SOHR: Li Sûriyeyê di 24 saetan de herî kêm 19 kesan jiyana xwe ji dest da
SOHR’ê rapora 24 saetan aşkera kir. Li gorî raporê; di encama êrîşên li herêmên cûda yên Sûriyeyê yên teqîn û bi çek dex herî kêm 19 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Navenda Nûçeyan – Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), li gundewarê Idlibê di kargeheke çêkirina cebilxaneyê ya komên biyanî (Tirkistan-Ozbek) ên di nava hêzên hikûmeta demkî ya Sûriyeyê de, teqînek çêbû. Di encama teqînê de herî kêm 10 kes mirin û 9 kes jî bi giranî birîndar bûn.
Li bajaroka Siwêdan a li rojhilatê Dêrazorê ji ber nakokiyên malbatî yên li ser erdekî şer derket, di encamê de ciwanek jiyana xwe ji dest da. Li bejahiya Herîbşê yê li başûrê Dêrazorê ji ber teqîna mayîneke bermahiyên şer, ciwanekî jiyana xwe ji dest da.
Di teqînê de zarokekê jiyana xwe ji dest da
Li gundê Cibrîn ê bajarê Hemayê jî teqînek rû da, di encamê de yek jê zarok, 3 sivîlan jiyana xwe ji dest dan. Li aliyê din li Helebê jî jineke ciwan ku beriya mehekê di encama gulebarana bêserûber de birîndar bûbû, jiyana xwe ji dest da.
Li bajaroka Helfaya yê Şamê jî di encama gulebarana bêserûber de ciwanekî din hat kuştin. Kiryarê êrîşê nehat tesbîtkitin, bûyer di nava gelê xwecihî de fikarên ewlehiyê zêde kiriye. Bi heman awayî li bajaroka Mehecê yê li bakurê Derayê jî çekdarên nenas derengiya şevê bi ser malekê de girt û ciwanek qetil kir.
Herî dawî hate diyarkirin ku li taxa Cebeleyê yê bajaroka Selqîn a Idlibê jî di êrîşa çekdarên nenas de “cîhadîstekî Îraqî” hatiye hedefgirtin û kuştin.