxuyanî bi dirûşma “Jin Jiyan Azadî” bi dawî bû.