Hêlîn Umît: Divê hêzên demokrasî yên li Tirkiyeyê bikevin tevgerê
Endama Tevgera Apoyî Hêlîn Umît anî ziman ku ew komîsyona li meclîsê hatiye avakirin ji bo pêvajoyê weke pîvanekê dibînin û got, komîsyonek ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan muxatab nebîne, pê re hevdîtinê neke nikare cidî be.

Navenda Nûçeyan – Hêlîn Umît ji Medya Haber TV re axivî û têkildarî meseleya çareseriya pirsgirêka Kurd, nîqaşên rojane ayên siyaseta Tirkiyeyê daxuyaniyên girîng da. Nirxandina Hêlîn Umît bi vî rengî ye:
Komploya 9’ê Cotmehê
“Berî her tiştî, ez Rêber Apo ku Girava Îmraliyê ya ku dihate xwestin ji bo gelê Kurd bibe navendeke qirkirin û tunekirinê, di rastiya îro de veguherandiye giraveke civaka demokratîk û aştiyê, ango girava hêviyê, bi hezkirin û bêrîkirinê silav dikim.
Bi giştî li Tirkiyeyê hişmendiya dîrokê gelekî lawaz e. Ji ber ku hişmendiya dîrokê lawaz e, têkoşîna demokrasî û azadiyê jî bi tu awayî bi ser nakeve. Di vê yekê de zilma îdeolojîk a serdestên li Tirkiyeyê, wê aqilê siyasî û nêzîkatiya li Tirkiyeyê gelekî diyarker e. Ji ber wê jî xwendinên dîrokê ber bi encamên rast ve nabin.
Ez vê yekê ji bo giştî Tirkiyeyê dibêjim, lê ji bo civaka Kurdistanê ne wisa ye. Rastiya 9'ê Cotmehê di nav têkoşîna civaka Kurd de xwedî cihekî gelekî girîng e.
Bi rastî, têkoşîna li dijî pêşketina 9'ê Cotmehê bi Komploya Navneteweyî re û belavbûna vê li ser pêvajoyeke 27 salan, di nav civaka Kurd de hişmendiyeke gelekî girîng derxist holê. Eger em îro civaka Kurd wek diyardeyeke sosyolojîk, dîrokî û civakî binirxînin, em nikarin wê ji têkoşîna ku bi Komploya Navneteweyî re hatiye meşandin û hişmendiya ku wê derxistiye holê, qut bigirin dest. Di wî warî de ez hişmendiya ku têkoşîna li dijî Komploya Navneteweyî pêş xistiye, gelekî girîng dibînim.
Me bi salan e 9'ê Cotmehê di her firsendê de, di her salvegerê de nirxand. Şert û mercên ku ev komplo amade kirin, pêş xistin çi bûn? Çi hat hedefgirtin? Ev bi berfirehî hatin nirxandin. Lê ez dikarim vê bibêjim. Dubare û dubare destgirtina vê komployê di ronahiya geşedanên rojane de bêguman pêwîst e. Ji ber ku dîrok, ne tenê komek bûyerên qewimî, çêbûyî û bi dawî bûyî ye. Dîrok di nav xwe de xwedî yekparebûneke diyalektîk e û îroya me şert û merc dike, îroya me derdixe holê. Di wî warî de nîqaşkirin, fêmkirin û watedarkirina Komploya Navneteweyî ya 9'ê Cotmehê pêwîst e. Mijara bernameyê niha ev nîne, lê ez dixwazim di vê çarçoveyê de balê bikşînim ser çend xalan.
‘9'ê Cotmehê di ronahiya geşedanên aktûel de digirin dest’
Berî her tiştî, ez şehîdên me yên mezin ku bi çalakiyên ‘Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin’ li dijî êrîşên Komploya Navneteweyî xeta çalakiya fedayî afirandin, di pêvajoya Komploya 9'ê Cotmeha 1998'an û piştre heta 15'ê Sibatê, bi rêz û minet bi bîr tînim.
Dema ku em Komploya Navneteweyî ya 9'ê Cotmehê di ronahiya geşedanên aktûel de digirin dest, xala herî girîng a ku divê em ji bîr nekin, pêvajoya ku ev komplo tê de pêk hatiye ye. Eger mirov baş lê binêre, komploya ku di 9'ê Cotmeha 1998'an de kete dewrê, di dawiya sedsalekê û destpêka sedsaleke din de pêk hat. Yanî sala dawî ya sedsala 20'an, destpêka sedsala 21'an e. Dema em ji geşedanên îro dinêrin, em vê dibînin: Wekî qonaxeke girîng a êrîşa kapîtalîzmê ya li ser Rojhilata Navîn hatiye plankirin. Divê ev yek ji aliyê herkesî ve baş were fêmkirin û neyê jibîrkirin.
Çima ez vê dibêjim? Me gelek caran destnîşan kir. Me gelek caran anî ziman ku armanca bingehîn a komployê pêşxistina şerekî Kurd-Tirk ê ku dê bi sedsalan bidome bû, li ser bingeha vî şerî dihate xwestin ku hem planên hegemonîk li Rojhilata Navîn bikevin dewrê, hem jî bi gotina wê demê, parçeyek ji projeya Mezin a Rojhilata Navîn bû. Lê geşedanên rojane ên ku em tê de ne, vê yekê bi awayekî gelekî balkêş derdixin holê.
Serokwezîrê wê demê Ecevît wê çaxê gotibû, "Me fêm nekir çima Ocalan dan me." Ev jî bû aliyekî ku pêwîstî bi fêmkirinê, pêwîstî bi nîqaşê hebû. Yanî bifikirin, fîgurek wek serokwezîrê wê demê ku di dilê siyasetê de cih digirt, derbarê bûyereke ku di bin rêveberiya wî de pêş ketibû de, nirxandineke wiha dike.
Rêbertiya me, di van 27 salên borî de dema ku ev Komploya Navneteweyî şîrove dikir, her tim bal kişand ser vê yekê. Got ku, "Ev Komployeke Navneteweyî ye. Hêza rêvebir a vê komployê DYA, Îngiltere û Îsraîl e. Rola Tirkiyeyê di vê de gardiyanî ye. Ev gardiyanî hîn jî didome. Hîn jî sîstema qirkirinê ya Îmraliyê di vî warî de didome."
Pirsgirêka me ya îro ev e: Em hewl didin Komploya Navneteweyî pûç bikin. Ev 27 sal in Rêber Apo bi hewldaneke bêhempa fedakariyên gelek mezin kirin da ku armancên vê komployê bi ser nekevin. Yanî, ji bo ku şerê dîrokî yê Tirk-Kurd dernekeve xebitî. Li şûna vê, hewl da stratejiyeke ku Tirkiyeyê li ser bingeha komara demokratîk nûjen bike û li ser bingeha aştiya Kurd-Tirk gelên herêmê xurt bike, bixe meriyetê. Lê hîn jî li hemberî vê berxwedaneke gelek mezin heye, li pêşiya wê astengî hene.
Astengiya herî mezin a li pêşiya vê, sîstema qirkirinê ya Îmraliyê ye. Astengiya herî mezin a li pêşiya vê, armancên wan hêzan e ku dixwazin bi mehkûmkirina Rêber Apo li Îmraliyê planên xwe yên hegemonîk li herêmê pêk bînin. Niha dema ku di vê çarçoveyê de tê nihêrîn, xwestina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, xwestina azadiya Tirkiyeyê ye. Xwestina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, tê wateya xwestina bihêzbûna gelên herêmê li hemberî êrîşên kapîtalîzma ya cihana rojava. Divê ev yek wiha were fêmkirin û nirxandin.
Di vê mijarê de nêzîkatiyên gelekî teng hene. Di çarçoveya qaşo neteweperestî û bi welatparêziya Tirkiyeyê de nêzîkatiyeke wiha pêş dikeve: “Bila li Tirkiyeyê aştî çêbibe, lê em bi Rêber Apo re hevdîtinê nakin, bi Rêber Apo re nabe.”
Ev yek ne mimkûn e. Ji ber ku tişta ku mohra xwe li 27 salên dawî xistiye, rastiya Komploya Navneteweyî ye. Siyaseta Komploya Navneteweyî ya ku Tirkiyeyê di ser Îmraliyê re dixe bin kontrol û çavdêriyê ye. Eger Tirkiye îro dê ji zincîrên xwe rizgar bibe, divê berî her tiştî azadiya fîzîkî ya Rêber Apo were misogerkirin. Divê ev yek wiha were fêmkirin.
