Pêşnûmeya zagona ku berpirsiyariya cezayî ya zarokan zêde dike hat qebûlkirin

"Pêşnûmeya Qanûnê ya li ser Guhertinên Qanûna Parastina Zarokan û Hinek Qanûnan" ku rêziknameyên li ser pergala dadweriya zarokan, darizandin, parastina zarokan dihewîne bi dengên AKP û MHP'ê li meclîsê hat qebûlkirin.

Navenda Nûçeyan – "Pêşnûmeya Qanûna Guhertina Qanûna Parastina Zarokan û Hinek Qanûnên Din" di Komîteya Giştî ya parlamentoyê de bi dengên partiyên AKP û MHP'ê hat pejirandin.

Bi vê guhertinê, bidestxistina çekê ji aliyê zarokekî ve ji ber xwedîkirina wê ya nerast û nebûna lênêrîna wê weke "sûcek cuda" hatiye hesibandin. Bi şertê ku ev kiryar sûcek girantir nebe, kesên ku bêyî lênêrîna pêwîst çekek di destê xwe de bigrin dê ji 1 heta 3 salan cezayê girtîgehê bigrin.

Sînorên cezayê ji bo zarokên 15-18 salî hatin zêdekirin

Bi guhertina Qanûna Ceza ya Tirkiyeyê (TCK), sînorên jêrîn û jorîn ên cezayên girtîgehê ji bo zarokên 12-18 salî hatine zêdekirin. Ji bo sûcên weke kuştina bi zanebûn û zirara giran a fizîkî ku cezayê girtîgeha heta hetayê ya girankirî distînin. Sînorê jorîn ê cezayê ji bo zarokên 15-18 salî ji 19 heta 27 salan zêde bûye lê ji bo dozên ku cezayê hepsa heta hetayê distînin, ew ji 15 heta 18 salan zêde bûye.

Bi pêşnûme qanûna ku hatiye pejirandin re, di sûcên birîndarkirinê de rakirina rayeya daxistina temen bi bûyerên herî giran re hat bisînorkirin. Li gorî vê dadgehên zarokan; dê di rewşên kesên ku ji ber birîndarbûnê li ber mirinê ne, hemû lebat, dîtin, bihîstin û axaftin nemaye, an jî heta dawî nikaribe biaxive biwelide û di rû de birînên kûr mabin an jî jiberçûna jineke ducanî her wiha mirina ji ber birîndarbûnê; dê daxistina temen pêk neynin. Wekî din jî rewşên qelsbûna lebatan an jî şikestina hestiyan jî ji çarçoveya daxistina ceza hatin derxistin.