Li Yemenê bi semînerek li ser dijwariyên şer û beşdariya çalak a jinan nîqaş hatin kirin
Bi beşdariya akademîsyen, çalakvan û pisporên aborî, Platforma Jinên Serbixwe li Taîzê semînerek li da. Di semînerê de li ser rewşa jinên Yemenê yên di nava dijwariyên şer de û li ser derfetên çêbûne nîqaş hatin kirin.
RANIYA ABDULLAH
Yemen – Duh li bajarê Taizê yê Rojavayê Yemenê, Platforma Jinên Serbixwe sempozyûmek diyalogê li dar xis. Sempozyûm, bi sernavê “Jinên Yemenî Di Navbera Dijwariyên Şer û Hêviyên ji bo Serokatî û Hêzdarkirinê de" hat lidarxistin. Di sempozyûmê de komek akademîsyenên navdar, çalakvanên mafên mirovan, rojnamevan û jinên karsaz hatin gel hev her wiha li ser rastiya hebûna jinan di pozîsyonên serokatiyê û bihêzkirina wan a aborî de nîqaş kirin.
Beşdarên sempozyûmê banga xurtkirina hebûna jinan di pozîsyonên serokatiyê de, berfirehkirina derfetên ji bo bihêzkirina aborî û avakirina torên hevgirtinê kirin û diyar kirin ku ev yek dikarin dijwariyên şer veguherînin derfetên erênî. Her wiha tekez kirin ku pêdivî bi daneyên rast heye da ku piştgiriya plansazkirin û pêşxistina destpêşxeriyên domdar bikin.
Der barê girîngiya vekirina qadan ji bo diyalogê û parvekirina perspektîfan li ser pirsgirêkên ku bandorê li jiyana jinan dikin de nîqaş hatin kirin. Li ser encamên aborî û civakî yên di salên pevçûnan de jî destnîşan kirin ku derfetên heyî ji bo zêdekirina beşdariya çalak a jinan di jiyana giştî û pêvajoyên biryaran de gelek tişt dikarin werin kirin.
Ji berxwedanê ber bi bandorbûnê ve
Di Sempozyûmê de du mijarên sereke hatin nîqaşkirin. Zanyara siyasî Afrah El-Azazî gotara yekem bi sernavê “Jin û biryargirtin: Ji Berxwedanê heta Beşdariya Çalak” pêşkêş kir. Di vê mijarê de li ser rastiya beşdariya jinan û zehmetiyên ku rê li ber wan digrin bigihîjin pozîsyonên biryardayînê nirxandin hat kirin. Afrah tekezî li ser pêwîstiya veguherîna ji rolên şer û berxwedanê yên kevneşopî ji bo beşdariya siyasî û civakî ya çalak kir.
Di rûniştina duyemîn de, aborîzan Ûla El-Saqqaf li ser “Bihêzkirina Aborî ya Jinan di Çarçoveya Şer de: Derfet û Zehmetî" sekinî. Ûla li ser rewşa aborî ya hesas ku jin zehmetiyên mezin di bin şert û mercên heyî de dikşînin nîqaş kir. Di heman demê de mekanîzmayên potansiyel ên piştgiriya serxwebûna wan a aborî û beşdariya wan a pêşketinê jî lêkolîn kir.
Koordînatora sempozyûmê Arwa El-Omarî jî li ser navê Dr. Raniya Xalêd, Seroka Platforma Jinên Serbixwe gotarek pêşkêş kir û hat piştrastkirin ku platform ji baweriyeke xurt a bi jêhatîbûna jinên Yemenî û mafên wan ê beşdarbûna di rêvebirina karûbarên giştî û avakirina civakê de derketiye holê.
Her wiha diyar kir ku armanca platformê ew e bibe çarçoveyek berfireh ku hawirdorek piştgirî ji bo avakirina kapasîteyê û hêzdarkirina civakî û aborî peyda bike.
Kêmasiya daneyan û sînorkirinên ewlehiyê
Der barê sempozyûmê de gelek beşdar ji ajansa me re li ser girîngiya bilindkirina dengê jinên serbixwe û dijwariyên heyî axivîn. Rêvebera Beşa Karsaziya Jinan a Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Taîzê û koordînatora çalakiyê, Arwa El-Amrî, rave kir ku armanca platformê ew e hişyariyê di nava jinên serbixwe de zêde bike, dengê wan di qadê de bilind bike û got: “Em di mercên wisa de dixebitin ku tê de kêmasiyeke cidî yêm daneyên aborî yên pêbawer û rast der barê rastiyên jinan de hene. Ev yek plansazkirin û bersivdayîna hewcedariyên wan dijwar dike. Lê belê rastiya ku heta hejmareke hindik ji jinan gihîştine astên serokatî û wezîrtiyê her kesê teşwîq dike ku xwe îsbat bike û tevî rewşa dijwar a heyî bi xîret bixebite.”
Şêwirmenda navendî û komîsera Şopgerên Keç ên Taîzê Fetih El-Nour El-Bûra, destnîşan kir ku di deh salên borî de jin bi zextên kombûyî re rûbirû mane û wiha pêl da gotinên xwe: “Em li ser aliyên neyînî û dijwariyên ku jinên li Taîzê ji ber şer û zextên psîkolojîk û aborî bi wan re rûbirû dimînin nîqaş dikin. Di serdema pêş de, em hêvî dikin ku bi xurtkirina beşdariya siyasî û aborî ya jinan rewş baştir bibe.”
Pêşxistina çareseriyên alternatîf
Karsaz Emel Saîd Qaêd tekez kir ku ji bo piştgirîkirina jinên serbixwe û sivikkirina barê krîzê li ser wan mezinbûna bazara aborî û darayî stûnên sereke ne û wiha got: “Ji ber xizanî û pevçûnan herî zêde jin bi bandor bûne. Lê belê tevî ku rastî adet û kevneşopiyên civakî yên sînordar hatin jî ji bo kêmkirina bandora wan têkoşîneke berdewam hewce dike. Wan hemû hewldana xwe ji bo çareseriyên bilez kirin û bi destpêkirina karsaziyên biçûk û navîn astengiyan derbas bikin.”
Endama platforma “Bezra” ya jinên karsaz Asar Şeyêf, tekez kir ku ji bo berdewamiya perwerde û pêşketina xwe jin her dem dixebitin û wiha anî ziman: “Tevî hemû şert û mercan, jinên Yemenî xwedî dînamîzm û biryardarî ne, ji dijwariyan derbas dibin û hebûna xwe di qadê de diparêzin. Armanca me bi van semîner û atolyeyan ew e ku jinên serbixwe hêzdar bikin da ku bigihîjin astên herî bilind ên serokatiyê û karsaziyên xwe bi serkeftî birêve bibin.”
Di dawiya semînerê de hat tekezkirin ku divê beşdar li ser pêwîstiya avakirina hevkariyên pratîkî û torên diyalog û hevgirtinê bisekinin û hat xwestin dijwariyên ku ji ber şer derketine holê veguherînin derfetên guhertina rastîn û hêzdarkirinê.