‘Çalakiyên hem tevgera ciwanan hem jî tevgera jinan, gelekî di cih de ne’
Dema ku em ji vê çarçoveyê dinêrin, çalakiyên ku hem tevgera ciwanan hem jî tevgera jinan kirin, bi rastî çalakiyên gelekî di cih de ne. Rast hatina vê yekê bi salvegera têkoşîna li dijî Komploya Navneteweyî re wateyeke cuda lê bar dike. Bi rastî li Amedê çalakiyeke bi heybet bû. Ji gelek deveran ciwan herikîn Amedê. Civak bi pêşengiya ciwanan meşiya. Civakê daxwazên xwe anîn ziman. Di wî warî de çalakiyên gelek bi wate û hêja bûn. Ez bi vê wesîleyê wan silav dikim. Ez dixwazim diyar bikim ku divê ev yek bidome.
Piştî van çalakiyan, hem meşa jinan a ber bi Meclîsê ve, hem jî piştî dirûşmeyên ku li Meclîsê avêtin, tavilê bertekên ku neteweperestî gur dikirin û digotin "Li Meclîsa Mezin a Neteweyî ya Tirkiyeyê çawa ev dirûşme tên avêtin" zêde hatin servîskirin. Niha jî piştî çalakiya ciwanan, Omer Çelîk tavilê derket; got "Provokasyon hene" filan. Divê mirov zêde guh nede vana.
Divê mirov wiha guh nede. Di çarçoveya pîvanên demokratîk de mafê rêxistinbûn û çalakiya demokratîk, wek şîrê dê mafekî helal e. Yanî eger pêvajoyek pêş bikeve, ev yek bi girtina devê gelan, jinan û ciwanan pêş nakeve. Bi bêdeng û aram mayîna wan pêş nakeve. Demokratîkbûna Tirkiyeyê yan jî xeta rêxistinbûn û çalakiya demokratîk tê wateya gihîştina hawîrdoreke ku herkes xwe tê de birêxistin dike û ramanên xwe bi azadî tîne ziman.
Divê herkes vê yekê baş bizanibe. Demokrasî zemîneke diyalogê ne, rejîmên diyalog û lihevkirinê ne. Yanî, fikirên cuda li hev diqelibin, derdikevin holê, tên hemberî hev, xwe birêxistin dikin. Di vê çarçoveyê de li Bakurê Kurdistanê, li Tirkiyeyê, li Ewropayê, Kurd li ku derê dijîn bila bijîn, divê xwe birêxistin bikin û berdewam bin li ser çalakiyan. Çalakiya ku jin û ciwan di vê çarçoveyê de ketine navê jî divê wiha were fêmkirin.
Divê tu kes netirse. Yanî ez heta radeyekê vê fêm dikim. Bi taybetî di nav civaka Kurd de hesasiyeteke wiha heye: Rêber Apo pêvajoyekê pêş dixe, divê tiştên ku em dikin piştgiriyê bidin vê pêvajoyê. Ji ber ku em girseyeke jin û ciwanan dibînin ku li pey Rêber Apo dimeşin, bi pêşengiya Rêber Apo dimeşin, em civakekê dibînin, em gelekî dibînin. Dikevin nava fikareke wiha: Gelo dê pêvajo xera bibe? Eger em çalakiyê bikin yan jî hest, raman û daxwazên xwe bînin ziman, dê bersiva wê çawa be? Ev nêzîkatiya hesas, hêviyê gelekî zêde dike. Qet hewce bi vê nîne. Eger ji ber ku azadiya fîzîkî ya Rêbertî, ya Rêber Apo tê xwestin dê pêvajo xera bibe, bila xera bibe.
Çima? Ji ber ku karakterê her pêvajoyê yan jî her diyardeyê heye. Rêber Apo jî dewletê jî her tim ev yek destnîşan kir. Hat gotin ku, ev pêvajo ne pêvajoyeke danûstandinê ye. Belê, ev pêvajo ne pêvajoyeke danûstandinê ye, lê karakterekî diyardeyê, yanî ontolojiyeke wê heye. Di Îslamiyetê de çi dibêjin? Fitrateke wê heye. Prensîbeke ku hebûnê bi hebûn dike heye. Yanî em bêjin cewherê vê pêvajoyê. Belê tişta ku divê cewherê wê di nav xwe de bihewîne, ev e. Ev parçeyek ji karakterê vê pêvajoyê ye. Divê hem gelê me wiha bibîne hem jî muhatabên me me wiha fêm bikin. Ev ne pêvajoyeke danûstandinê ye. Ev tiştekî 'bêyî wê nabe' ye. Divê wiha were fêmkirin. Li ser vî bingehî jî divê hem jin, bi taybetî jî ciwanên welatparêz, berdewam bikin li ser rêxistinbûn û çalakiyan.”
‘Li Tirkiyeyê siyasetek a cenewarbûnê heye’
Hêlîn Umît têkildarî azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev tişt got: “Baş e, gelo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo tenê ji bo gelê Kurd rewşeke bi wate ye? Mînak, li Tirkiyeyê gelek civak dijîn. Û vana jî ji ber nasnameyên xwe yan jî ji ber çînên civakî yên ku tê de ne, bi gelek pirsgirêkan re rû bi rû ne. Tirk di serê vana de tên. Çînên kedkar ên Tirkiyeyê hene, gundiyê wê heye, jina wê heye, ciwaniya wê heye. Ciwaniya wê ya bêkar heye, yê ku nikare bixwîne heye. Neteweya serdest, Tirkîtî ye, lê di nav neteweya serdest de gelek beş, kom, çînên bindest hene. Gelo ji bo vana tu wateya wê nîne? Gelo ji bo vana destkeftiyeke ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dê bîne, tune ye? Ev ê kengê tevlî pêvajoyê bibin? Ma ne hewce ye ku tevlî bibin? Ev mijareke gelek girîng e. Bi rastî mijareke ku divê em bi gelek aliyên wê nîqaş bikin.
Lê li Tirkiyeyê têgihiştin ewqasî xerabe û bi rê ve birî ne ku; dema mirov dibêje Rêber Apo, siyaseteke cinawirkirinê... Ev ne rewşeke nû ye, lê pirsgirêk li vir e. Ev yek bi israr tê domandin. Ji bo ku rastiya Rêber Apo rast were fêmkirin, divê berî her tiştî derdorên pêwendîdar ên li Tirkiyeyê yan jî dibe ku em bi xwe jî di vê mijarê de zêdetir bixebitin. Divê em rastiyên dîrokî rasttir derxin holê. Rastiya Rêber Apo çi ye? Rêber Apo kî ye? Têkoşîn û şerê Rêber Apo ji bo çi bûye? Belê, di şeklê xwe de rastiyeke Rêbertiyê heye ku ji bo hebûn û azadiya Kurd têkoşîn dike. Çima? Ji ber ku hebûn û azadiya Kurd, berî azadiyê jî hebûna wê ketiye bin tehdîdê. Yanî dema em li pêncî sal berê dinêrin, tiştek ji Kurdbûnê nemabû. Rastiyeke Rêbertiyê heye ku ew ji gorê derxist, rakir ser piyan, kir xwedî daxwaz, kir ku ji bo Kurdan têbikoşe. Lê ev rastiya rêbertiyê, rêberê Kurd e, lê di eslê xwe de rêbertiya azadiyê ye. Ji bo jinan rêbertiya azadiyê, ji bo karkeran, kedkaran, bindestan. Yanî ji bo yên ku di cihêbûna çînî de, di tebeqeya jêrîn de mane, rastiyeke ku zemîna jiyaneke bi rûmet û wekhev vedike.
Ji aliyê gelan ve jî ez dikarim wiha bibêjim. Nêzîkatiya netewe-dewletparêz a li Tirkiyeyê ji bo înkarkirina Kurdbûnê, hema bêje Tirkbûn jî înkar kir. Yanî rengên resen ên Tirkbûnê jî winda bûn. Mînak, em bêjin li Tirkiyeyê 50 gel dijîn. Eger tu ji van hemûyan re bêjî Tirk e, rengê Tirkbûnê jî namîne. Otantîkbûna wê, reseniya wê namîne. Ji ber wê jî bi rastî avakirina Tirkbûneke bêrêkûpêk jî li Tirkiyeyê rastiyek e. Ji bo ku ev hemû ji holê rabin, azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêwîst e. Ji ber ku heta ku polîtîkaya înkar, asîmîlasyon û qirkirinê ya li hemberî Rêber Apo û di şexsê Rêber Apo de li hemberî gelê Kurd bidome, dê li Tirkiyeyê gelan zext, zilm, bêedalettî û neheqî bibînin. Ew rastî dê rê li ber serhildana yê din, lêgerîna mafê wî, bûyîna wî bi xwe bigire.
