Several Ballikaya: Divê zagon bi perspektîfeke ku demokrasiyê ava bike were amadekirin

Hiqûqnas Several Ballikaya, têkildarî zagona çarçoveyê ya ku li bendê ye bînin meclîsê bang kir ku divê “zagoneke beşdariyê” ya ku demokratîkbûnê esas digre çêbibe hişyarî kir ku paşxistin hêviyên civakî qels dike.

ELÎF AKGUL

Stenbol – Di çarçoveya pêvajoya çareserî û demokratîkbûnê de, amadekariyên ji bo zagona çarçove ya ku dê ji bo PKK’yên ku çek berdane vegerin Tirkiyeyê bibe bingeh didomin. Li gorî agahiyên ku li kûlîsên meclîsê belav bûne zagona ku tê texmînkirin ji 8-10 bendan pêk, tê plankirin ku li meclîsê beriya betlaneya havînê were rojevê. Li bendê ye ku di pêşnûmeyê de usûlên lêpirsîn û şopandinê yên têkildarî kesên çek berdane, guherînên ku di mewzûatê de werin kirin dê cih bigri. Nîqaşên li ser çarçove û naveroka zagonê jî didomin.

Nirxandinên li ser pêşnûme zagona ku ji bo pêvajoyê didomin. Hiqûqnas Several Ballikaya li ser aliyên hiqûqî û siyasî yên pêşnûmeyê ji ajansa me re axivî.

‘Ji bo ku mirov momentoyê winda neke divê gavan bavêje’

Several Ballikaya, daxuyaniyên serokê meclîsê Numan Kurtulmuş bi bîr xist, got ku divê zagona ku tê amadekirin neyê paşxistin. Several Ballikaya bal kişand ku zagona ku tê amadekirin ne li ser bingeha ‘ewlehiyê’ bi perspektîfa demokratîkbûnê were destgirtin û wiha got: “Behsa pêvajoya ku bi çekberdana rêxistinê ve girêdayî ye hat kirin. Hat gotin ku berdena çekan tesbît bûye. Niha aliyê girîng ew e ku ev em vê ‘momentumê winda nekin.’ Tişta divê îro were kirin ew e ku beriya vê monontumê winda bibe, ji bo çareseriyê adim werin avêtin û guherîbên baş werin çêkirin lewre heta niha hê tu gaveke şênber nehatiye avêtin. Ji ber wê divê guherînên zagonî çêbibin.

Numan Kurtulmuş, di mijara sererastkirina zagonî de tu daneyek şênber pêşkêş nekir lê behsa rapora ku meclîsê derxistiye kir. Têkildarî raporê weke DEM Partî jixwe rexneyên me hebûn. Em bi xwezayî li bendê ne ku çarçoveya zagonê veneguhere feraseta ewlekariyê û guherîn di wê çarçoveyê de neyên kirin. Ne bi polîtîkayeke ewlekariyê, bi perspektîfeke ku li gorî pêdiviyên pêvajoyê aştî û demokrasiyê saz bike divê were amadekirin.”

‘Divê belgeya derbasbûna merheleya aştiya pozîtîf hebe’

Several Ballikaya li ser amadekariyên zagona 6-7 maddeyî jî got ku di zagonê de tenê li ser berdana çekan hatiye rawestandin loma ev yek nikare çareseriyê çêbike. Her wiha diyar kir ku metna were amadekirin divê bibe zagona bingehîn a pêşî li siyaseta demokratîk veke û wiha berdewam kir: “Di rojnameyan de tesbîtên ku tê gotin zagona 6-7 maddeyî jî bi feraseta dayîna çekan tê amadekirin hene. Bêguman ev yek nebes e û bi vê nêrînê pirsgirêk çareser nebe. Ji bo çareseriya pirsgirêkê, biryara feshkirinê ya ku tevgerê ji bo xwe daye encamek çêkiriye. Yanî divê ji bo siyaseta demokratîk, jiyana demokratîk, di warê tevlîbûna jiyana asayî de divê rê hatibe vekirin.

