Tevgera Ciwanên Xwendekar a Komînalîst hat avakirin

Di Konferansa Xwendekarên Komînalîst a bi beşdariya xwendekarên ji gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê hate lidarxistin de, damezrandina Tevgera Ciwanên Xwendekar ên Komînalîst (KOGEH) hate ragihandin.

Amed – Li Amedê bi beşdariya xwendekarên ji bajarên cuda yên Kurdistan û Tirkiyeyê bi dirûşmeya "Bi kampusên komunbûyî re dema xwerêxistinê ye" li Navenda Kongreyê ya ÇandAmedê Konferansa Xwendekarên Komînalîst hate lidarxistin. Di konferansê de peyama ku ciwan dikarin bi baş nirxandina Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk gaveke dîrokî bavêjin hat dayîn.

Di konferansê de endamên meclîsa tevgerê hatin hilbijartin. Piştî van hilbijartinan damezrandina Tevgera Ciwanên Xwendekar ên Komînalîst (KOGEH) hate ragihandin. Di konferansê de logoya tevgerê ya bi rengên sor û reş bi sembola stêrkê, li ser ekranê hate nîşandan.