Bala xwe bidinê; her tim rastiyeke Tirkiyeyê ya di bin gefê de heye. Di nav vê rastiyê de tu kes nikare dengê xwe derxe. Nikare mafê xwe yê herî hêsan, adetî biparêze. Roja duyemîn lê dizivirin dibêjin, tu terorîst î! Dizivirin dibêjin tu alîgirê filan tiştî yî. Tavilê tiştekî wiha yê alîgirkirinê heye.
Ji bo ku Tirkiye normal bibe, bibe welatekî demokratîkbûyî, aştiya xwe ya navxweyî pêk anîbe, piralî, pirrengî, dadweriya dahatê pêk anîbe, ji bo wê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo şert e. Ji ber ku ew, rêberê modernîteya demokratîk e.
Ji ber ku ne mijara me ye ez ê nekevim vê mijarê, lê ez pêşniyar dikim ku herkes li ser ka modernîteya demokratîk çi ye, lêkolînê bike. Modernîteya demokratîk çi be, Rêber Apo rêberê wê ye. Em behsa rêbertiyeke ku wek rêbertiya civakên, gelan, ekolojiyê, azadiya jinê ya ku ferqa xwe ji dewlet û desthilatdariyê datîne holê, teşe girtiye, dikin. Hemû beş dikarin di nav vê rastiyê de îfadeya xwe bibînin.”
‘Komîsyonê hê berfirehî, kûrahiya pirsgirêkê û cidiyeta bûyerê fêm nekiriye’
Hêlîn Umît têkildarî pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ axivî û wiha got: “Komploya Navneteweyî ya 9'ê Cotmehê di asta navneteweyî de pêş ket. Ev yek vê nîşanî me dide. Eger em îro li Tirkiyeyê behsa beşeke rantxwir dikin, bawer bin ku têkiliyên wan ên derve hene. Yanî hûn dikarin vê wekî rêzikekî bigirin dest. Ez naxwazim navan bidim. Ji ber ku ez difikirim ku dayîna navan dê wan bi qîmet bike, ez naxwazim bi dayîna navan rasterast îfade bikim. Yên ku îro bangawaziya şer dikin, heqaretê dikin, xwe li pişt têgeheke mesûm wek qaşo serxwebûna Tirkiyeyê vedişêrin, bi rastî dixwazin bi awayekî bi sermayeya cîhanî re têkelbûyî, Tirkiyeyê veguherînin welatekî şer. Dixwazin ji wir jî rantê bi dest bixin. Divê ev yek teqez wiha were fêmkirin. Pêwîst e mirov wiha bibîne, wiha pênase bike.
Em xebatên komîsyonê gelekî bi baldarî dişopînin, hewl didin fêm bikin. Heta niha jî komîsyon, erê, di çarçoveya planên xwe de hevdîtinên xwe dike. Li beşên civakî yên cuda guhdarî kirin. Lê eger hûn bi bîr bînin, ev pêşniyara komîsyonê; nêzîkatiyeke CHP'ê hebû ku bila komîsyon bê avakirin yan jî ev pirsgirêk di bin sîwana meclîsê de were destgirtin. Lê di eslê xwe de li ser daxwaz û xwestina Rêber Apo ket rojevê.
Armancek komîsyonê, civakîkirina pêvajoya civaka demokratîk û aştiyê bû. Lê armanca vê komîsyonê bi rastî çi bû? Çima hatin cem hev? Mînak, eger dê negihîje tu berbiçaviyekê, tu gavek neyê avêtin, tu bandora wê çênebe, rêxistineke civaka sivîl jî dikaribû van nîqaşan bimeşîne. Yanî, rêxistineke civaka sivîl dikaribû vê bigirta ser xwe. Dikaribû bi beşên civakî yên cuda re bihata cem hev û danûstandina helwestan bikira. Lê ev di bin sîwana meclîsê de ye. Bi rastî, qadeke ku nexşeya siyasî, îradeya siyasî ya li Tirkiyeyê tê de xuya dike.
Dema ku di vê çarçoveyê de tê nihêrîn, mirov dikare ji bo xebatên komîsyonê bi rehetî vê bibêje. Belavkirina li ser demê û mijûlkirin gelekî eşkere ye. Di vî warî de bûye mekanîzmayeke ku tê bikaranîn. Yanî, xwe dide bikaranîn. Navê wê Komîsyona Yekitî, Piştevanî û Xwişk-Biratiyê ya Neteweyî ye. Niha ji bo pêşketina vê yekitî, piştevanî û xwişk-biratiyê divê komîsyon çi bike? Rêber Apo, hema piştî Komploya Navneteweyî ev yek got. Bi rastî di lêgerînên xwe yên 92 û 97'an de jî heye. Got, "Yên ku şer dikin tenê dikarin aştiyê bikin". Yanî eger hûn ê aştiyekê çêbikin, hûn nikarin vê bi hêzên din re bikin; hûn dikarin bi muhatabên wê re bikin.
Niha em behsa rêbertiyeke ku hebûna Kurd di sedsala 21'an de derxistiye holê, ava kiriye, çêkiriye, kiriye xwedî daxwaz, îro veguherandiye diyardeyeke ku herkes dixwaze wekî îtîfaqeke stratejîk pê re têkiliyê pêş bixe, dikin. Ev rastiya Rêbertiyê dibêje; werin, em vê pirsgirêkê çareser bikin. Lê heta niha nêzîknebûna komîsyonê ji vê re, neyini ye li ber xwe dide. Ji ber ku em vê dizanin, ji ber vê yekê dibêjim. Hin endamên komîsyonê dibêjin "em naçin" mînak. Hê jî nikarin hev îqna bikin. Hîn çarçoveya, kûrahiya pirsgirêkê, cidiyeta bûyerê fêm nekirine. Bi dîtina min pirsgirêkeke wiha ya vê komîsyonê heye.
Hani tê gotin sedsala nû ya Tirkiyeyê, em ketin sedsala nû ya Tirkiyeyê. Em ê bikevin serdemeke nû ya Komarê, bi nirxên nû. Gelo bi rastî komîsyoneke wiha ku di pêvajoyeke wiha de ava bûye dê rola xwe bilîze, yan na? Yanî em wê cidiyetê nabînin. Helbet tu yê wekî aliyekî biçî. Tu yê li beşên din ên ku tu eleqeya wan bi bûyer, diyarde û geşedanan re nîne, ji dûr ve guhdarî bikî, lê tu yê bi berpirsiyarê yekem ê vê pêvajoya têkoşînê, vê pêvajoya şer re rûnenî, nepeyivî, nêrînên wî nestînî. Ma tiştekî wiha dibe? Ez dikarim vê yekê bi eşkereyî bibêjim. Li ser navê tevgera me tu kes nikare temsîliyete din bike. Pênaseyên wiha tên kirin lê rastiyê îfade nakin.
Mînak, DEM Partî ne PKK ye. DEM Partî nikare têkoşîna PKK'ê temsîl bike. DEM Partî, partiyeke siyasî ya Tirkiyeyê ye. Roleke wan a gelekî girîng heye, rola xwe dilîzin. Ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê têkoşîneke xurt didin. Tişta ku ez behs dikim ev nîne. Tişta ku ez behs dikim cudahiyên me ne. Em cuda ne yanî. Di wî warî de teqez eger ev komplo dê were derbaskirin.. Ez ê bêjim Komploya Navneteweyî ya ku di vê sedsalê de li Tirkiyeyê hatiye ferzkirin. Ji ber ku ez komploya 9'ê Cotmehê wisa pênase nakim. Rêber Apo ev 27 sal in hewl dide vê yekê bi ser bixe. Niha bi pêvajoya civaka demokratîk û aştiyê re dixwaze bi awayekî mayînde xetereyên komployê ji holê rake. Eger siyasetmedarên ku hinekî ji Tirkiyeyê hez dikin, bi rastî berpirsiyar in di wê komîsyonê de cih digirin, divê pêwîstiyên berpirsiyariya xwe bi cih bînin, ez dixwazim bêjim.
Çend roj berê serokê Komîsyona Meclîsê Numan Kurtulmuş çû Amedê. Li Amedê axaftineke baş kir. Bernameya wî hebû. Got ku pirsgirêka ziman a gelê Kurd heye, dikare zimanê xwe bikar bîne, rêzê li vê digire û tiştên bi vî rengî got. Heman Numan Kurtulmuş, li Komîsyona Meclîsê dayikeke 60-70 salî ya ku bi Kurdî diaxivî, bêdeng kir. Ez çima vê yekê ji nû ve tînim rojevê? Ev girîng e: Divê gotin û kirinên siyasetmedaran li hev bigrin. Tu yê biçî cihekî bêjî; divê Kurd jî zimanê xwe bikar bînin, lê li cihekî din tu yê destûrê nedî vê, wî zimanî nas nekî, qedexe bikî, qebûl nekî. Numan Kurtulmuş ne tenê parlamenterekî AKP'ê ye; serokê Komîsyona Meclîsê ye, serokê Meclîsê bi xwe ye jî. Ev wisa nabe.
