Sozdar Avesta: Bi hêza 52 salan emê berxwedana xwe mezintir bikin
Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta got: “Emê bi hêza ku ji şehîdên xwe digirin, bi hêza ku ji Rêber Apo û têkoşîna xwe ya 52 salan digirin, berxwedana xwe hîn mezintir bikin û teqez bi ser bixin.”

Navenda Nûçeyan - Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta di hevpeyvîna taybet a ku di Stêrk TV hat weşandin de, kadroyên pêşeng ên Tevgera Azadiyê ya Kurd ên di meha Hezîranê jiyana xwe ji dest dane û kesayetên dîrokî bi bîr anî. Sozdar Avesta destnîşan kir ku meha Hezîranê di dîroka gelê Kurd û Tevgera Azadiyê de mehek girîng e û got ku bilêvkirina kesayetên ewqas mezin ne hêsan e.
Sozdar Avesta got ku “Di şexsê Şêx Seîd û hevalên wî yên ku sed sal berê hatin darvekirin de wan bi rêzdarî û bi hurmet bi bîr tînim” û wiha pê de çû: “Dîsa rojek weke îro di sala 1993’yan de 33 rewşenbîr, hunermend, kesayetên navdar, zanyar ên civakê hem Elewî, hem Kurd û hem jî ji gelên Tirkiyeyê li oteleke Sêwazê zindî hatin şewitandin, salvegeran wan e jî. Her wiha em 29’emîn salvegera şehadeta hevrê Zîlan (Zeynep Kinaci) pêşwazî dikin. Di nava Tevgera Azadiyê de cara yekem pêşdîtina Komploya Navneteweyî kir, hîs kir û li ser vê bingehê ket nav tevgerê. 29’emîn salvegera şehadeta hevrê Zîlan e. Her wiha dîsa hevalên me yên pêşengên jin ên Tevgera Azadiyê hevrêyên weke Sema Yucel, hevrê Fikrî Baygeldî, hevrê Gulan (Fîlîz Yerlîkaya), hevrê Bêrîvan Zîlan, Raperîn Amed û Leyla Agirî ev hevrêyên pêşeng di vê mehê de şehîd bûn. Di şexsê van hevrêyan de ez tevahî şehîdan bi hurmet û minet bi bêrîkirin û eşqa azadiyê bi bîr tînim. Li ser xeta şehîdan Têkoşîna Azadiyê bêyî navber berdewam dike. Ji vir û şunde jî wê berdewam bike. Bi vê boneyê ez di hizûra şehîdan de soza xwe dibare dikim.”
‘Bersiva qirkirinê têkoşîn bû’
Sozdar Avesta diyar kir ku li ser gelê Kurdistanê bi taybetî jî sed sal e di şexsê Şêx Seîd û hevalên wî de siyaseta qirkirin û îdamê ya înkarê ketiye meriyetê. Sozdar Avesta anî ziman ku ji wê rojê û vir de komara Tirkiyeyê ji demokrasî, edalet û parastina mafêm mirovan dûr ketiye û wiha got: “Li ser vê esasê gelê Kurdistanê bi êşên pir mezin re rû bi rû man. Gelek qirkirinên cuda û komkujî hatine jiyankirin. Ji bo bersîv ji vê qirkirinê re bê dayîn û dawî lê bê girtin, Rêber Apo dest bi Têkoşîna Azadiyê kir. Bi vê minasebetê yê ku herî zêde şehîd nemir kirin û di xeta şehîdan de meşa azadiyê bipêş xist û têkoşîn mezin kir, hevrêyê heqîqetê yê hevrêyê şehîd, Rêber Apo silav dikim, hurmet û hezkirinên xwe pêşkêş dikim.”
