SOHR: Li Şam û Suweydeyê di nava 2 rojan de 73 kes hatin kuştin

Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), ragihand ku di pevçûnên dijwar a ku 2 roj in li Sûriyeyê dewam dikin de 73 kes ku di nav de piranî şervanên Durzî hene, hatin kuştin.

Navenda Nûçeyan – SOHR’ê, ragihand ku di pevçûnên roja Sêşem û Çarşemê de yên li nêzî Caramana ya Şamê û herêma Sahnaya de rû dane, 30 endamên hêzên ewlekariyê û 15 şervanên Durzî û sivîlek jiyana xwe jidest dane.

SOHR’ê, diyar kir ku roja Çarşemê 27 şervanên din ên Durzî li vilayeta Suveydeyê hatine kuştin.