Çima wisa bû? Mînak, Numan Kurtulmuş çima wisa dike? Encama ku me derxist wiha ye. Belê, êdî di asta ku em gihîştinê de, înkarkirina hebûna Kurd nayê domandin. Lê peyama ku mafên kolektîf ên Kurdan jî neyên naskirin tê dayîn. Tu nikarî di bin sîwana Meclîsê de bi Kurdî biaxivî, di jiyanê de bi awayekî takekesî dikarî biaxivî. Lê evqas têkoşîn, evqas şer û pevçûna 50 salî ku gelê Kurd wekî gelekî hebûna xwe derxistiye holê, ji bo vê yekê nehat dayîn. Di wî warî de divê komîsyon bersiva vê bide. Divê komîsyon di vê mijarê de zelal bibe. Mafên kolektîf ên civaka Kurd dê bên naskirin an na? Tişta ku em jê re dibêjin entegrasyona demokratîk ev e. Gotina ku, tu nikarî li Meclîsê biaxivî, li cihê fermî nikarî biaxivî lê di nav mala xwe de, li kolanê dikarî biaxivî, tê wateya misogerkirina domandina polîtîkaya asîmîlasyonê. Yanî, ez bi rastî te wekî gelekî nas nakim, di fermiyetê de tu nînî. Di fermiyetê de tu Tirk î, lê ji ber ku êdî nikarin bi ser bikevin, bi awayekî takekesî tu dikarî tiştê xwe bidomînî. Garantîya vê çi ye? Çima divê zimanê civaka Kurd qedexe be? Çima divê zimanê civaka Kurd ne fermî be? Belê zimanê dewletê yek dibe filan, ez ê nekevim vana, hiqûqnas dikarin vana nîqaş bikin. Çima nebe yanî? Em behsa 60 milyon Kurd dikin.
Em behsa gelekî dikin ku di 50 salan de, bi kêmî ve 30 hezar şehîdên wî hene. Yanî ma ev gel nikare bi zimanê xwe biaxive? Ma zimanê wî nayê naskirin? Ziman her tişt e. Yanî ji bo gelekî, parçeyekî girîng ê nasnameyê ziman e. Tu çawa zimanekî bikar bînî, nasnameya te wisa şekil digire. Hem wekî naverok hem jî wekî lîsan dibêjim yanî. Yanî hûn mirovan li gorî wê pênase dikin. Encameke wiha ji vir derdikeve. Ev yek qet nayê qebûlkirin.
Di wî warî de, eger komîsyon bi rastî dê vê rola xwe bilîze, di vê de bi biryar e;
Yekemîn; Divê li ser bingeha azadiya fîzîkî ya Rêbertî xebatên mafê hêviyê bimeşîne.
Du; Divê ji bo entegrasyona demokratîk a civaka Kurd plansaziyek wê hebe, nîqaşek wê hebe. Li Tirkiyeyê rantxwirên şer, beşa ku her roj neteweperestiyê gur dike, ji bo ku bi Kurdan re şer çêbibe têdikoşe, her roj di wê medyayê de diqîrin; lê yek ji van endamên komîsyonê bi awayekî rast dernakeve bersivê nade.
Hemû ji DEM Partiyê re hatiye hiştin. Mînak ji Pervîn Buldan re hatiye hiştin. Lê ev pirsgirêk ne tenê pirsgirêka DEM Partiyê ye! Ev pirsgirêk ne tenê pirsgirêka Kurdan e! Ev pirsgirêk pirsgirêka civaka Tirkiyeyê, gelên Tirkiyeyê ye. Eger neyê xwedîderketin, nêzîkatiya wekî "Kurd di tengasiyê de ne, va ye niha dixwazin bi dewletê re entegre bibin, li ber deriyê me ne, em ê çi bêjin" nêzîkatiyeke gelekî şovenîst, gelekî serdest e. Yanî, mecbûriyeteke wiha nîne. Kurd ne mecburî vê ne. Dema mirov wisa dibêje, dibêjin "Tevgera azadiya Kurd gefan dixwe". Vebijêrka me ya din heye. Belê em ne mecbur in. Em ne mecburî stûxwarî, koletî, teslîmiyet, înkar, qirkirinê ne. Lê terciha me ew e ku em bi gelê Tirkiyeyê, bi gelan re li ser bingeha komara demokratîk, li ser bingeha demokratîkkirina komarê entegrasyonê pêk bînin.
Ew e ku Kurdên ku ev sedsal e ji damezrandina komarê vir ve bêdewlet bûne, ji dewletê hatine dervekirin, tevlî dewletê bikin. Proje ev e yanî. Dê wisa bibe an na? Ev îtîfaq dê çêbibe an na? Niha xala ku xebatên komîsyonê gihîştiyê ev e. Hûn dizanin dema wê jî qediya, êdî hevdîtin jî heke ez şaş nebim temam bûn. Niha ez hem ji bo komîsyonê hem jî ji bo rayedarên berpirsiyar ên Dewleta Tirkiyeyê dibêjim. Ji Serokkomariyê heta tevahiya meclîsê. Gelo dê di vê serdema krîtîk de rola xwe ya dîrokî bilîze? Bi rastî em di serdemeke gelekî hesas re derbas dibin. Em wekî gelên herêmê di serdemeke gelekî hesas re derbas dibin. Ez dixwazim di vê çarçoveyê de hişyariya xwe jî bikim û nirxandina xwe ya ji bo xebatên komîsyonê bi vî rengî bi dawî bikim.
‘Ger Rêber Apo vê pêvajoyê bimeşîne, ev pêvajo dimeşe. Sermuzakerevan ew e’
Min nivîsa Mehmet Uçum xwend. Pêvajoya derbasbûnê û pêvajoya demokratîkbûnê dike du beş. Yanî li gorî xwe mantiqek heye. Lê aliyê erênî yê kar ev e. Yanî, bi awayekî sergirtî be jî, tê qebûlkirin ku pirsgirêkeke giran a demokrasiyê ya Tirkiyeyê heye. Hem helwesta me ya îdeolojîk hem jî nêzîkatiya me ya felsefî nîşan dide ku hewcedariya herî lezgîn a gelekî, civakekê, erdnîgariyekê demokrasî ye. Yanî, tiştek ji wê girîngtir nîne. Ji nan, av, aboriyê girîngtir e. Ji ber ku tişta ku dê van hemûyan pêk bîne, demokratîkbûn e. Di civakeke demokratîk de hemû hêz dikevin dewrê û pêvajoyeke avaker dikare were jiyîn.
Ma civakên ku ev tê de nîne, ne zordar in? Civakek e ku beşek li ser beşekê din serweriyê dike, dadwerî tê de nîne, neheqî tê de tên jiyîn. Di wî warî de, eger ev pêvajoya ku jê re dibêjin pêvajoya derbasbûnê, pirsgirêkeke ewqas giran xistiye rojeva xwe, eger Tirkiyeyê bi navê Komîsyona Piştevanî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê ya Neteweyî komîsyonek ava kiriye, divê gavên ku biavêje di naveroka demokratîk de bin. Dê çi gavên din bavêje, dê çi biryaran bigire? Mînak, dê çawa pakêt biçin rojeva Meclîsê? Dê zagonên xwe yên antîdemokratîk pêşniyar bikin. Zordar, qedexekar. Ma dê wisa bibe?
Ev nêzîkatî dibe şewqeke nêzîkatiya pozîtîvîst, zîhniyeta pozîtîvîst, yanî awayê destgirtinê yê ku diyardeyan, bûyeran bi awayekî gelekî hişk ji hev vediqetîne. Lêbelê diyardeyên civakî gelekî aloz in. Yanî, têkildariya wan a bi hev re gelekî xurt e. Giştîbûn û têkildarî, di cîhana diyardeyên civakî de mijara ku divê herî zêde li ser were sekinandin û bi vê rêbazê nêzîk bûn e. Lê va ye di şexsê Mehmet Uçum de, diyar e ku di baskê desthilatdariyê yê ku vê pêvajoyê dimeşîne de zîhniyeteke wiha nîne. Bûyeran ji hev diqetîne. Ji bo pêkanîna entegrasyona demokratîk; gelo bêyî demokratîkbûnê entegrasyon çêdibe; divê mirov wiha nîqaş bike. Gelo bi rastî wisa difikirin, lîstika peyvan dikin, an henekê xwe dikin? Bi rastî mirov dikeve dudiliyê.
