Li Kayseriyê piştî îdiaya tacîzê êrîşên nîjadperest pêk hatin

Li ser îdiaya ku li Kayseriyê taciz li zaroka 5 salî hatiye kirin, girse li kolanan kom bûn û hin cihên kar ên penaberên Sûriyeyê şewitandin û wesayît hatin texrîbkirin.

Navenda Nûçeyan-Li navçeya Melîkgazî ya Kayseriyê hat gotin ku zarokek 5 salî bi îstîsmarkirinê re rû bi rû hatiye hiştin. Piştî bûyerê grûbek qerebalix li hev civiyan û êrişî hin dikanên aîdî penaberên ji Sûriyeyê kirin. Polîsan kesê ku tê gotin zarok îstîsmar kiriye, kirin binçavan. Piştre grûba qerebalix ku civiyan, wesayîtên aîdî penaberan qelibandin û hin dikanên wan şewitandin. 

Mîdûrê Emniyeta Kayseriyê Atanur Aydin diyar kir ku zaroka bi tacîrê re rû bi rû maye “Ne Tirk e” û got: “Ez soz didim we ku em ê der barê wê malbatê de her cure karûbarên wan dersînor bikin, pêk bînin.”