Civaknas Seher Bayar: Kodên çandî û zimanê hikûmetê tundiyê zêde dike
Civaknas Seher Bayar da zanîn ku sedema zêdebûna tundiyê li Stenbolê îsrara kodên çandî û nepêkanîna qanûnan e û got: “Zimanê dijmînatiyê ya hikûmetê bandor li ser polîtîkayên jinan dike.”

ARJÎN DÎLEK ONCEL
Amed – Jinan li seranserê cîhanê di nav pêlek a tundiyê de têkoşîna jiyanê didin. Tirkiyê jî, di bûyerên tundiya li dijî jinan de di nava welatên Rêxistina Hevkariya Aborî û Geşepêdanê (OECD) de di rezên ewil de cih digre. Tirkiyeya ku yekem îmzakarê Peymana Stenbolê ya bi salane ji bo jinên Tirkiyê “sîmîda canxilasî” ye, peymanê di 24’ê Mijdara 2011’an de li Meclîsa Mezin a Neteweyî ya Tirkiyeyê pejirand û bû yekemîn welatê ku ji meclîsa xwe derbas kir. Lê, di dîroka 20’ê Adarê de bi biryarnameya Serokomariyê peyman hat belavkirin. Biryara betalkirinê, di 1’ê Tîrmeha 2021’an de fermî bû. Piştî biryara betalkirinê, AKP’ê ji bo pêşîgirtina bertakan got "qanûna navxweyî têrkêr e" û ji bo "tundiyê sifir tolerans” nîşan bide.
Ji sala 2021’an vir ve zêdebûna qetlîamên jinan
Lêbelê, "qanûna navxweyî têrkêr” nebû. Ji sala 2021’an vir ve qetîlkirina jinan ji sedî 162 û mirinên bi guman yên jinan jî ji sedî 100 zêde bûn. Di vê pêvajoyê de, pakêtên Darazê yên cûrbecûr hatin rojevê. Di van pakêtan de nîqaşên "efûya qismî" hatin kirin. Mijarên girêdana nafaqê ya ji bo dem û rakirina wê jî di rojevê de cih girt. Di hevberdanan de, bi "navbeynkariyê" re hat xwestin jin vegerînin qadên ku rastî tundiyê tên.
Di Qanûna Cezayê de guhertin
Biryarek din a bû sedema bertekên rêxistina jinan jî, guhertina di Qanûna Cezayê de hate kirin e. Ji madeyê re rêziknameya ku daxistina rewşa baş astengbike hate zêdekirin. Sûcên li dijî jinan wekî “taybet” û “sûcê keyfî” hate pênase kirin. Lêbelê, daxistina “tahrîqa neheq” qet nehat nîqaşkirin.
Di sala 2015’an de jî, li ser bedana jinan biryar hate girtin. Wê çawa zarok bînin ji aliyê hikûmetê ve hate diyar kirin. Li dijî nebûna vesazkirina qanûnî, sezeryan bi fillî hate qedexe kirin. Kurtaj ji nûve bû rojev.
Di budçeya jinan de kêmbûn
Dirûşmên jinan ên "Ne ji şer e, ji jinê re budçe” bê bersiv ma. Her sal budçeya ku ji aliyê Wezareta Malbat. Budçeya Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî, sala 2022’an ji sedî 3,77’ê budçeya navendî pêkanî, di sala 2023’an de ji sedî 3,35’ê budçeya navendî û di sala 2024’an de ji sedî 2,8’ê budçeya navendî pêkanî; di sala 2025’an de ev rejê daket ji sedî 2,5’ê.
Li gorî Aktîvîsta Mafên Jinan û Civaknas Seher Bayar, bûyerên tundiya li dijî jinan ji ber hin sedeman hîn zêdetir berbiçavtir bû. Seher Bayar, destnîşan kir ku bi tundiya civakî re bûyerên tundiya li dijî jinan zêdetir bûn û wiha got: “Ji xwe newekheviyek civakî hebû. Yên di nava vê zemîna newekheviyê de herî zêde êş kişandin jin bûn. Kodên çandî, baweriyên olî yên şaş, avahiyên wek kevneşopî û avahiyên civakî diyarker dibin. Di encama van de tundiya li dijî jinan tiştekî wekî rewa tê dîtin.”
Kodên çandî û zimanê hikûmetê ya 'dîkekirî’
Seher Bayar, diyar kir jin di qadên çandî û avahiyên feodal de di plana duyemîn de tê dîtin û wiha got: "Jin di nava malbatê de bi 'tore û namûs’ tên binavkirin û berpirsyar tên dîtin. Gelo tundî bi fêrbûna tevna ku ev feodaltî û çandî daye re, zêde bibe? Gelo mêrên ku ji ber qeyrana aborî pirsgirêk jiyan dikin, jinan qetil bikin? Gelo jin amûrekê ku hêrsa mêr kontrol dike ye? Dema em temaşeyê cudahiyên helwestên polîtîk dikin, ev jî tundiyê kûr dikin. Mînak zilamê ku dewletê bikartîne, şewaza têkiliyê ya partiyên siyasî ye... Ev zilamê hişt û mêranî belavî hemû avahiyên civakê dibe. Mêr û nêzîkatiya dijmînatiya ya hikûmetê, bandor li têkiliyên jin-mêr, polîtîkayên jinan û hemû qadan dike.”