Di vê xalê de tişta ku herî zêde me dixe dudiliyê jî, li berxwedana Komîsyona Piştevanî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê ya Neteweyî ya di mijara hevdîtina bi Rêber Apo re de ye. Ev ji bo me pîvanek e. Min bi rastî di pirsa yekem de jî hinekî hewl da îfade bikim; bêyî wê nabe. Xweza û cewherê kar ev e.
Di vê mijarê de baskekî desthilatdariyê, bi taybetî baskê AKP'ê pozîsyona heyî ya Rêber Apo, meyla lêkolînê didomîne. Ji ber wê rewşeke wiha heye.
Me gelek gav avêtin. Ev ne karê zarokan bûn. Bi rastî yên ku hinekî ji siyasetê, polîtîkayê fêm dikin, dê heqê wateya tiştên ku me kirine bidin. PKK'ê ya ku 50 sal in mohra xwe li herêmê xistiye, hebûna xwe ya rêxistinî bi dawî kir. Ev bûyereke gelek mezin e. Bi rastî haya wan jê nîne, fêm nakin. Di gotara polîtîk de bergîdana vê gelek mezin e. 50 sal in dinya bû yek, hat ser vê Tevgerê; nikarîbû gav paşde pê bide avêtin. Dawî li stratejiya têkoşîna çekdarî anî. Ev jî bûyereke gelek mezin e. Yanî bifikirin, hebûna Kurd di vî şerî de xwe derxist holê, bi ser ket. Rêbaza bingehîn ev bû. Guhertineke ji vê heye.
Û vana hemû ji bo çi kir? Me vana ji bo çi kir? Me vana bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ve girêda û me got; eger Rêber Apo vê pêvajoyê bimeşîne, ev pêvajo dimeşe. Sermuzakerevan ew e.
Niha qebûlnekirina vê tê vê wateyê: Em çawa ku sedsal e wisa hatine, ji niha û şûnde jî em ê siyaseta înkarê, siyaseta asîmîlasyonê bi lîstina bi têgehan, bi guhertinê bidomînin. Lê xetere mezin e. Ez dubare dikim. Ji ber vê yekê Rêber Apo dema vê pêvajoyê dimeşand, bal kişand ser hin pêvajoyên dîrokî, bal kişand ser Selçûqiyan. Di şerê ku Yavuz Selîm dê bikeve de diya wî jê dipirse. Dibêje, tu bi çi bawer î? Dibêje, min li pişt xwe ji Kurdan dîwarekî ji goşt honandiye. Çiyayekî Kurdan heye, dibêje. Li ser wê piştrast dibe, dikare pêşketinê çêbike, şer bi ser bixe. Dîsa mînak Çelebî Mehmet, dema Osmaniyan. Serekşêwirmendên wî hemû Kurd in. Akşemseddîn wisa ye, Mele Goranî wisa ye. Rêbertî van mînakan vala nade. Ji bo nostaljiyê bike vana îfade nake. Di xalên şikestinê yên dîrokî de gelan karîbûne bi hev re hebin. Ji ber wê balê dikşîne ser 1071'ê, Malazgirtê. Karîbûn wisa bersivê bidin êrîşên Bîzansê. Û Tirk karîbûn wisa li vê erdnîgariyê mayînde bibin. Niha rîsk evqas mezin e. Rojhilata Navîn di serdemeke şikestinê ya dîrokî re, di bergeke krîtîk re derbas dibe.
Binêrin li Qibrisê geşedan hene. Bahçelî bi awayekî, Erdogan bi awayekî din şîrove kir. Lê şîroveyeke me jî heye. Em vana dibêjin. Em mirovên vê erdnîgariyê ne. Em ji nav civaka Tirkiyeyê derketin hatin. Em ji welatê xwe hez dikin. Lê em Tirkiyeyeke wiha yekparêz, hev înkar dike, bi şer û pevçûn naxwazin.
Komîsyoneke ku Rêber Apo muhatab negire, pê re hevdîtinê neke, cidiyeta wê nabe. Nikare cidiyeta xwe jî ava bike. Em ê bibêjin lîstikek bû, hat jiyîn û derbas bû. Em komîsyonê ji aliyê pêvajoyê ve wek pîvanekê dibînin helbet. Ji ber ku nexşeya siyasî ya civaka Tirkiyeyê li wir e.
Di wî warî de ez dîsa destnîşan bikim. Gelo Kurdên ku 100 sal in ji Komarê hatine durxistin, vê carê li ser bingeha tîfaqa dîrokî ya Kurd-Tirk, dema ku projeya Mezin a Rojhilata Navîn di dewrê de ye, êrîş li holê ne, gelo dê li ser bingeha yekitiya demokratîkbûna Tirkiyeyê, dê li ser bingeha komara demokratîk sedsala nû pêşwazî bikin? An jî na? Pirsa sereke ev e. Sermîmarê vê jî Rêber Apo ye. Divê ev yek ji aliyê herkesî ve baş were zanîn. Min xwest wisa îfade bikim.
Eger komisyonek bi navê hevgirtina neteweyî, xwişk-biratî û demokrasî avakirine û divê gavên demokratîk bavêjin. Wê gavên din ên çawa wê bavêjin. Mesela wê kîjan biryaran bigirin. Mesela wê paketên çawa biçe rojeva meclisê. Ma wê qanûnên dijdemokratîk, zordest û qedexe pêşniyar bikin? Ma wê vana pêşniyar bikin. Ev zîhniyeta pozîtîvîst ên ku bûyeran bi hişkî ji hev cuda dikine. Ya rast bûyerên civakî di nava hev de ne. Yanî têkilyên wan ên bi hev re pir xurt in. Yanî divê herî zêde li ser vê yekê rawestin û bi vê rêbazê nêzîkî mojrê bibin. Lêbelê di şexsê Mehmet Ûçûm de xuyaye ku aliyê desthilatê yê ku vê pêvajoyê dimeşîne de zîhniyetek tineye. Bûyeran ji hev qut dike. Ma wisa dibe. Mesela heta ku demokratîkbûn çênebe, pêkanîna entegrasyona demokratîk wê çawa çêbibe. Divê vê yekê bi vî awayî nîqaş bikin. Gelo ew wisa difirin an lîstika peyvan dikin an jî henekê xwe dikin, bi rastî jî mirov dikeve dudiliyê. Tişta ku me herî zêde dixe nava duduliyê ev e. Ez dixwazim dîsa balê bikşînim ser vê yekê. Komisyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê ji ber ji ya xwe danakeve, bi Rêber Apo re hevdîtinê nake. Hevdîtina bi Rêber Apo re ji bo me pêvînake û nebe nebe ye. Ev aliyê wê yê xwezayî ye. Aliyeke desthilatê bi taybetî ez ê ji bo aliyê AKP'ê bibêjim; pozîsyona heyî ya Rêber Apo ji bo xwe dike amûr. Ji ber vê yekê xwe giran dike. Komisyon bo Rêber Apo re hevdîtinê bike û nêrînên xwe bi hev re parve bikin. Me demekê gav avêtin. Ev ne karê zarokan e. Bi rastî jî yên ku hinekî jî ji siyasetê, polîtîkayê fêm bikin wê heqê tiştên ku me kirine bidin. PKK a ku 50 salan mohra xwe li herêmê xist, hebûna xwe ya rêxistinî bi dawî kir. Ev bûyereke pir mezine. Bi rastî ne di ferqa wê de ne û tênagihêjin. Yanî di gotina polîtîk de beramberiya vê gelekî mezin e. 50 sal in cîhan bûn yek û bi ser vê tevgerê de hatin, dîsa jî nikarîbûn bi wê paşve gav bidin avêtin. Dawî li stratejiya têkoşîna çekdarî anî. Ev jî bûyereke pir mezine. Yanî bifikirin, hebûna Kurdan bi vî şerî derket holê û bi ser ket. Yanî rêbaza wê ya sereke ev bû. Guhertinek heye. Wekî ku ti tişt nehatiye kirin xuya dike. Me van ji bo çi kir. Me vê yekê bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo re girêda û me got ku yê vê pêvajoyê dimeşîne Rêber Apo ye, ew sermuzakerevan e. Qebûlnekirina vê yekê tê wateya ku çawa ku sed sal in wisa hatiye em ê ji niha pê ve jî siyaseta înkarê, asîmîlasyonê û bi pêlîstina têgehan vê yekê bidomînin.Lê talûke pir mezine. Ev dîsa dubare dibêjim. Rêber Apo dema ku vê pêvajoyê meşand bal kişand ser pêvajoya dîrokê. Bal kişan ser Selçûkiyan, serdema Yavûz Selîm. Yavûz Selîm dayika wî jê dipirse û dibêje, Ti bi çi xwe bawer î? Ew jî dibêje; min li pilşt xwe bi Kurdan dîwarek avakiriye. Yanî ew bi vî awayî şer qezenc dike. Di Osmaniyan de hemê serwezîr Kurd in. Çelebî Mehmet, Akşemseddîn, Mele Goranî û hwd. Ji bo nostaljiyê van tiştan nayne ziman. Di şikestina dîrokê de gelan rol lîstine. Ji ber vê yekê balê dikşîne ser Milazgîrê ya 1071'an. Bi vî awayî bersiv dane êrîşên Bîzansan û Tirk bi vî awayî li vê erdnîgariyê mayinde bûn. Rojhilata Navîn îro di şikestineke dîrokî û krîtîk de derbas dibe. Lê binêrin, Li Kibrisê geşedan diqewimin. Bahçelî cuda şîrove kir, Erdogan cuda şîrove kir. Şîroveya me jî heye û hevalên me vê yekê tînin ziman. Talûke û geşedanên li herêmê diqewimin tînin ziman û em vê yekê wekî gefxwarinê naynin ziman. Em kesên ku li vê erdnîgariyê dijîn in. Em ji nava civaka Tirkiyeyê derketin û hatine, em ji welatê xwe hez dikin. Lê em Tirkiyeyek înkarker û pêvçûnê naxwazin. Ew qasî hêsan e. Beriya ku pirsa we ya divê hêzên demokrasî û azadîxwaz çi bikin, bi bersivînim, lê ev mijar gelekî girîng e û jiyanî ye.