Li gorî me navê vê pêvajoyê, aştî û civaka demokratîk e. Wateya aştî û civaka demokratîk ev e: Ne tenê pirsgirêka Kurd û beşdariya pêvajoyê ya kesên ku dest ji têkoşîna çekdarî berdane ye. Ev pirsgirêk jî di nav de mesele ew e ku civak ji aliyê demokratîk ve xwe ji nû ve ava bike. Ji ber wê zagoneke çarçove ya 6-7 maddeyî hebe jî divê perspektîfa vê zagona çarçoveyê ev be: Bêyî ku bi berdan an jî neberdana çekan ve girêdayî be, li gorî pêdiviyên pêvajoyê divê zagoneke beşdariyê, ango zagoneke ku bibe belgeya derbesabûna merheleya aştiya pozîtîf divê hebe.”

‘Divê ev yek bibe zagona destpêkê’

Several Ballikaya, diyar kir ku raya giştî tenê ji ser agahiyên ku di çapemeniyê de derketine neçar maye nîqaş bike, got ku divê pêşnûme pêşkêşî meclîsê were kirin û rê were vekirin ku di nava civakê de were nîqaşkirin. Her wiha da zanîn ku zagon divê bibe metna bingehîn a ku îradeya çareseriyê datîne holê û wiha got: “Wezîrê Dadê û Wezareta Karên Hundir di serdena serokê giştî yê MHP’ê de û bi nûçeyên ku dûre di çapemeniyê de derketin, hat diyarkirin ku têkildarî zagona înfazê û serbestberdena bi kontrol de guherîn tê fikirîn. Pergala ku me neçar dike em ji nûçeyên di çapemeniyê de derdikevin şîroveyan bikin şaş dixebite. Beriya her tiştî ger vê 6-7 maddeyî pêwîst be pêşkêşî meclîsê were kirin, divê nîqaş li ser vê yekê bin, daxwaz hatibin girtin. Beriya her tiştî divê ev zagona destpêkê be û weke destpêka her tiştî xetek hatibe vekirin. Birêz Ocalan ji vê yekêr e got hucreya kok. Divê zagoneke ku nav li vê yekê dayne, îradeya çareseriyê diyar bike, riya çareseriyê nîşan bide hebe.

Riya çareseriyê çi ye? Mutabaqat û muzakere ye. Ji bo ku mutabaqat çêbibe divê muzakere hebe. Ger mercên vê muzakereyê heta niha ji derveyî fermiyetê didomin jî ji aliyê zagonî û normatîf ve gav nehatine avêtin. Zagona ku bi vê perspektîfê were amadekirin dê bibe destpêka zagonên ku piştre werin amadekirin.”

‘Heta ku mekanîzmayeke ji bo vegera jiyana asayî çênebe asayîbûn nabe’

Several Ballikaya, got ku zagona were amadekirin divê tenê metneke teknîkî ya têkildarî vekera kesan nebe. Several Ballikaya diyar kir ku divê rewşa girtiyên nexweş, siyasetmedarên girtî û yên bi salan e girtî ne jî di navbera sernavên pêvajoya çareseriyê de bin, da zanîn ku divê mekanîzmayên ku pêşî li beşdariya siyaseta demokratîk vedikin werin avakirin û gotinên xwe wiha domand:

“Bêguman divê pirsgirêk bi dorê werin destgirtin. Kesên li girtîgehan dimînin hene. Bendewariyên malbatên wan hene. Gelek kesên ku zêdetirî 30 salan li bendê ne hene. Beriya her tiştî divê ev were destgirtin û çareserkirin. Piştî biryara feshê li ser banga birêz Ocalan tevgerê got ku wan biryar daye hemû endamên xwe vekişînin derveyî welat û vê yekê pêk anîne. Niha heta ku mekanîzmayeke ji bo vegera jiyana asayî tunebe, asayîbûn nabe.

Guherînên ku tenê ji bo serbestberdana bi kontrol û teyliyeya bi şert hatine kirin dê kêm bimînin lewre ji dema Zagona Têkoşîna bi Terorê re ya sala 1991’ê ve heta niha, her carê ji bo tehliyeya bi şert û serbestberdana bi kontrol guherîn tên kirin û her dem girtiyên siyasî ji derveyî vê yekê tên hiştin. Niha dibe ku bifikirin guherîneke ku yên siyasî jî bigre nava xwe hebe lê ev jî tiştek nebes e.”