‘Şehîd nirxê me yên zîndî ne û hebûna me ne’
Sozdar Avesta balkişand ser girîngiya têkoşîna şehîdan û wiha got: “Ji bo ku wek Tevgera Azadiyê em bibin bersîv û nehêlin doza şehîdan ji holê rabe û ji bo armanc û daxwazên şehîdan, ev têkoşîn heta roja îro jî domandiye. Ji bo vê bêguman şehîd hîm û bîra civakê ne. Hemû hebûn û nirxên civakê, şehîd di hundirê xwe de kom dikin. Ji ber ku ewqas girêdana xwe û civakê hene. Ewqas zanista xwe ya dîrokî heye. Ewqas di dîrokê de tiştên hatine jiyîn di xwe de komkirin ev ji wan re dibe bingehekî ku di hemû kêliyan de ava dikin heta dighêjin asta şehadetê. Ji bo vê şehîd nirxê me yên zîndî ne û hebûna me ne. Rêber Apo timî ji bo şehîdan got, ‘ên di asta herî jor de dijîn şehîd in. Şehîd paşeroj û roja me ya îro ye. Dîsa pêşeroja me ye.’ Eger ne ji şehîdan bûya ev 52 sal e di xeta şehîdan de ev têkoşîna mezin di pêşengtiya Rêber Apo de nehatiba meşandin, niha ew qirkirina ku dest pê kir û ew siyaseta qirkirinê, îdam, komkujî û înkara nenaskirinê niha gihiştîbû armancên xwe û niha bi navê Kurd û Kurdistan û tiştek bi navê Kurdîtiyê di holê de nemabû. Ji bo vê em deyndarên şehîdan in ku rûmeta gelê Kurd û tevahiya mirovahiyê parast. Şehîd bûne kevirê bingehîn ê têkoşînê, ew bûn ruh, dil, mejî û heqîqeta vê têkoşînê. Têkoşîn Azadiyê bi şehîdan ewaqas mezin, bi wate û gerdûnî bûye û bûye nirxê tevahiya mirovahiyê.”
‘Zîlan taybetmendiyên Rêber Apo baş fam kiriye’
Sozdar Avesta diyar kir ku di Kurdistanê de rastiya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û kesayetiya azad ava kiriye, bi taybetî mirov dikare di şexsê Zîlan de bigre dest û wiha got: “Divê mirov vê yekê destpêkê bizane, hevrê Zîlan di demekî çawa de ket tevgerê û di kîjan kêliyê de û li hemberî çi vê çalakiya mezin li dar xist. Di sala 1996’an de bi komployek navneteweyî ew koploya di sala 1999’an de bi dîlgirtina Rêber Apo encam bû. Di esasê xwe de ev komplo di 96’an de xistin meriyetê. Di 6’ê Gulana 1996’an de li dijî Rêber Apo êrîşekî segvanî pêk hat. Armanca koplogeran ew bû ku bi fîzîkî Rêber Apo ji holê rakin û êrîşî Biryargeha Navendî ya ARGK’ê bikin. Wê demê biryargeh li Zapê bû û dixwestin bi tanq û topên xwe êrîşî Zapê jî bikin, bi hemû awayî hem Rêber Apo ji holê rakin û hem jî biryargehê tesfiye bikin û Tevgera Azadiya Kurdistanê tine bikin. Hevrê Zîlan ev komplo pêşbinî û hîs kir û li hemberê vê komployê kete nava çalakiyê. Ji bo wê bi taybetî nameyên hevrê Zîlan hene. Ev 29 sal in ku ewilî milîtanên azadiyê dixwendin û îro jî weke manîfestoya jinên azad û civaka azad li tevahî welat û derveyî welat hemû jinên têkoşer û civak van nameyan dixwîne. Hevrê Zîlan di nameyên xwe de tişta dianî li ser ziman, naskirina civaka Kurd, dîroka Kurd ku di dîroka Kurdistanê de pêşengên Kurdan ku wekî Şex Seîd, Seît Riza û Qazî Mihemed ên bi vî rengî li tevahî beşên Kurdistanê derketine û hatine tesfiyekirin û tinekirin. Carek din hevrê Zîlan li hemberî vê komplo û êrîşa li ser Rêber Apo viya di dilê xwe de hîs dike û dibêje, eger heta niha Kurd negihîştibin mafên xwe ji bê serokatî û rêbertiyê ye. Ji bêzanebûn û bêmanîfestoyê, bênasname û bêzanîst hatine hiştin. Ji bo vê hevrê Zîlan taybetmendiyên Rêber Apo di vir de bas fam kiriye û baş naskiriye. Ji bo vê jî hîs dike û dikeve nava tevgerê. Di nameya xwe de dibêje, “Xwezî ji canê min bêhtir tiştek din hebûya û min bikara bidaya. Ji bo parastina Rêber Apo.” Ji ber ku parastina Rêber Apo, parastina Kurdistanê bû. Parastina Rêber Apo parastina nirxê civakê û parastina xeta têkoşîna jinê bû. Hevrê Zîlan ev hemû nirxand û bi vî rengî dest bi çalakiyê kir. Ev çalakî jî bi vî rengî pêk anî û got, “Ez dixwazim bibim xwedî çalakiyek mezin û bi wate. Ji bo ku bikarim jiyanek bi wate ava bikim.” Bi vî rengî çalakî kir.”