Komisyona ku bi Rêber Apo re hevdîtinê neke û mutaxab negire, cîdiyeta wê tineye û nikare cîdiyeta xe ava bike. Em di aliyê pêvajoyê de komisyonê wekî pîvanekê dibînin. Ji ber nexşeya siyasî ya civaka Tirkiyeyê li wir e. Divê wateyê de, ev sedsal in Kurd ji komarê hatine dûrxistin, vê carê wê li ser bingeha tifaqa Kurd-Tirk ku projeya mezin a Rojhilata Navîn di dewrê de ye, êrîş didomin de li ser bingeha tifaqa gelan wê Tirkiye demokratîk bibe an na, li ser bingeha komara demokratîk wê vê sedsalê pêşwazî bike an na? Pirsa bingehîn ev e. Sermîmarê vê yekê Rêber Apo ye û divê ev yek ji hêla her kesî ve baş were zanîn.
‘Hêzên demokrasî û azadiyê li ku derê vê pêvajoyê cih digirin’
Hêlîn Umît bal kişand rola hêzên demokratîk û azadîxwaz a divê pêvajoyê de û got: “Lê rol çi ye? Hilberîna polîtîkaya çalak e. Yanî ger ku hêzên demokrasî û azadîxwaz karibin polîtîkaya çalak hilberînin wê gavê dikarin rola xwe bilîzin. Gelek caran axaftin û polîtîkayê wekhev digirin dest. Ez vê yekê wisa şîrove nakim. Belê axafin, heqîqetê bînin ziman aliyekî wê ne lê ne tevahiya wê ne. Bala xwe bidinê, Tevgera Apoyî li Kurdistanê bi şêweyekê geş bû û ev şêwe, şêweyê serketinê ye. Tirkiye jî di nav de heke Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk were pêşxistin divê li ser vê şêweyê lêkolîn were kirin. Ev şêwe çi bû? Yanî her ku bike biaxive û her ku biaxive bike. Yanî tenê neaxivin. Hinekî jî pratîk. Divê li ser pratîkê axaftin çêbibe. Di vê alî de lawaziyek heye. Ez dikarim bibêjim ku tabloyek wisa heye. Li aliyekî dewlet heye û dewlet hin tiştan dibêje. Aliyeke nîjadperest ku dewlet wan ji bo zextê li ser tevgera Kurd bike bi kar tîne heye. Dikarin vana bêdeng bikin. Jixwe hêzeke wan a xurt jî tineye. Ger dewlet bixwaze dikare di nava 2 rojan de vê yekê bike lê çima vê yekp nake. Dibêje; vaye li Tirkiyeyê beşek nîjadperest heye ger hûn wisa nekin wê nizanim çi bibe. Yanî lîsteke bi vî rengî heye. Em vê yekê dibînin. Her wiha li aliyê din hêzên demokrasî û azadîxwaz hene û li aliyê din jî gelê Kurd û tevgera azadiyê heye. Gelo aliyên ku xwe wekî hêzên demokrasî û azadîxwaz pênase dikin, bi rastî hêzeke wisa hene? Bi rastî ez meraq dikim. Ez bawer dikim ku hene, ez dixwazim bawer bikim ku hene. Li Tirkiyeyê femînîst, çepgir, hêzên sosyalîst, anarşîst, dij-kapîtalîst û misilmanên dij-kapîtalîst hene. Her çiqas ev herêm ji hêla gel û baweriyan ve dewlemend be, di ramana siyasî jî dewlemendiyek heye. Wê demê ev kes li ku ne? Çi dikin? Derbarê pêvajoyê de çi difikirin? Ew li ku derê wê ne?
Ez dikarim vê bibêjim: Pozîsyonek çavdêriyê heye. Ez bawer dikim ku ev xeternak, xirab û xelet e. Yanî di serdemeke ku pêşeroja Tirkiyeyê diyar dibe de, divê hemû dînamîk bi awayekî çalak beşdar bibin. Divê hem xwe çalak bikin û hem jî xwe bînin asta hêza çareseriyê.
Yanî dibe ku di dîroka cîhanê de cara yekem me momentumeke wisa bi dest xistibe. Belê, fikar û bêbaweriya me hene - ez vê yekê wekî tevger dibêjim - lê hêviya me heye. Hewl tê dayin ku tiştek bê kirin. Rêber Apo ji bo hin tişt pêşkevin di nav wan çar dîwarên Îmraliyê de bi canxiraş dixebite. Ji ber vê yekê, ew aliyên ku bi rastî aştî, demokratîkbûn û jiyana bi hev re ya Tirkiyeyê dixwazin çi dikin?
Divê em ji vê yekî xilas bibin. Ez tenê qala hêzên demokrasiyê, hêzên azadiyê û jinên li Tirkiyeyê - û ez ne tenê behsa Tevgera Jinên Kurd, an tevgera ciwanên welatparêz ên li Kurdistanê nakim; ez qala tevahiya Tirkiyeyê dikim - divê xwe bi nîqaş, plansazî û rêxistinkirinê têkevin nava liv û tevgerê. Yan na wê ev derfeta dîrokî ji dest biçe. Hingê em ê van aliyan bi awayekî cûda binirxînin. Ji kê çi hêvî dikin? Ger em dixwazin pêşveçûnek biafirînin, ev ji bendewariya dewletê pêk nayê. Niha qadek hatuye vekirin. Qadeke nîqaşê hatiye vekirin. Lê binêrin bê dijber çawa xwe bi rêxistin dikin, nîqaş dikin. Divê hêzên azadiyê, hêzên demokrasiyê jî xwe bi rêxistin bikin, nîqaş bikin, rojevê destnîşan bikin, konferans û civînan li dar bixin. Ev yek wê demokrasiyê bivejîne û xebatên ji bo afirandina atmosferek demokratîk bimeşînin. Bila dengê xwe derxin û daxwaz bikin.
Ev bi rastî jî pir giran e. Ez ji vê re dibêjim wijdan! Ma her tişt dikare li ser milê Rêber Apo were hiştin? Her tiştî jê hêvîkirin... Nabe ku hemû pirsgirêk û hemû barên Tirkiyeyê li ser milê Rêber Apo werin hiştin. Ev nayê qebûlkirin.
Tirkiye xwedî potansiyeleke wisa ye. Gava niha ya Rêber Apo jî… Ez texmîn dikim ku kesên eleqedar xwendine, lê ez dixwazim dîsa balê bikişînim ser wê. Di pênc parêznameyên Rêber Apo de ev tespît hene: Di dema damezrandina komarê de aliyên Îslamî, Kurd û sosyalîst jî hatin dûrxistin. Niha, baskê sosyalîst ê demokratîk ê Tirkiyeyê bi rêya projeya sosyalîzma demokratîk, civaka demokratîk û pêvajoya aştiyê tê avakirin. Ger derfet çêbibe, em dixwazin vê yekê derxin holê.
Yanî civaka demokratîk; Rêber Apo got, “Hûn dikarin jê re bibêjin sosyalîzma civaka demokratîk, neteweya demokratîk, lê hûn dikarin jê re bibêjin sosyalîzma demokratîk jî”. Xeta me ya siyasî ev e. Di vê çarçoveyê de, em dixwazin Tirkiyeyê wekî komarek demokratîk ava bikin.
