TAJÊ salvegera damezrandina KJK’ê pîroz kir

TAJÊ bi daxuyaniyekê salvegera damezirandina KJK’ê pîroz kir. TAJÊ diyar kir ku ked û xebatên ku ev 9 sal in didin meşandin bi saya berxwedana KJK’ê ye.

Şengal-Bi boneya salvegera 19’emîn a damezrandina Komalên Jinên Kurdistanê (KJK) li Şengalê ji aliyê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî ve li Baxçê Nazê daxuyanî hat dayîn. 

Daxuyanî ji aliyê endama TAJÊ Ferîde Şengalî ve hat dayîn.

Daxuyaniya TAJÊ wiha ye:

“Em weke TAJÊ ji 2014’an ve me xwe birêxistin kirî. Me bi xebatên xwe pêşiya gelek siyasetên ku li ser Şengalê dihat kirin, girt. Ked û xebatên ku 9 sal in em didin meşandin bi saya berxwedana KJK’ê ye. Îro salvegera damezrandina KJK’ê ye. Em damezrandina KJK’ê li hemû jinan pîroz dikin. Pergala KJK’ê bûye fikr û felsefeya azadî û rizgariya jinan a di bin pergala mêr de. Me bi fikrên KJK’ê xwe li gelek milan ve birêxistin kir. Em weke TAJÊ destpêkê damezrandina KJK’ê di şexsê heval Sara de pîroz dikin. Ked û xebatên jinan ku tê meşandin bi saya xwîna şehîdên berxwe dabûn bû, bi saya jinên weke heval Sara bû ku hemû jiyana xwe daye ber miletekê.

Heval Sara beriya fermanê jî li Ewropayê ji bo civaka Êzidî kar û xebat da meşandin. Beriya fermanê em jinên Êzidî KJK’ê nas nedikir lê heval Sara ji bo civaka Êzidî li Ewropayê gelek kar û xebat da meşandin. Em heval Sara bi bîr tînin ku keda wê li ser jin û civaka Êzidî heye. Weke tê zanîn gotinek heval Sara ye ku digot ‘Xeyala min ew bû her derê Kurdistanê bikin gul û çîçek.’ Em ji şehîdên xwe re dibêjin bila rehet bin em ê xewn û xeyalên şehîdên xwe, em ê xewn û xeyala şehîd Sara pêk bînin. Li ser vê esasî em careke din bi hurmet heval Sara bi bîr tînin û damezrandina KJK’ê pîroz dikin. Em ê her derê Şengalê bi gul û çîçekan bixemlînin û xewn û xeyala heval Sara pêk bînin.”

Piştî daxuyaniyê endamên TAJÊ ji bo heval Sara kulîlkan çandin.