Têkoşîn û berxwedana gelê Mexmûrê didome
Li Wargeha Mexmûrê çalakiya nobetê ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin, bi tevlêbûna koma 215’an dewam dike. Çalakgeran tekez kirin ku “Ew ê heta mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya rêbertiya xwe têbikoşin.”
Mexmûr – Ji bo mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, gelê wargeha penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) bi biryareke mezin çalakiya xwe ya bi rûmet didomîne. Çalakiya nobetê ku di 20’ê Tîrmeha sala 2023’yan de dest pê kiribû, de bi coş û moralekî bilind ji aliyê koma 215’an ve hate dewirgirtin.
Merasîma radestkirina nîşaneya têkoşînê li Saziya Malbatên Şehîdan hate lidarxistin. Piştî rêzgirtina ji bo bîranîna giyanê cangoriyên azadiya Kurdistanê, Bêrîtan Yaman li ser navê koma 214’an daxuyaniyek girîng xwend.
‘Em ê heta azadiya fîzîkî ya Rêbertî têkoşînê bidomînin’
Di destpêka daxuyaniyê de bi boneya nêzîkbûna salvegera 15ê Tebaxê cangoriyê nemir Egîd (Mahsum Korkmaz) bi rêzdarî hate bîranîn û ev peyam hate dayîn: “Li ser gava dîrokî ya pêngava 15’ê Tebaxa 1984’an re 42 sal derbas bûn. Gava mezin a dîrokî ya bi çirûskekê dest pê kir, îro xwe gihandiye milyonan û her roj mezintir dibe. Ev yek berpirsiyariyên me yên dîrokî zêdetir dike. Pêvajoya banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ jî mînaka herî diyar a vê rastiyê ye. Wekî ciwan û jinên ciwan rola bingehîn dikeve ser milê me. Li ser vî esasî, em diyar dikin ku bi pêvajoya destpêkirî re em ê bi rola xwe ya pêşengtiyê rabin û heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo têkoşîna xwe bê navber bidomînin.”
Merasîm bi dirûşmên "Bê Serok jiyan nabe", "Jin Jiyan Azadî" her wiha "Ciwan Fedayîyê Rêberê xwe ne" û bi tevlêbûna koma nû bi dawî bû.