Ez banga çalakiya mezin ji her kesî dikim. Yanî wê bi rastî Tirkiyeyek ku aştiya navxweyî pêk aniye, hemû çavkaniyên xwe li ser bingeha refah, edalet û parastina xwe li dijî hêzên derve bi kar aniye ava bibe. Kes nikare Tirkiyeyeke wisa hilweşîne.
Niha nîqaşek heye: qubeya pola tê çêkirin, mûşekek supersonîk hatiye çêkirin, li wê derê ceribandin hatiye kirin. Nehatiye dîtin ku cihek ewqas tê parastin. Ger civakek bikaribe bi çîmentoyek bihêz bê gel hev, bi hestek aîdiyetê bijî, xwedî li wê erdnîgarî û wê pergalê derkeve wê bijî û kes nikare wê civakê hilweşîne. Di dîrokê de gelek mînakên vê yekê hene. Atînayek piçûk bi demokrasiya xwe li hember hemû êrîşan li ber xwe da. Ew bi artêşa mezin wê serdemê ya herî mezin a Farisan re rû bi rû ma. Lê civakên ku nekarîn vê yekê bi dest bixin, her gav kawaz mane û di rastiyê de nikarin li ser piyan bimînin. Bi vê wateyê, ez dibêjim ku hêzên azadî û demokrasiyê, wekî welatparêzên rastîn ên Tirkiyeyê, divê xwedî li civaka Tirkiyeyê û pêşeroja wê derkevin.”
Geşedanên li Sûriyeyê
Hêlîn Umît têkildarî geşedanên li Sûriyeyê ev nirxandin kir: “Em pêşketinên li Rojava bi rêya çapemeniyê dişopînin. Fermandara YPJ'ê Rohilat Efrin daxuyanî da; min derfet dît ku ez wê bi kurtî bişopînim. Dîsa piştî daxuyaniya Mazlûm Ebdî, daxuyaniiyên Sîpan Hemo çêbûn. Beriya wê, Salih Muslîm daxuyaniyek da. Ew jî balkêş bû. Got, "Tirkiye ne di nava vê pêvajoya diyalogê de ye.”
Berî her tiştî, beşdarbûna nava diyalogê pir girîng e. Hevdîtin, naskirina îradeya hev û nîqaşkirin pir girîng e. Di vê wateyê de, ez vê yekê erênî dibînim. Hem ji aliyê îdeolojîk û hem jî ji aliyê siyasî ve guman û fikarên me li hemberî hikûmeta heyî ya Şamê hene. Lê hevdîtinên hêzên herêmî yên li wir bi QSD re berdewam dikin.
Dema ku ez li ser vê mijarê difikirim, tiştê ku di hişê min de ma ev e. Li Tirkiyeyê pêvajoyek heye, li Rojava ev pêvajo bi parelel tê meşandin. Tirkiye bi israr hewl dide ku pêvajoya li Tirkiyeyê bi vê ve girêbide. Lê her kes di nav vê gengeşiyê de û ew qas şer heye, dixwazin Kurd bêparastin bimînin. Ev xala herî zêde bala min kişand. Tevahiya cîhanê, Rojhilata Navîn çekdar dibe. Eşkere ye ku ji bo tiştekî amadekariyê dikin. Li Tirkiyeyê jî heye, li Îsraîlê jî heye, li Îranê jî heye, li Rûsyayê jî heye. Her kes di nava amadekariyeke wisa de ne.
Ev nîşan dide ku şerê li Rojhilata Navîn wê berdewam bike. Nîşaneyên vê yekê hene. Planek di meriyetê de ye. Bi taybetî civîna Neteweyên Yekbûyî û herî dawî li DYE’yê pêk hat, hûn jî dizanin. Yanî atmosfera wir nîşan dide ku ev rewşa şer ketiye qonaxek nû. Qonaxek nû bi dawî nabe. Plan derbasî qonaxek nû dibe. Ev tê fêmkirin, lê di atmosferek wisa de, gotina "Divê Kurd teslîm bibin, bila çekên xwe deynin, an bêparastin bimînin" nayê qebûlkirin. Bi taybetî dema ku desthilatek cîhadîst hebe.
Di vê wateyê de, çarçoveya ku hatiye danîn divê entegrastona QSD’ê di nava tevhaiyekê de bê kirin. Ev xalek girîng e. Belê, divê gelên Sûriyeyê bi hev re bijîn. Divê sîstemek hevpar were avakirin. Lê ev ne li ser bêçekkirina Kurdan, divê li ser avakirina jiyaneke hevpar were avakirin.
Ev pêvajo hinekî berevajî têne nîqaşkirin. Mesela, nîqaşkirina bi vî rengî rast e. Li vir civaka Kurd heye; ev civak wê çawa entegreyî vê pergalê bibe? An jî her gav li ser Kurdan nîqaş dikin û dibe ku ne xweş be; li vir civaka Suryanî heye; ev civak wê çawa entegre bibe? An jî Elewî hene; ew ê çawa entegre bibe? Li vir civaka Durzî heye; ew ê çawa entegre bibe? Yanî bi rewşa hêzên çekdar destpêkirin bi rastî paşverû, xeternak û talûke ye. Lê ew kesên ku niyeta wan paqij e, dixwazin Sûriyeyek nû yan Tirkiyeyek nû biafirînin, bi rastî pêvajoyê bi vî rengî nîqaş nakin. Yanî ev rêbazeke ne bi tendurst e, ya din e.
Di vê wateyê de girîng e ku mirov çavdêrî bike û hewl bide ku fêm bike. Ez di vî alî de balê bikşînim ser tiştekî. Împeratoriya Osmanî ji 600 salan zêdetir li herêmê împeratoriyeke giştî bû. Wê li ser hemû gelên hikum kir. Çawa kir? Mînak heke wê Tirkîtî li ser her kesî ferz bikira, gelo ev pêkan bûya? Ev ne pêkan e. Ev çavkaniya pirsgirêkê ye. Nêzîkatiya hişk, netewe-dewletiyê. Yanî heke hûn tekparêziyê li ser her gelên herêmê ferz bikin, faşîzm derdikeve holê. Li ser kîjan navî dikin bila bikin. Ez naxwazim têgeha "Îslam" bikar bînim, ji ber ku em Îslama çandî û nirxên demokratîk ên Îslamê dizanin û diparêzin. Yanî em dibêjin bila bê domandin û jiyandin. Tişta ku ez qala wê dikim ne ew e. Lê li hin deveran, jê re Îslama siyasî tê gotin. Faşîzma Îslamî, yanî, rejîmek ku bi navê Îslamê, dij-Îslamê bi şiklê Îslamîzma Ereb a Sunnî li ser gel ferz dike, faşîzm e. Divê ev were fêmkirin.
Ji ber vê yekê, heta di dema Împeratoriya Osmanî de jî, zilm û zordarî li ser gel hebû. Bi rastî, aliyekî dîroka Împeratoriya Osmanî dîroka serhildanan e. Dîroka serhildanan a ku di her serdemê de hebûn. Ez van datînim aliyekî. Divê em wan jî lêkolîn bikin. Lê herêmek ewqas berfireh xwedî çi celeb pergala rêveberiyê bû, çawa dihat birêvebirin? Ev tişt divê werin lêkolînkirin. Tiştekî wisa ji bo Tirkiyeyê jî derbas dibe. Ez vê ji bo Tirkiyeyê dibêjim. Serwerê Selçûkî yekem kesê ku Kurdistanê pênase kir. Yanî hew maye bi zimanê wî hatiye avakirin: eyaleta Kurdistanê, qada Kurdistanê. Niha, Kurdistan di dîroka komarê de tineye. Ew ji dîrokê hatiye jêbirin, hebûna wê hatiye jêbirin. Dema ku komar bi vê yekê re rû bi rû ma çi bû? Krîzek mezin, nêzîkî 50 sal wêranî. Heman tiştî li Sûriyeyê ferzkirin tê wateya afirandina rewşa pevçûneke bêdawî.
Di vê wateyê de divê di vî alî de li hevdîtinan binêrin, hewl bidin fêm bikin, lazime li çareseriyê bigerin. Rola Tirkiyeyê li vir: erê, Mazlûm Ebdi wisa gotiye, ez nizanim. Ew çêtir dişopînin, dibînin û çavdêriyê dikin. Lê biqasî di çapemeniyê de derket, Tirk timî hewl didin zextê bikin. Ez bi qasî ku ji medyayê bişopînim vê yekê dibêjim. Gelo operasyonek nêzîk e an na, ew qewimî ye an na, QSD wê nake, PKK a Sûriyeyê... PKK bi xwe dawî li hebûna xwe ya rêxistinî anî. Ew hîn bûne ku li ser şer û êrîşan vê yekê bimeşînin.
