Sezîn Uçar: Têkoşîna ji bo azadiya jinan nikare tenê bibe pirsgirêka jinan

Cîgira Hevseroka ESP’ Sezîn Uçar, destnîşan kir ku divê têkoşîna ji bo azadiya jinan, bibe têkoşîneke kolektîf û hevpar.

ELÎF AKGUL

Stembol – Meclîsên Jinên Sosyalîst (SKM) ku rêxistina jinan a Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) e, broşûrek bi sernavê "Rûbirûbûna bi Zilamtiya Civakî re" weşand. Ev broşûr ji çend gotaran pêk tê ku di çarçoveya însiyatîfeke berdewam a SKM’ê de hatine amadekirin. Ev însiyatîf bang li zilamên di nava refên tevgera sosyalîst a şoreşger de dike ku pêvajoyeke rûbirûbûna bi xwe re, pêk bînin. Cîgira Hevseroka ESP’ê Sezîn Uçar ku yek beşdarên amadekirina broşûrê bûye, ji ajansa me re axivî. Wê sedemên pêwîstiya vê bangê, awayê ku "zilamtiya civakî" li pêşiya têkoşîna çînî dibe asteng û sedema ku ev banga ji salên 1970’yî ve tê kirin îro jî çima girîng e, vegot.

‘Armanca sereke ya vê bangê, zilamên di nava refên sosyalîstên şoreşger de ne’

Sezîn Uçar diyar kir ku ev bang di serî de ji bo zilamên di nava refên sosyalîstên şoreşger de ye û wiha domand:

“Demeke dirêj e ku em banga rûbirûbûna bi 'zilamtiya civakî' re dikin. Armanca sereke ya vê bangê, bêguman, ew zilam in ku di nava refên sosyalîstên şoreşger de cih digirin. Em dixwazin ev zilam jî tevlî vê bangê bibin, bi rêya wan, em vê bangê dighînin zilamên ji çîna karker jî. Em bang dikin ku mirov xwe nede xapandin û nekeve bin bandora polîtîkayên rejîmê yên ku li ser bingeha serdestiya zilam hatine avakirin. Bi rastî, ev yek bi bernameya me ya ji bo 'şoreşa jinan' re jî hevaheng e. Çawa ku em li dijî xwezaya baviksalarî ya rejîma kapîtalîst derdikevin û têkoşînekê li dijî baviksalarîyê dimeşînin, ev yek bi awayekî xwezayî têkoşîna li dijî serdestiya mêran a di nava refên sosyalîstên şoreşger de jî dihewîne. Ev hem têkoşîneke îdeolojîk e ku ligel hevrê û hevalbendên ku em bi wan re têdikoşin tê meşandin û hem jî têkoşînek e li dijî sîstemê bi xwe. Ji bilî aliyên wê yên îdeolojîk, em armanc dikin ku vê yekê wekî hewldaneke siyasî bişopînin û encamên siyasî yên berbiçav bi dest bixin.”

‘Gelek ji kesên ku jinan dikujin, mêrên ji çîna karker in’

Sezîn Uçar bal kişand ser wê yekê ku xala destpêkê ya vê broşurê, ew raman e ku têkoşîna ji bo azadiya jinan ne tenê pirsgirêkeke jinan e. Wê got: “Bingehê vê broşurê û bangewaziya me ya ji bo rûbirûbûna mêraniya civakî ev e: rojevên tevgera azadiya jinan û polîtîkayên baviksalarî yên vê rejîmê, nikarin û divê nebin mijara jinan bi tenê. Polîtîkayên baviksalarî dibin sedema hilweşîna civakê. Mixabin, gelek ji kesên ku jinan dikujin, mêrên ji çîna karker in.”

