Li Zîvala Xezayê rojnamevanek din jiyana xwe ji dest da

Hat diyarkirin ku di êrişên artêşa Îsraîlê yên li ser Zîvala Xezayê de rojnamevanek din ê Filistînî jiyana xwe ji dest da. Hejmara rojnamevanên hatin qetilkirin bû 153.

Navenda Nûçeyan – Îsraîl ji 7’ê Cotmeha 2023’an vir ve êrişên xwe yên li ser Zîvala Xezayê bê navber didomîne. Di daxuyaniya nivîskî ya ku ji aliyê Ofîsa Ragihandinê ya Hikûmeta Xezayê ve hat dayîn de, der barê rewşa rojnamevanên li herêmê de agahî hatin dayîn.

Hat diyarkirin ku di êrişên artêşa Îsraîlê yên li Xezayê de, rojnamevan Muhammed Mahmud Ebu Şerîa yê ku di Ajansa Nûçeyan a Şems de dixebitî jiyana xwe ji dest da. Hat destnîşankirin ku ji 7’ê Cotmeha 2023’an vir ve hejmara rojnamevanên hatin qetilkirin bû 153.

Di daxuyaniya berê ya Ofîsa Ragihandinê de hat gotin ku, rojnamevan “Ji bo ku dengê Filistînê bê qutkirin, rastiyan veşêrin û nûçe û agahî negihêjin raya giştî ya herêmê û navneteweyî, bi zanebûn têne hedefgirtin.”