‘Ev têkoşîn di xeta hevrê Zîlan de ewqasî bipêş ket’
Sozdar Avesta diyar kir ku ev 29 sal in Tevgera Azadiya Jinên Kurdistanê, di her kêliya jiyana xwe de pêşketinên di warê fikrî, zanistî, felsefî, sosyolojîk û psîkolojîk de, di asta ku heta bi niha gihîştinê de, di warê parastina cewherî û pêşxistina artêşbûna jinê de, Zîlan ji bo wan bûye manîfestoya jiyana azad û têkoşînê. Sozdar Avesta nirxandinên xwe yên li ser vê mijarê wiha domand: “Zîlan bû xetekî neketî. Ev têkoşîn di xeta hevrê Zîlan de ewqas bipêş ket. Bû wekî nexşerêyekê. Ji ber ku êdî me nexşerêya xwe dît. Êdî me modela jiyana azad dît. Ê ku bixwaze çawan parastin bê kirin, rê û rêbazên parastinê hevrê Zîlan bi çalakiya xwe nîşan dabû. Dîsa ji bo ku dijminê xwe nas bike, pêwîst e zanebûna dijmin di xwe de ava bike. Ji bo ku bikare hevzayendên xwe biparêz e û bikare xeta têkoşîna azadiyê bide meşandin. Divê herî zêde têkoşîna zayendî bipêş bixe. Têkoşîna zayendî di xeta hevrê Zîlan de pêşket. Ji ber ku têkoşînek radîkal û îdeolojî dihat xwestin, ev jî di manîfestoya hevrê Zîlan de derket holê. Bê guman ê ku name û manîfestoya hevrê Zîlan honand jî Rêber Apo bû. Di kêliya ewil de Rêber Apo nameyên hevrê Zîlan bi peyv bi peyv, hevok bi hevok şîrove kir û nîqaş kir û wate lê bar kir. Rêber Apo wiha got, “Zîlan fermandara me ye û em şervanên wê ne. Ew xwedawenda azadiyê ye.” Afirandinek nûjen afirand. Ji bo vê jî ev 29 sal in di xeta hevrê Zîlan de Tevgera Azadiyê di serî de Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bê ka dê çawan li hemberî hemû cureyên êrîşan, hemû siyasetên qirkirinê yên dihatin meşandin û hemû qetlîamên destdirêjiyên yên li ser jinan û jin çawan xwe birêxistin bikin têkoşîn geş kirin. Ji bo wê jî îro hevrê Zîlan bûye Tevgera Azadiya Kurdistan û Xwedawenda Azadiyê. Bi taybetî jî bûye fikir, zanebûn û nasnameya jina azad. Di esasê xwe de li ser vê nasnameyê em çawan dikarin êdî têkoşînê bikin. Ji bo vê jî wê timî çalakiya hevrê Zîlan rêya me ronî bike û timî wê di nava têkoşînê bi me re be. Em ê divê xetê de jî serkeftinên mezin bi dest bixînin.”