‘Divê mêrên di nava refên sosyalîstan de jî bêdeng nemînin’

Sezîn Uçar anî ziman ku ji ber vê yekê, ew nikarin li hember vê yekê bêdeng bimînin û wiha berdewam kir: “Divê mêrên di nava refên sosyalîstan de jî bêdeng nemînin. Divê ew bang li mêrên ji çîna karker bikin ku xwe ji polîtîkayên baviksalarî yên rejîmê dûr bixin. Mêr jî dikarin û divê teşwîqî mêrên din bikin ku rûbirûyê wê mêraniya ku ji hêla civakê ve hatiye avakirin bibin, xwe ji serdestiya mêran û baviksalarîyê rizgar bikin. Divê ew siyaseteke ku li ser vê yekê hatiye avakirin bişopînin û di organîzekirina li dora vê mijarê de roleke çalak bilîzin.”

‘Bêyî siyasetek zayendî, siyasetek çînî ya saxlem pêk nayê’

Sezîn Uçar, bi dayîna mînaka sendîkayên karkeran, diyar kir ku çawa avakirina civakî ya mêtiyê têkoşîna çînî lawaz dike û wiha domand: "Bo mînak, eger sendîkayeke ku îdia dike 'sendîkalîzma li ser bingeha çînî' dimeşîne, xwedî siyaseteke zayendî nebe, ev tê wê wateyê ku ew siyaseteke çînî bi awayekî bi bandor pêk nayne. Sedem jî ew e ku, bi tevlînebûna têkoşîna azadiya jinan, ew di dawiyê de bingehên maddî yên serdestiya mêran xurt dike û ev yek jî, di encamê de, xisleta wê ya çînî lawaz dike."

Sezîn Uçar bi bîr xist ku îro sendîkayên wiha hene ku li kolanan têkoşîneke xurt dimeşînin û wiha berdewam kir: “Lê belê, eger ew li hember rojeva têkoşîna azadiya jinan kor bimînin, eger perspektîfeke wan a ji bo rêxistinkirina karkerên jin tune be, eger di nava avahiyên xwe yên rêxistinî de tedbîrên cudakariya erênî ji bo jinan pêk neanîn, an jî eger li hember xwezaya serdestiya mêran a di nava rêveberiya xwe û çîna ku nûnertiya wê dikin de bi awayekî çalak têkoşîn nemeşînin, wê demê em nikarin îdia bikin ku ew siyaseteke çînî ya saxlem an jî siyaseteke şoreşgerî ya saxlem dimeşînin.”

‘Em behsa bingehên maddî yên sermayeyê jî dikin’

Sezîn Uçar anî ziman ku ew vê bangê arasteyî hemû mêrên sosyalîst ên di nava çepên karker-navendî de dikin û wiha lê zêde kir: “ Ango ji bo hemû kesên ku xwe wekî sosyalîst didin nasîn û di têkoşîna çîna karker de cih digirin. Dema em behsa bingehên maddî yên serdestiya mêran dikin, em di heman demê de behsa bingehên maddî yên sermayeyê jî dikin. Têkoşîneke şoreşgerî ango têkoşîneke sosyalîst bêyî lawazkirina van bingehan nayê meşandin.”

‘Sosyalîstbûn, mirov ji serdestiya mêran paqij nake’

Sezîn Uçar destnîşan kir ku dema kesek bi îdeolojiya sosyalîst re rûbirû dibe an jî di nava refên şoreşê de dest bi têkoşînê dike, ew bi awayekî otomatîk dest ji wan avantajên ku ji ber mêrbûnê di wê civakê de bi dest xistine, bernade. Sezîn bi bîr xist ku bijartina vê rêyê, bi serê xwe, mirov ji serdestiya mêran paqij nake û wiha pê de çû: “Civak hîn jî wan bi wî awayî dibîne û ew hîn jî xwedî gelek îmtiyazan in. Bi vê banga rûbirûbûnê, em ji mêran re dibêjin: Divê hûn dest ji wan avantajên ku serdestiya mêran daye we, berdin. Berî ku em vê bangê arasteyî mêrên ji çîna karker bikin, divê hûn bi xwe ji wan 'herêmên rihetiyê' derkevin, ango ji herêmên rihetiyê yên pergala baviksalarî.  Ev bang hemû mêrên di nava çîna karker de û her wiha yên ji neteweyên bindest dihewîne. Lê belê, armanca sereke ya vê bangê, bi awayekî xwezayî, ew karkerên pêşketîtir in ango mêrên sosyalîst ku dixwazin vê nîzamê biguherînin.”