'Îlankirina sala malbatê pirsgirêkan çareser nake'
Seher Bayar, balkişand ji aliyê Serokomar Tayyip Erdogan ve îlankirina sala 2025’an ya wekî "Sala Malbatê" û wiha axivî: "Îlankirina sala malbatê pirsgirêkan çareser nake. Divê hiyerarşiya di nava ev avahiya ku em dibêjin “malbat” bê şikandin. Em behda zemîna ku jin di nava civak û avahiya malbatê ya Tirkiyê de dibin planên duyemîn û keda wan tên kedxwarî kirin, dikin. Ji bo jina ku li sektorekî naxebite ‘naxebite2 tê gotin. An jî mêran ji bo hevjina xwe dibêjin ‘xanim li malê’ ye. Ji xwe piraniya jinên li tirkiyeyê kedkara malê ya bêpere ye, zarokan mezin dikin, karê malê dikin, ji xwe qedek heye. Lê heta ku ev ked nayê dîtin, jin di mekanîzmaya biryargirtinê ya di nava malbatê de nabin xwedî gotin jî.”
Zimanê medyayê
Seher Bayar, diyar kir di bûyerên qetlîam û tundiya li dijî jinan de bandorek mezin a zimanê medyayê jî heye. Seher Bayar, da zanîn bi taybetî bi pêşketîna torên medyaya dîjîtal ve çîrokên tundiyê jî derketin holê û diyar kir ku di bihêzbûna rêxistinên jinan de jî bibandor bûye.
Seher Bayar, axaftina xwe wiha domand: "Me di cînayeta Narîn de dît ku zimanê medyayê pir girîng e. Piraniya caran mexdûr derdikeve pêş. Wêneya mexdûr li her cihê belav dibe, lê ger sûcek hebe divê wêneyên kiryar bê parvekirin. Carna zimanê medyayê jî cînayetan rewa dike. Helbet di qanûnan de jî valatiyek heye, di pêkanînê de pirsgirêk heye û ji ber valatiya di qanûnan de cezayên keyfî tên dayîn. Zarokên keç û jinên li dijî qanûnan bêparastin dimînin, her awayî dibin planên duyemîn.”
Seher Bayar, diyar kir çawa di sûcên li dijî jinan de zêdebûn tên jiyîn, di sûc3en tundî û zayendî ya li dijî zarokan de zêdebûnek berçav heye û wiha axivî: “Di sûcên li dijî zarokan de pêwîstî zanabûnek heye. Divê em qala laş taybet e, divê kes destê xwe nede bikin. Helbet divê malbat jî dive hişmediyê de be. Em ji zarokatiyê vê maç dikin û bi zorî hêmbez dikin, tevî ku zarok naxwaza em dikin. Em dibêjin ‘Binêre bila xwişk û birayê te, te hêzbike’. Divê bê gotin kes destê xwe nede cihên taybet ên zarok.”
'Malbata ku wekî dipareze xuya dike, dikare zirar bide zarok'
Seher Bayar, der barê sûcên zayendî yên li dijî zarokan de ev nirxandin kir: "Dîsa, qanûnên heyî di vê xalê de helwestek pir radîkal nîşan neda. Divê pêkanînên qanûnî hebin. Zarok di bûyerên nava malbatê de bi gefan tên tirsandin. Carna li hundirê malê û carna jî li derva rastî gefan tên. Divê zarok divê kêliya tirsî de xwe îfade bike. Divê zarok bizanîn ku çi jiyan bikin jî malbata wê li derdora wê ye. Divê kesekî ku bikare hemû tiştê dibêje hebe. Bi taybetî zarokên keç nikarin bûyerên dijîn bi malbata xwe bibêjin. Ger kiryar ferdekî ya malê me ev mijar tê girtin. Em gelek caran rastî bûyerên wiha hatin. Li vir kodên civakî dikevin meriyetê. Bigotina ‘navê tê û navê me derbikeve’ zarok tê bêdengkirin. Bivî awayî zarok du caran mexdûr dibe. Lewma di malbatên ku em dibêjin pir parastîne de zarok zirar dibînin.”
‘Divê ji bo rewşên dezavantaj ji holê rabin, polîtîka bên pêşxistin’
Seher Bayar, destnîşan kir ku li şûna îlankirina “sala malbatê”, pêdivî pêşxistin polîtîkayên parastina jin û zarokan heye û wiha got: "Bi taybetî jî avahiyên muxafezekar a rastgir ên em dibêjin malbat, yek ji stûnên ku dewletê li ser lingan digre ye. Mekanîzmeyek ku divê bêparastin tê dîtin. Mekanîzmeyek paradîgmaya dewletê û avahiya muxafezekar û îdeolojîk e. Di nava ev mekanîzmaya îdeolojîk de keda jinan tê kedxwarî kirin.
'Têkoşîna jinan diguherîn e’
Seher Bayar,da zanîn li hemberê vê tabloyê têkoşîna jinan guhertinê pêktîne û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "Lê jin li dijî van pirsgirêkan têkoşîna xwe berdewam dikin. Helbet pîvana têkoşînê jî diguhere. Di aliyê Îslamî de gelek caran gotinên 'femînîzma Îslamî' heye. Jinên oldar ên cîhanê, li dijî tehakûma mêran a bi amûrkirina olê pêşdikeve, derdikevin. Hewl didin nêrîna li jinan li hemû qadan biguherînin. Jin ji nû ve xwe avadikin û ji bo di cîhanek û qadek parastî de bijîn, zemînan ava dikin. Divê zemînên qanûnî bên pêşxistin û qanûnên bên bicîhanîn. Em dikarin bicîhanîna qanûnan û bi guherînên civakî re bibin çareseriya pirsgirêkan.”