‘Hevrê Sema çalakiya hevrê Zîlan pir baş fam kiribû’
Sozdar Avesta li ser pirsa “Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çawa bersivek da çalakiya Zîlan?” wiha got: “Di wê demê de di nav gerîla de, di warê taktîkî de xwe dubarekirin dihat jiyîn. Afirînerî kêm bûbû, pêşxistina taktîkên nû, rêbazên nû, derxistina doktrîna şer, her tim pêşxistina çalakiyên serketin û parastina civakê kêm mabû. Bi taybetî di vê serdemê de xiyanetkar û tesfiyeker derketibûn holê. Rêber Apo çalakiya hevrê Zîlan wekî hewldanekê nirxand. Rêbertiyê wiha got: “Ev çalakî ne yekîneyeke gerîla, ne jî tabûrek dikaribû bike. Ji niha û şûnde jî ti çalakî nikare cihê çalakiya Zîlan bigre, ji ber ku ev çalakiyeke yekem e ku cara yekem hate kirin. Kesî ev çalakî bi wê re nekar. Yên ku ji niha û şûnde çalakiyên bi vî rengî bikin, tenê dikarin bibin şopdarên Zîlan.”
Rêber Apo piştî çalakiya fedayî ya Zîlan, li ser jinê bêhtir analîzên kûr bipêş xist. Pirsên wekî jina azad kî ye, çawa dijî, divê çawa bijî, çawa têkoşînê bike, çawa şer bike, çawa rêxistin bibe, pirsî û bersivên van pirsan geriya. Ji bo hewldanên Rêber Apo yên ji bo bilindkirina Tevgera Jina Azad û bi giştî Tevgera Apoyî ji bo vê astê, di wê serdemê de bersiveke watedar ji Girtîgeha Çanakkaleyê ji hevrê Sema Yuce hat. Hevrê Sema diyar kir ku diviyabû çalakiya ku şehîd Zîlan kiriye, beriya wê me bikira. Hevrê Sema çalakiya hevrê Zîlan pir baş fam kiribû, li ser wê kûr bûbû û xwe perwerde kiribû. Gihîştibû wê baweriyê ku têkoşîna azadiyê ne hêsan e û gihiştîbû heqîqetekê. Hevrê Sema di zindanê de dibîne hin sextekar dijîn û ferq kir ku li hemberî Rêbertiyê rewşên durû derketine holê. Di wê demê de Mehmet Can Yuce yê ku paşê xiyanet kir û reviya, xwe li zindanê wekî cihê Rêbertiyê didît û teqlîda Rêbertiyê dikir. Hevrê Sema ev yek dît û got: “Rêber Apo ne ev e, têkoşîn û rastiya Rêber Apo ne ev e, li ezman 2 roj nabin.” Hevrê Sema got ku tenê evînek heye û ew jî rastiya Rêber Apo ye ku di xeta şehîdan de tê jiyîn. Hevrê Sema bi vî rengî bû asteng li ber êrîşên di zindanê de.”
‘Salek piştî çalakiya Zîlan, YAJK hat damezirandin’
Sozdar Avesta bi bîr xist ku di wê pêvajoyê de hem li derve hem jî li hundir êrîş hebûne û ev tişt gotin: “Amadekarî ji bo Komployeke Navneteweyî dihatin kirin. Hevrê Sema jî li dijî van êrîşan çalakiyek pêk anî. Hevrê Sema û Zîlan di vî warî de hev temam kirin. Rêber Apo jî di asta herî jor de bersiv da van şehadetan û got: “Ji niha û şûnde paşve gav avêtin tuneye, jin di her warî de gihîştine xeta azadiyê.” Got, êdî jinan di her qadê de xwe îspat kirine, di çalakiyan de, di tevlîbûna gerîla de, di pêşengtiya jiyana azad de jin divê êdî xwedî rêxistinbûneke xweser bin. Bi rastî jî, salek piştî çalakiya hevrê Zîlan, YAJK hate damezirandin û bi çalakiya hevrê Sema jî îdeolojiya rizgariya jinê hate afirandin. Rêber Apo ev yek bi 5 xalên bingehîn ragihand. Di serdemeke ku her kesî pişta xwe dabû welat û li paş xwe nenêrî, hevrê Sema bi çalakiya xwe careke din rûyê her kesî ber bi têkoşîna welat ve zivirand.”