‘Heta ku êrîşên rejîmê berdewam dikin, divê em vê bangê dubare bikin’

Di bersiva pirsa  “çima banga "hesabpirsînê” ango rûbirûbûna bi rewşa heyî re tevî ku bi dehan sal in tê kirin, hîn jî di rojevê de ye?” de Sezîn Uçar diyar kir ku têkoşîn hîn jî berdewam e û wiha berdewam kir: “Ev têkoşîn bi awayên cûrbecûr û berbiçav derketiye pêş. Hem wek hewldanek navxweyî û hem jî di warê siyasetên ku hatine meşandin de. Dibe ku hûn înîsiyatîfa 'Em Ne Mêr in' bi bîr bînin, ku pêşengiya gelek çalakiyan kiribû. Demên wisa hebûne ku ev hewldan xurttir bûye û ketiye navenda balê û demên wisa jî hebûne ku hêza xwe winda kiriye. Carna ev yek bi lawazbûna demkî ya pêkhateyên cuda yên têkoşîna azadiya jinan ve girêdayî bûye. Mîna tevgera femînîst, tevgera sosyalîst û tevgera jinên Kurd. Carên din jî wekî vê serdema ku em niha tê de dijîn, taybetmendiya rejîma serdestiya mêr (patriyarkal) bi awayekî berbiçav xurttir bûye. Ger mirov bifikire ku ev yek rasterast bandorê li refên sosyalîstan nake, dê şaşiyeke mezin be. Peymana Stenbolê tê betalkirin û di bin navê operasyonên wekî 'Malbata Min bi Ewle Ye' de êrîş li dijî kesên LGBTI+ tên kirin. Bêguman, ev yek hem bandorê li civakê bi giştî dike, hem jî li rêxistinên şoreşger û sosyalîst. Dema ku têkoşîna azadiya jinan xurt be, serdestiya mêr jî bi heman astê tê tepisandin.”

Qutkirina beşên mêr ên çîna karker a ji nîzama heyî

Sezîn Uçar, ragihand ku têkoşîn dê heta gihîştina armanca xwe ya dawî berdewam bike û wiha got: “Em di nava vê civakê de dijîn. Heta ku bingehên maddî yên rejîma baviksalar û sermayeyê li cihê xwe bin, tevger û şêwazên serdestiya mêr dê derketina xwe bidomînin. Helbet, awayên ku ev yek bi xwe re tîne diguherin, di navbera awayê xuyabûna serdestiya mêr di rêxistinên sosyalîst ên salên 70, 80 û 90’î de û ya îro de cudahiyeke kalîteyî heye ku ev jî tiştekî pêwîst e, bi taybetî eger em fedakariyên mezin ên di têkoşîna azadiya jinê de hatine kirin li ber çav bigirin. Gelekî di cih de ye ku mêr jî ji vê têkoşîna civakî ya pêşketî bandor bibin û bi xwe jî derbasî pêvajoyeke veguherînê bibin. Lê belê, ji ber ku rejîm jinan wekî gefeke potansiyel dibîne û êrîşên xwe bi berdewamî li ser wan kom dike, em pêwîst dibînin ku van bangewaziyan bikin. Armanceke me ya berbiçav heye: qutkirina beşên mêr ên çîna karker ji nîzama heyî û ji nû ve rêxistinkirina wan a li dora têkoşîna azadiya jinê.”

Doza Hrant Dînk: Bangewaziyeke ji bo rûbirûbûneke spesîfîktir

Sezîn Uçar, di navbera vê bangewaziyê û awayê ku çepgirên siyasî piştî kuştina Hrant Dînk bi Komkujiya Ermeniyan re rûbirû bûn de têkiliyekê danî û wiha berdewam kir: “Di wê demê de, xelk bi dirûşmên wekî 'Em hemû Hrant in' daketin kolanan; ev yek bû sedem ku siyasetên çepgir û tevgera sosyalîst ên derbarê Komkujiya Ermeniyan de ku pir caran qels bûn an jî kêmasiyên wan ên kûr hebûn, ji nû ve û bi awayekî rexneyî bên nirxandin. Ew serdem, ji bo tevgera sosyalîst di mijara Komkujiya Ermeniyan de bû destpêka rûbirûbûneke civakî ya girîng. Îro jî, em dixwazin bangewaziyeke mîna wê, lê spesîfîktir, ji bo rûbirûbûneke bi vî rengî bikin.”

