‘Armanca me kokên civaka demokratîk çandin e’

Li wargeha Mexmûrê Yekitiya Xwendevanên Azad a Mexmûrê (YXA-M) bi tevlîbûna 300 delegeyan konferansa xwe ya 5’emîn lidarxist.

Mexmûr – Du salan carekê xwendevanên wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) dibin sîwana YXA-Mexmûr de konferansa xwe lidardixe. Îsal jî bi tevlîbûna 300 delegeyan xwendevanan konferansa xwe ya 5’emîn di dîroka 13’yê Mijdarê de bi şiyara ‘Bi zanebûna kolektîf ber bi civaka demokratîk ve’ lidarxist.

Endama Yekitiya Xwendavanên Azad a Mexmûrê Mujde Bîlen li ser 5’emîn konferansa YXA-M ji ajansa me re axivî.  

‘Em li ser bingeheke rêxistinkirineke azad disekinin’

Mujde Bîlen di destpêka axaftina xwe de konferansa 5’emîn a YXA-M li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Şehîd û gelê xwe pîroz kir û wiha axivî: “Weke her sal îsal jî em li ser bingeheke rêxistinkirineke azad disekinin. Armanca me kokên civaka demokratîk çandin, ciwanên xwe ji pêşerojê re amade kirin fikir, rexne, pêşniyarên wan girtin û li ser vê rêyê ramanên wan ên azad meşandine.”

‘Hewildanên Yekitiya Xwendevanên Azad a Mexmûrê’  

Mujde Bîlên di dawiya axaftina xwe de balkişand li ser rêyên hevpar ên çareserkirina pirskirêka û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Di pergalê de pirskirêkên çawa hene, dê çawa bên çareser kirin û rêyeke hevpar çawa bê dîtin weke Yekitiya Xwendavanên Azad a Mexmûrê em dixwazin bibin bersiv. Ez hêvîdarim ku xebatên bên meşandin ji xwendekaran, gel û civaka me re bibe bersiv.”