‘Şehîdan Rêber Apo mezin kir’
Sozdar Avesta destnîşan kir ku Ocalan li ser vê bingehê nîşan daye ku jin çawa dikarin xwe birêxistin bikin, çawa dikarin rêxistinbûneke mayînde ava bikin û têkoşîna vê yekê çawa pêş bixin. Sozdar Avesta wiha berdewam kir: “Di heman demê de bal kişand ser çawa parastina vê rêxistinbûnê dikare bê kirin. Her wiha li ser aliyê ehlaqî, civakî, etîk û estetîk û çawa îdeolojiya azadiyê dikare bê pêşxistin sekinî. Rêber Apo di wê pêvajoyê de behsa teoriya kuştina mêr kir. Rêber Apo hêza herî mezin ji şehîdên jin girt. Li ser vê bingehê, diyar kir ku desthilatdariya mêr tê çi wateyê, di netew dewletê çawa tê jiyîn, di dîrokê de çawa hatiye jiyîn, jin çawa dikarin xwe ji vê rizgar bikin, mêr çiqas di xwe de guherîn û veguhertinê pêk bîne, desthilatdariya xwe ji holê rake, bi jinê re hevrêtiyeke rast bike û jinê çiqas rast şîrove bike, ewqas azad dibe û jiyana azad ava dike. Şehîdan Rêber Apo mezin kir, Rêber Apo jî şehîdan di her warî de jiyanî kir, heta roja me anî û têkoşîna wan mayînde kir.”
‘Hevrê Fûat zarokê fermanê bû’
Sozdar Avesta li ser jiyan û tekoşîna yek ji pêşengên Tevgera Azadiyê Fûat (Alî Haydar Kaytan) ê di 3’yê Tîrmeha 2018’an de jiyana xwe ji dest dabû jî rawestiya û wiha got: “Hevrê Fûat yek ji yekem hevrêyên ku tevlî Têkoşîna Azadiya Kurdistanê ya Rêber Apo bûbû. Di 12’emîn Kongreya me de, şehadetên wî û hevrê Riza Altûn bi fermî hatin ragihandin. Bi vê wesîleyê, ez careke din van her du hevrêyan bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînim. Ew pêşengên vê têkoşînê bûn, rêberên wê bûn, hevrêyên Rêber Apo bûn. Hevrê Fûat zarokê fermanê bû. Di sala 1938’an de terteleya Dersimê qewimîbû. Hevrê Fûat ev çîrok ji dê û bavê xwe bihîstibûn. Malbata wî, dê û bavê wî terteleya Dersimê jiyabûn. Di nav gelê me yê Dersimê de êşên kûr hatibûn afirandin; çiya, deşt û Çemê Mûnzûrê yê van axên pîroz şahidî ji wê komkujiya mezin re kiribûn. Zarokatiya hevrê Fûat di vê erdnîgariyê de derbas bûbû. Ji ber vê yekê lêgerînên wî yên gelekî mezin hebûn. Xwendina li Dersimê, di wê serdemê de, çûyîna dibistanê û gihîştina xeyalan gelekî zehmet bû. Civaka Elewî di wê demê de û hîn jî negihîştiye mafên xwe. Wê demê neheqî û newekhevî bi awayekî pir zêdetir dijiya. Dewletê digot ku bi îdamkirina Seyît Riza me damarên berxwedêr bi dawî kir, lê Seyît Riza dema hate îdamkirin got: “Min nikarîbû bi derew û hîleyên we, ev ji min re bû derd, min li ber we serî netewand bila ev jî bibe derd ji we re.” Têkoşîna Azadiya Kurdistanê tê wateya rizgariyê, hesabpirsînê û avakirina jiyaneke wekhev li Dersimê. Yek ji yên ku di vê yekê de pêşengî kirin hevrê Fûat bû, di Têkoşîna Azadiya Jinê de jî hevrê Sara bû. Her du hevrêyan jî PKK temam kir.”