‘Têkiliyeke çepên kednavendî ya qels bi têkoşîna azadiya jinan re heye’

Sezîn Uçar diyar kir ku armanca wan a destpêkê ew e ku têkiliyê bi sendîkayên pêşverû, komeleyên herêmî û rêxistinên Elewiyan re deynin û wiha domand: “Ev ew beşên civakê ne ku dikarin di nava vê civakê de guhertinê pêk bînin; ango rêxistinên sosyalîst ên şoreşger, partiyên siyasî û komên cuda yên pêşverû û demokratîk. Armanca me ew e ku em pêvajoyeke rûbirûbûnê bipêş bixin û di nava wan de hişyariyê çêkin. Mixabin, têkiliya ku çepên kednavendî heta niha bi têkoşîna azadiya jinan re danîne, gelekî kêm e, bi rastî jî pir qels e. Em dibînin ku jin bi awayekî gumanbar jiyana xwe ji dest didin, her wiha êrîş li ser bedena jinan û cinsiyeta wan tên kirin. Lê belê, ev mijar pir caran tenê ji kesên ku jixwe di nava têkoşîna azadiya jinan de cih digrin re tê hiştin. Wisa xuya dike ku qet eleqeya mêran bi vê mijarê re tune ye. Em dixwazin vê têkiliya qels a di navbera çepên kednavendî û têkoşîna azadiya jinan de biguherînin.”

Di vê xalê de, Sezîn Uçar bal kişand ser cudahiyeke girîng û wiha got: “Jin, xwediyên rastîn ên têkoşîna azadiya jinan in. Mêr, li şûna jinan tevnagerin û bi rastî jî divê tevnegerin. Berovajî vê, divê mêr bi mêrên din re biaxivin. Divê di nava hevalên xwe yên mêr de xebatên siyasî û rêxistinî yên pêwîst bimeşînin da ku guhertineke îdeolojîk pêk bê. Em tenê wekî destpêker û teşwîqkerên vê pêvajoyê tevdigerin û bang li mêrên sosyalîst dikin ku vê guhertinê ji xwe dest pê bikin.”

Ji deriyên kargehan heta qehwexaneyan

Sezîn Uçar, bi destnîşankirina ku ev broşûr ji berhevoka nivîsên ku wekî bangek ji bo rûbirûbûnê hatine amadekirin pêk tê, nirxandinên xwe domand. Sezîn diyar kir ku armanca wan ew e ku bi rêya van nivîsan guherîneke îdeolojîk pêk bînin û li ser vê bingehê stratejiyeke siyasî bipêş bixin. Wê bal kişand ser wê yekê ku ev însiyatîf ne tenê ji bo hevalên wan ên mêr e, her wiha di nava rêxistinên girseyî yên demokratîk de jî civîn li dar xistine û gihîştine zilamên sosyalîst ên li wir.

Sezîn Uçar, bi behskirina hin mînakên berbiçav ên ji paşerojê, nirxandinên xwe wiha bidawî kir:

“Di demên borî de, hevalên me yên mêr li deriyên kargehan ku lê piranî zilam hene, an jî li çayxane û qehwexaneyan, bi zilamên din re axivîne. Her wiha di serdemên ku kuştina jinan û mirinên gumanbar ên jinan zêde bûbûn de, xebatên propagandayê hatine kirin. Di van xebatan de hevalên me hevkariya di navbera dewlet û zilamên sûcdar de rave kirine û bang li zilamên din kirine ku li dijî vê yekê helwestê nîşan bidin. Em dixwazin van hewldanan di heman çarçoveyê de bidomînin.”