Beşek heye ku dixwaze vê yekê bidomîne. Helbet, tiştê ku Fermandara YPJ Rohilat Efrin got jî pir girîng bû. Yanî wekî artêşa jinê YPJ hebûna xwe bidomîne, yekîtîya xwe biparêze. Ji ber ku em dizanin ku zîhniyeta DAÎŞ’ê pêşî li jinan dixe, êrîşî jinan dike, wan dikuje û destdirêjî dike û ev yek bi awayekî ku demên destpêkê tîne bîra mirov diqewime. Mîna ku dîrok di serdema DAÎŞ’ê de xwe ji nû ve vejandibe. Niha, bêyî gavên demokratîk, bêyî demokratîkbûnê û bêyî bingehek qanûnî, hêzên parastinê, bi taybetî jin, divê yekparebûna xwe biparêzin. YPJ wê pêşengiya vê yekê bike.”
‘Heval Bêrîtan bû jiyana hemû jinên ciwan’
Hêlîn Umît têkildarî salvegera Bêrîtan wiha got: “Ez hevala Bêrîtan, Gulnaz Karataş û hemû hevrê û şervanên jin ên ku ji bo jiyaneke azad şehîd bûn bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînim. Hemû hewldanên me ew e ku em şopa wan bişopînin. Hewl didin bi awayekî rast wan temsîl bikin.
Heval Bêrîtan sembola artêşa me ya jinan e. Em çiqasî li ser avakirina artêşa jinan rawestin û nîqaş bikin wê di cih de be. Wateya wê çi bû, encamên wê çi bûn? Ez dikarim vê bibêjim: Artêşa jinan wekî artêşeke wekheviyê li dijî newekheviyeke mezin pêş ket. Her roja ku derbas dibe, bi her roja ku em dijîn, em bi rastî girîngî û nirxa vê avakirina artêşê kûrtir hîs dikin.
Ma bi rastî mafê jiyanê ji bo jinan tê naskirin? Ez wisa nafikirim. Wan neçar dikin bikevin rewşek ku ji bo mafê xwe yê jiyanê têbikoşin. Bi rastî, hewl didin ku ji bo karibin li ser piyan bimînin û bijîn wanbinin asta pozîsyon û polîtîkaya ku serê xwe bitewînin. Bi metafora Rêbertiyê em bibêjin; "pisîka li binê bîrê", "bilbilê di qefesê de”, yanî li binê bîrê mîyaw dike, di qefesê wekî xemlekê tê girtin û wisa heyî dibe. Milkê mutleq. Tiştê ku wekî mafê jiyanê ji jinan re tê pêşkêş kirin, statuya milkê mutleq e. Ger hûn bibin milkê mutleq ê mêran, yê pergala serdest a mêran, hûn tenê dikarin bijîn. Hûn nikarin li derveyî wê bimînin. Yanî tiştê ku hûn ê pê re rû bi rû bimînin qetilkirin, tundî û hwd. ne. Vaye artêşa jinan li dijî vê newekheviya ji bo jin xwe bi hêz bikin weke qadekê ava bû.
Heval Bêrîtan di Şerê Başûr ê 1992’yan de bû fedaî, yanî nemir bû. Tiştê ku di heval Bêrîtan de derket holê çi bû? Ew vê rastiyê ewqas kûr hîs dike û dibîne ku şerê ku ew dikevê vediguherîne amûrek ji bo rizgariyê. Ji ber vê yekê, gotina navdar a heval Bêrîtan çi ye? "Yên ku şer dikin azad dibin, yên azad xweşik dibin, yên xweşik dibin têne hezkirin." Yanî tenê bi şer hûn dikarin nefes bigirin, tenê bi têkoşînê hûn dikarin bijîn. Wekî jinek, hûn dikarin bibin xwedî îradeyek xurt, wekî jineke Kurd, hûn dikarin bibin xwedî îradeyek xurt. Wê we gavekê nêzîkî azadiyê bike, lê yên ne azad ji xwe xweşik in. Yên kole dibin kirêt. Şert û merc çi dibin bila bibin, şêwe çi dibe bila bibe...
Bedewî têgeheke exlaqî ye. Niha anîne asta şeklî lê hêmana bingehîn a bedewiyê exlaq û etîk e. TEncax bi vî awayî dikarin bibin exlaqî û bedew. Ger wisa bibe dikarin jiyaneke li ser bingeha evîn û rêzgirtinê heq bikin û bibînin. Ji ber vê yekê, ew ji bo hemû jinên ciwan bûye xeta jiyanê. Bi rastî jî ev aliyekî heval Bêrîtan e.
Aliyekî din jî berxwedana wê ya li hember hemû şêweyên ferzkirina hevkariyê ye. Ev helwesta jina azad a Kurd a derket holê. Rastiya jineke azad di şexsê şehîd Bêrîtan û bi hezaran şervanên azadiyê yên mîna wê de derket holê. Ev yek li ser Kurdistanê serdest bû. Li ser vê baweriyê keçên ciwan ên Kurd daketin qada civakî. Bi rastî li Bakurê Kurdistanê şoreşek civakî pêk hat. Jinên ciwan ên ku nekarîbûn ji malên xwe derkevin, niha bi bawerî û hêza ku Tevgera Azadiya Kurdistanê û Tevgera Jinan dane wan, dikarin herin her derê. Ev rê li ber vê yekê vekir: jinek ku her ku diçû hişmendtir, ronakbîr û çalaktir di hema hema her qadê de hebû. Vê yekê Tevgera Azadiyê bêtir xurt kir û beşdarbûn zêde kir. Ji bo çareserkirina vê yekê li Tirkiyeyê çi tedbîr hatin pêşxistin? Bi rêya cerdevanan, kontrgerîlayan, hêzên taybet û polîsan, qadeke ku keçên ciwan ên Kurd dixistin, komkujî, destdirêjî û fihûşê li ser wan dihat ferzkirin.
Çawa ku li hemberî Kurdê azad, hevkarî, wekî Hizbulkontra, kontr-gerîla û avahiyên bi vî rengî pêş xistin, ev plan li dijî Tevgera Jinên Azad pêk anîn. Îpek Er û Gulistan Doku wisa ne. Niha, mesela Rojîn Kabaîş. Mînak, çima li Meclîsê lêpirsîn nehat pejirandin? Çima AKP û MHP red kirin? Li pişt vê çi heye? Yanî çima kesek dixwaze ku kuştinek wisa, komkujiyek wisa - ku niha her ku diçe eşkere dibe ku destdirêjî jî di nav de ye - neyê çareserkirin? Çima divê ev doz neyê lêkolînkirin? Tirkiye wê bi vê yekê çi winda bike? Çima qetilkirina Narîn Guran nayê ronîkirin? Mesela wê çi bibe? Ger ev were ronîkirin wê Tirkiye çi winda bike? Ma berevajî vê yekê nabe? Ew ê qelsî û aliyên wê yên rizî eşkere bike. Wê çavkaniyên êrîşên li ser civakê eşkere bibin.
Sîstema heyî vê yekê li ser jinan ferz dike. Ev nêzîkatiyek îdeolojîk e. Peyama “Hûn ê ji mala xwe dernekevin. Tenê cihê we yê ewle mala we ye. Hûn ê nekevin qada civakî. Hûn ê siyasî nebin. Hûn ê jiyana ku ji we re hatiye dayîn wekî xwezaya xwe qebûl bikin. Hûn ê bi vî rengî bijîn. Ger hûn bi vî rengî nejîn, ev tişt dê her gav werin ser rêya we!" Ji ber vê yekê ev celeb qetilkirin, ev celeb komkujî, ev celeb êrîş qet bi serê xwe bûyerên takekesî nînin. Vê peyamê didin.
Di vê çarçoveyê de, ez dikarim vê bibêjim: Malbata Rojîn Kabaîş, bi taybetî bavê wê, xwedî lê derket. Niha, bi hezaran jin û mêrên ciwan li Wanê bi hev re li dijî vê yekê têdikoşin. Divê em vê yekê hîn berfirehtir bikin. Ev yek li ser xeta şehîd Bêrîtan, bi pêşxistina parastina xwe, dîtina sûcdaran, hesabpirsîna wan û li benda ti kesî nemînin.
Divê ev were eşkerekirin. Şoreşa Jin Jiyan Azadî ev e. Şoreşa Jin Jiyan Azadî şoreşek e ku tê de jin azad dibin, bi azadî dijîn û dihêle yên din jî bi azadî bijîn e. Û ev şoreş tenê li ser xeta şehîd Bêrîtan bi pêşxistina xweparastina jinê, xweparastin xwe, ew xwe ji welatê xwe azad dikin, ew azad dibin û her ku ew azad dibin, ew xweşiktir dibin û tê hezkirin. Ev jî tê wateya ku sîstema civakî derkeve holê.”