Tevgera Alîkarî ya Jinên Efgan: Rêziknameya Talîbanê fermîkirina cûdakariya sîstematîk e
Tevgera Alîkarî ya Jinên Efganistanê, diyar kir ku rêziknameya Talîbanê binpêkirinek eşkere ya edalet, wekhevî û rûmeta mirovan e û daxwaza betalkirina bendên cudakar û nirxandinek serbixwe û bêalî ya li ser bingeha edalet û wekheviyê kir.
Navenda Nûçeyan- Hûrgiliyên "Rêziknameya Cezayê" ya aydê dadgehên Talîbanê û îmzekirina vê ya ji aliyê liderê komê Mela Hibatullah Akhundzada ve, ji bo bicîhanînê şandina ji saziyên dadwerî û parêzgehên welat re, rastî bertekan hat. Gelek aktîvîst û komên mafên mirovan û mafên jinan li hember zêdekirina vê belgeyê ya zextên bi fermî û qanûnî ya li ser mafên mirovan û bi taybetî mafên jinan, kêmneteweyên olî û azadiyên bingehîn ên welatiyan, bertek nîşan dan.
Piştî bertekan, Tevgera Alîkarî ya Jinên Efganîstanê, daxuyaniyek weşand û belge wekî "ne rewa, zextkar, cudakar û li dijî mafên mirovan" bi nav kir. Tevgerê diyar kir ku belge bi awayekî cidî bi prensîbên bingehîn ên edaleta Îslamî, rûmeta mirovan, erkên navneteweyî yên mafên mirovan û standarda darizandinek adil re nakok e.
‘Ev rêzikname binpêkirinek eşkere ya edalet, wekhevî û rûmeta mirovan e’
Endamên vê tevgerê, di daxuyaniya xwe de destnîşan kirin ku qanûna cezayî ya Talîbanê cudakariya sîstematîk a li dijî jin û keçan fermî dike. Tevgerê, vê rêziknameyê mîna binpêkirinek eşkere ya edalet, wekhevî û rûmeta mirovan pênase kir û got: “Em daxwaz dikin ku tavilê bendên cudakar bên betalkirin û nirxandinek serbixwe û bêalî ya li ser bingeha edalet û wekheviyê bê kirin.”
Di daxuyaniyê de bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan hate kirin ku li hember vê niheqî û cudakariya avahîsaziyê bêdeng nemînin û di mijara parastina rûmet mirovahî û edaleta jinên Efganistanê de berpirsyariyên xwe yên pratîkî û lezgîn bicîh bînin.