‘Hevrê Helmet yekser çû ba Rêbertî û perwerda wî girt’
Sozdar Avesta têkildarî Helmet (Diyar Xerîb) ku endamê Konseya Rêveber a KCK'ê bû û di 26’ê Hezîrana 2019’an de di encama êrîşa li hember Çiyayê Qendîlê de jiyana xwe ji dest dabû jî axivî û wiha got: “Şehadeta Heval Helmet jî di meha Hezîranê de pêk hat. Bi vê wesîleyê, ez hemû şehîdên me yên azadiyê û şehîdên Başûr bi hurmetî di kesayetiya hevrê Helmet de bi bîr tînim. Komkujiyên li Bakur, li Başûr jî pêk hatin. Hevrê Helmet kesek bû ku bi xwe Komkujiya Helebçeyê û Enfalê jiyaye û şahidî kiriye. Wî li Başûr jî dîtibû ku pêdivî bi şoreşek rastiyê heye, şoreşek ku tevahiya Kurdistanê bigire nav xwe. Diviyabû gelê Kurd ji vê dîroka qirkirinê rizgar bibe. Ev ne çarenûs bû. Rizgarbûn ji komkujî û Enfalê bi pêşengek rast, rêberek rast; bi raman, felsefe û rêbazên rast ên têkoşînê ve girêdayî bû. Lêgerînên hevrê Helmet jî di vî alî de hebûn û ev lêgerîn wî bi têkoşîna azadiyê re anî cem hev. Têkoşîna azadiya Kurdistanê di serdema ku ew tevlî bû de di qonaxek girîng de bû. Hevrê Helmet di demek kurt de wekî kesayetiyek pêşeng jî derket pêş. Di salên xwe yên pêşîn de, ew yekser çû ba Rêbertî û perwerdeya Rêbertî wergirt. Hevrê Helmet PKK’ê û ramanên PKK’ê ji Rêber Apo hîn bû û ji ber vê sedemê her tim diyar dikir ku ew bi şans e. Ew digot, ‘Ez pir bextewar im ji ber ku min ji Rêber Apo perwerde dît û PKK’ê ji wî nas kir.’ Ew heta dawiyê dilsozê diyalogên ku di vê perwerdeyê de bi Rêber Apo re danî, tiştên ku hîn bû û soza ku da Rêber Apo ma.”
‘Emê bi hêza şehîdan biserkevin’
Sozdar Avesta li ser pirsa “Di vê pêvajoyê de ku bi banga Rêber Apo ya Aştî û Civaka Demokratîk destpê kir, divê mirov çawa xwedî li jiyana şehîdan derkeve û li ser vî esasî çawa tevlî pêvajoyê bibe?” wiha got: “Em ji bo şehîdên xwe yên di vê têkoşînê de kedên wiha mezin dane, çi bêjin kêm e. Helbet em di pêvajoyeke girîng û dîrokî de ne. Bi banga Rêber Apo ya Aştî û Civaka Demokratîk em gihiştin vê qonaxê. Nirxên di 52 salan de hatin avakirin, serhildanên ku 100 sal in diqewimin, di vê pêvajoyê de divê em hîn bêhtir xwedî li van derkevin. Berdêlên mezin ên hatine dayîn hene, heqîqeta şehîdan heye, lewma bi taybetî pêşengtiya ji vê pêvajoyê re pir girîng e. Helbet pêşengên vê pêvajoyê jin in, garantiya pêvajoyê jin in. Heval Zîlan, heval Sema, hemû şehîdên me yên jin çawa xwestine her demê ji pêngavên derketine re bibin bersiv, ji îro û şûnde jî divê li ser xeta heval Zîlan, Sema, Fuat, Riza, Helmet û Leyla têkoşîn were meşandin. Rêber Apo bi îrade, zanebûn, felsefeya azadiyê û baweriya ji xwişk-biratiya gelan re ji bo hemû gelan ji van komkujiyan rizgar bike, ji şerên li herêmê rizgar bike ev pêngav da destpêkirin. Lewma em ê bi hêza ku ji şehîdên xwe digirin, bi hêza ku ji Rêber Apo û têkoşîna xwe ya 52 salan digirin, berxwedana xwe hîn mezintir bikin û teqez bi ser bixînin.”