Sûdan: Bijîşkên jin ên li kampên penaberiyê hatin qetilkirin

Jinên Sûdanê êrîşên Hêzên Piştgiriya Lezgîn ên ku jinan dikin armanc şermezar kirin û gotin: "Bijîşk Henedî El-Nûr û Ferdos El-Tayib sembola jinên tekoşer ên Sûdanê bûn, hatin hedefgirtin."

EYA IBRAHÎM

Sûdan – Ji Gulana 2024'an û vir ve Hêzên Piştgiriya Lezgîn li bajarê El-Faşira paytexta eyaleta bakurê Derfûrê êrîşan lidar dixe. Êrîş di demên dawî de zêdetir bûn. Di encama van êrîşan de gelek kesan jiyana xwe ji dest da û yên din jî birîndar bûn. Ev êrîş piştî ku artêşa Sûdanê gelek eniyên şer bi taybetî paytexta Xartûmê vegerandin, dijwartir bûn.

Rojên derbasbûyî wargeha Zemzem û Ebû Şûk jî di nav de kampên penaberan ên li Derfûrê rojavayê Sûdanê, bûn şahidê binpêkirinên dijwar ku ji aliyê Hêzên Piştgiriya Lezgîn ve li dijî sivîlan pêk hatin. Ev êrîş û binpêkirin hem li herêmê û hem jî li qada navnetewî hatin  şermezarkirin û banga rawestandina van kiryaran hat kirin. 

Du bijîşkên jin ên wargehê qetil kirin

Jinên ku li van kampan dimînin herî zêde para xwe ji êrîş, koçkirin, qetilkirin û destavêtinê digrin. Li wargeha Zemzemê, sembola berxwedan û têkoşînê bijîşk Henedî El-Nûr a ku birîndar derman dikirin û destek dida gel, hat qetilkirin. Her wiha bijîşk Ferdos El-Tayib di encama êrîşên li ser wargeha Ebû-Şûk de jiyana xwe ji dest da. Ev her du bûyer ji aliyê gel, bi taybetî ji aliyê jinan ve bi bertekên hişk hatin pêşwazîkirin.

'Ew sembola jina tekoşêr û berxwedêr bû'

Seroka Tevgera Edalet û Wekheviyê Emîne Salêh bal kişand ser komkujî û binpêkirinên ku li wargehên koçberan pêk tên û wiha got: "Êrîş û komkujiyên ku wargeha Zemzem û wargehên din ên koçberan dikin hedef, ji aliyê Hêzên Piştgiriya Lezgîn ve tên kirin. Ev jî sûcek li dijî nirxên mirovî ye û derî carek din ji koçberî û penabertiyê vedike. Koçberên kampê bi xwîn, rondikên jin û zarokan û bi wendakirinê re rûbirû dimînin. Bûyera kampa Zemzem tawaneke li dijî mirovahiyê ye. Bijîşk Henedî El-Nûr sembola jina tekoşêr û berxwedêr e. Li gor derfetên heyî di nava êrîşan de destek û alîkarî dida jinên Sûdanê."

'Bila dawî li pevçûnan bînin’

Profesora yek ji zanîngehên Sûdanê Selwa Xalêb balkişand ser pevçûnên ku li Sûdanê rû didin û wiha axivî: "Hemû binpêkirin û tewanên şer li Derfûrê pêk anîn. Ev binpêkirin ji berpirsyariya zagonî derbas bûne. Hêzên Piştgiriya Lezgîn kampên Zemzem û Ebû Şûk armanc girtin, sivîl kuştin û destdirêjiyê li jinan kirin. Em banga dawîkirina pevçûna ku her kesî dike hedef, dikin. Yên ku şer herî zêde bandorê li wan kiriye, jin in. Divê mafên wan bên parastin û rêz ji wan re bê nîşandan."

'Ger êrîş bidawî nebin dê felaketên mirovî werin jiyîn'

Rojnamevan Mayî Ezz El-Dîn jî kiryar û êrîşên Hêzên Piştgiriya Lezgîn şermezar kir û hestên xwe bi van gotinan anî ziman: "Di van rojên dawî de êrîşên li ser wargeha Zemzem dijwartir bûne û herî zêde jin û zarok tên hedefgirtin û para xwe ji van êrîşan digirin. Qetilkirina bijîşk Henedî El-Nûr a li wargeha Zemzemê, ji aliyê jinan ve bi şermezarkirin û bertekan hat pêşwazîkirin. Tevî şermezarkirinan jî, komkujiyên qirkirinê didomin. Divê bi lez ev êrîş bi dawî bibin, ji ber ku dê felaketên mirovî bi xwe re ava bikin."