Gretchen Dutschke: Guh bidin Abdullah Ocalan
Aktivîsta nifşê 1968’an Gretchen Dutschke ku pêşgotina pirtûka peyamên 95 ramanwerên piştgiriyê didin pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ nivîsandî, bal kişand ser mafên wekhev ên jinan û got: “Banga Abdullah Ocalan bersiv dibîne.”
Navenda Nûçeyan – Desteka rewşenbîrên navnetewî ji bo Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ku bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di 27’ê Sibata 2025’an de dest pê kir, didome. Daxuyanî û nameyên ku di çarçoveya kampanyaya piştgiriyê ya navnetewî ku piştî bangê ji bo rewşenbîran hat destpêkirin û 95 rewşenbîr tevlî bûn de bi raya giştî re hatin parvekirin. Ev daxuyanî û name dê ji aliyê Daraja Press ve bi zimanê Îngilîzî wekî pirtûkeke dîjîtal (e-book) bên weşandin.
Nivîskar û aktivîst Gretchen Dutschke, yek ji pêşengên ciwanên 68’an ên Elman e pêşgotina pirtûkê nivîsî.
Gretchen Dutschke da zanîn ku pêşgotina pirtûkê bi gotinên ‘Werin em guh bidin Ocalan’ ji Heyeta Îmraliyê re hatiye şandin, da zanîn ku perspektîfa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêşkêş dike riyeke ji bo derketina ji krîzên cîhanî yên heyî ye.
‘Di cîhana me ya tarî de çirayek e’
Gretchen Dutschke, diyar kir ku banga Abdullah Ocalan a ji bo yekbûna Tirkiyeyê li ser bingeha aştî, azadî û demokrasiyê bersiv dîtiye û di pêşgotina xwe de ev tişt got:
“Di encamê de li cîhana me ya tarî bûye çirayek... Banga Ocalan a ji bo yekîtiya Tirkiyeyê li ser bingeha aştî, azadî û demokrasiyê bersivê dibîne. Ez jî bi hemû dostên gelê Kurd re hêvî dikim ku ev pêvajo bidome û di encamê de li Tirkiyeyê demokrasî çêbibe, gelê Kurd di her warî de bigihîje mafên wekhev.
‘Demokrasî tenê têrê nake’
Gretchen Dutschke da zanîn ku bi eslê xwe Emerîkî me, îro li Elmanyayê dijî û got: “Di sedsala borî de ev her du welat in ku belkî mezintirîn wêranî anîne ser jiyana mirovan. Werin em guh bidin Ocalan! Werin em guh bidin tiştên ku ew dibêje! Di encamê de demokrasî, azadî û aştî tenê riya çareseriyê ye. Erê em mafên mirovan jî li van zêde bikin. Ji ber ku mixabin demokrasî bi tenê bes nîn e. Îro li Elmanyayê her kes, tevî Partiya Nazî AfD jî xwe weke demokrat pênase dike. Ji ber vê yekê divê em mafên mirovan jî wekî beşeke ku ji demokrasiyê nayê veqetandin bibînin. Ya ku Kurd dixwazin jî bêguman tam ev e.”
Gretchen Dutschke tekez kir ku pergalên heyî tenê sermaye û desthilatdaran diparêzin, xweza û jiyana mirovan paşguh dikin û bi van gotinan bang li cîhanê kir: “Dem hatiye ku hûn çavên xwe vekin û li tiştên di civaka Kurd de diqewimin binêrin.”
‘Mafê wekhev ê jinan pir girîng e’
Gretchen Dutschke, da zanîn ku peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan divê ji gelên din ên bindest re bibe îlham û bal kişand ku rizgariya jinan û ekolojiyê kevirên bingehîn ên têkoşîna azadiya Kurd in û wiha got:
“Min hêvî dikir ku dengê Abdullah Ocalan bigihîje bi hezaran. Gelên din ên bindest fêm bikin ka bidestxistina aştî, azadî, demokrasî, mafên mirovan, sererastkirina jîngehê û mafên wekhev ji bo jinan ku beşek girîng a têkoşîna Kurdan in, çiqas girîng e.”
Ji bo Rojhilata Navîn û cîhanê destpêkek nû
Gretchen Dutschke bal kişand ser pirsgirêka Filistînê û da zanîn ku ger Hamas bangek wisa ji bo aştî û veguherînê bike, dikare rê li ber guhertinê di civaka Îsraîlê de veke.
Aktivîstê atmosfera siyasî ya li Elmanya û Emerîkayê rexne kir û got ku tevî vê jî peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dîwarên hegemonyaya Emerîkayê derbas kiriye dest bi guhertinên paralel jiyana mirovên asayî li navendên mîna New Yorkê dike.
Gretchen Dutschke tekez kir ku li Tirkiye û Sûriyeyê avakirina jiyana demokratîk a piralî û ekolojîk a domdar ku tê de mafên wekhev ên jin û mêran hebin mimkun e û wiha dawî li axaftina xwe anî:
“Ev herêma ku carekê erdên wê erdnîgariya herî pêşverû ya cîhanê bûn, dikare careke din bibe herêmeke wisa. Ji kerema xwe re, ez ê dîsa bibêjim: Guh bidin Abdullah Ocalan!”
Gretchen Dutschke-Klotz kî ye?
Gretchen Dutschke-Klotz, nivîskar û çalakvana siyasî ya Elman-Emerîkî ye ku di 6’ê Adara 1942’an de ji dayîk bûye. Weke hevjîna Rudî Dutschke ku yek ji kesên pêşeng ê tevgerên xwendekaran di salên 1960’î hatiye naskirin. Bi xebatên xwe yên li ser tevgera aştiyê, beşdariya demokratîk û veguherîna civakî derketiye pêş. Wê tevkariyê li parastin û arşîvkirina mîrateya siyasî ya nifşê 1968’an kiriye, bi taybetî di avakirina bîra dîrokî ya tevgerên xwendekaran ên li Elmanyayê de roleke çalak lîstiye. Nivîs û axaftinên wê balê dikşînin ser mijarên demokrasiya radîkal, berxwedana sivîl û berpirsyariya civakî.