Endama Tevgera Azadî: Li dijî êrişên dagirkeriyê helwest divê

Endama Desteya Rêveberiya Tevgera Azadiya Civaka Kurdistan Çirû Şiwanî derbarê êrişên dewleta Tirk ên li ser xaka başûrê Kurdistanê de wiha got: “Êrişên dewleta Tirk li ser jiyana gel metirsiye. Divê hemû Kurd li dijî van êrişan bibin xwedî helwest.”

HÊLÎN EHMED

Silêmanî – Ji dîrokê ve êrişên dewleta Tirk ên dagirkirina xaka başûrê Kurdistanê berdewam dike. Di roja me ya îro de jî êrişên dewleta Tirk ên dagirkeriyê di qonaxek metirsîdar de ye. Endama Desteya Rêveberiya Tevgera Azadiya Civaka Kurdistan Çirû Şiwanî ya derbarê êrişên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê de ji ajansa me re axivî, bal kişand xeteriyên bi van êrişan re ava dibin û banga hişyariyê li gel kir.

Çirû Şiwanî derbarê êrişên dewleta Tirk li ser xaka başûrê wiha got: “Êrişên dewleta Tirk yên dagirkirina xaka Kurdistanê roj bi roj zêde dibe. Dagirkeriya dewleta Tirk tenê bi navçeyan re sînordar nabe, artêşa Tirk hatine nava gundên Kurdistanê û daxwaza nasnameyan li Kurdan dikin. Hebûna vê dagikeriyê li herêma Kurdistanê metirsiye. Lê belê mixabin bê helwestiya dewleta Îraq, herêma Kurdistan û hemwelatiyên başûrê Kurdistanê ev rewş hê metirsîdartir dike.”

‘Dewleta Tirk dixwaze xeyalên Osmaniyan pêk bîne’

Çirû Şiwanî ya bal kişand xeteriya êrişan, axaftina xwe wiha domand: “Dagirkeran ji dîrokê ve kar li ser zemînê xweşkirina dagirkeriya başûrê Kurdistanê dikin. Bi riya pirsa mûçe, hilbijartin û çend pirsên din zemîn ji bo êrişan xweş dike. Hebûna desthiladar û xwefiroşan li başûrê Kurdistanê sedemê anîna leşkerên dewlata Tirk nava xaka Başûr e. Li başûrê Kurdistanê desthilatdar hemwelatiyan bi nebûna muçeyan ve mijûl dikin. Armanca destwerdana dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê pêkanîna xeyalên Osmani ye û destdanîna ser Rojhilata Navîn e. Xeta azadiya gelê Kurd li beranberî vê dagirkeriyê rawestiya. Her dagirkirina dewleta Tirk ya li Rojhilata Navîn destpê kir, gerîlayên Tevgera azadiyê li beranberî vê dagirkeriyê rawestane. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dixwaze pirsa Kurd bi rêya diyalog û aştiyane çareser bike. Lê belê dewletên zordest ji bo berjewendiyên xwe naxwazin pirsa Kurd çareser bibe.”

‘Hemwelatî tên hedefgirtin’

Çirû Şiwanî wiha behsa ziyanên êrişên dewleta Tirk li ser başûrê Kurdistanê kir û wiha got: “Dewleta Tirk bi riya dagirkerîyê navçeyên sînor û başûrê Kurdistaê ziyanê dide  jîngeh û navçeyan. Tu caran dagirkerî sûdê nade başûrê Kuridistanê. Dewleta Tirk ziyanê dide jîngeh û xwezaya Kurdistanê. Her wiha darên daristanan dibirin û ziyana aborî dîde hemwelatiyan. Çavkaniyek aborî ya gundiyan çandiniye, lê belê dewleta Tirk hertim hewla ji holê rakirina wê dide. Her wiha şewata navçeyên Kurdistan û bakûrê Kurdistanê û bê helwestiya dewleta Tirk encamên vê dagirkeriyê ne. Hemwelatiyên sivîl bi riya êrişên balefirên bê mirov tên hedef girtin.”

‘Divê gelê Kurd bêdeng nebe’

Çirû Şiwanî di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Hikumet li herêma Kurdistanê hikumraniyê dike, hertim hewil dide xaka başûrê Kurdistanê bifroşe. Lê belê dewleta dagirker ziyanê dide hikumet û hemwelatiyên navçeyê. Divê hemû hemwelatî bê cûdahiya ol, siyaset û netew xwedî helwest bin û li welat û xaka xwe xwedî  derbikevin. Divê hemû Kurd vê bêdengiyê bişkînin, divê dagirkeriyê red bikin û û ji xaka xwe derbixin.”