‘Divê zagon vekirî û zelal be’

Several Ballikaya, got ku zagona yekem a were derxistin divê ne tenê guherînek hiqûqî, di heman demê de metneke siyasî ya ku îradeya çareseriyê ya dewletê datîne holê be. Têildarî sernavên ji bo demokratîkbûnê yên ku perçeyek jêneger a pêvajoyê ye jî wiha got: “Ger zagona yekem a ku nav li mijarê bike were derxistin, hûn ê bikaribin tişta ku we navek lê daniye bi hêsanî çareser bikin. Ger navê vê yekê avakirina aştiyê, sazkirina demokrasiyê û vekirina riya têkoşîneke siyasî ya ji çekan dûr be; ev momentum vê yekê çêbike divê wê demê vekirî û zelal be. Tiştek ku mirov jê bitirse nîn e ev. Dema em li mînakên lê cîhanê dinêrin, dibînin ku piştî merheleya negatîf a pêvajoyên aştiyê ango piştî berdena çekan, merheleya pozîtîf bi awayê eşkere çêbûye, nîqaş hatine kirin, muzakere çêbûne. Di encama muzakereyan de carna pêşketin carna jî paşketin çêbûye; encam hatiye girtin, carna jî hatiye paşxistin lê di hemûyan de jî wiha bûye lewre ev pirsgirêkeke piralî ye. Aliyek vê pirsgirêka piralî jî di rastiyê de weke raya giştî em in. Bendewariyên raya giştî jî hene, bi xwezayî, bendewariyên wan ên demokratîkbûnê.

A duyemîn, pirsgirêkên din ên civakî hene. Ango li vê derê derê girtiyên di zindanan de, bi qasî hukumxwariyan pirsgirêkek girîng in. Pirsgirêkeke din jî astengiyên di mijara temsîliyetê de, ev yek li dijî zagonê ne. Çi ne ev? Di rêveberiyên herêmî de mudaxeleyên wekî qeyûm. Ji aliyê demokratîk ve divê nêrîneke ji bo mekanîzmayên ku pêşî li bikaranîna mafan vedike were diyarkirin. Wê demê em bi rastî jî encamên zagona bingehîn bibînin.”

‘Tişta ku herî zêde di pêvajoyên aştiyê de dijberiyê dike şikestina hêviyan e’

Several Ballikaya got ku paşxistina guherînên zagonî, zirarê dide bendewariyên civakê diyar kir ku meclîs dikare di demek kurt de guherînên pêwîst bike. Her wiha îfade kir ku divê pêvajo li cihê feraseta ewlekariyê, bi nêzikahiyeke ku beşdariyê esas digre were meşandin û wiha berdewam kir:

“Sê cejn e em li bendê ne. Her carê dibêjin; ‘dê di cejna li pêş de çêbibe’. Herî dawî serokkomar got 15’ê Tîrmehê. Piştî 15’ê Tîrmehê em hêvî dikin nekeve ber betlaneya meclîsê lewre wekî din bê bersivmayîna bendewariyên civakî zêdetir moral dişkîne û pêşî li bêhêvîtiyê vedike. Tişta ku herî zêde li dijî pêvajoyên aştiyê ye, şikestina hêviyan e. Em dibînin desteka ji bo vê kêm dibe. Heta ku razîbûna civakî nabe, avakirina aştiyê nabe lewre jixwe texrîbatên ku bi salan e çêbûne hene. Çareserkirina van texrîbatan jî perçeyek vê yekê ye. Dirêjkirina pêvajoyê bi vî rengî, paşxixstin dê dê vê texrîbatê zêdetir bike. Ji ber wê divê wiha nedome.

Ez dibêjim divê di demek pir kurt de zagon were derxistin. Meclîs hefteyek bixebite dikare vê yekê bike. Salek  e tê nîqaşkirin lê jixwe 50 sal in van mekanîzmayan di destên dewletê de ne û nirxandinên li ser wan pêvajoyan hene. Mînak gelek in. Ji ber wê rewşek ku wisa zêde were paşxistin nîn e. Tu hinceta windakirina vê momenumê tune ye.”

‘Pirsgirêk ew e ku perspektîf bi ‘ewlkariyê’ ve tê hepskirin’

Several Ballikaya, diyar kir ku meşandina pêvajoyê bi polîtîkayên ewlekariyê ve girêdayî şaş e, got ku divê mercên ji bo vegerê werin avakirin, da zanîn ku dirêjkirina pêvajoyê di raya giştî de li ser îradeya çareseriyê bi xwe re pirsnîşanan tîne û got:

“Ev projeyeke mezin e dewlet dibîne. Loma divê ev proje demildest bikeve meriyetê. Avakirina aştiyê tiştek mezin e wê demê divê gava bi mezin bi cesaret were avêtin. Bi rastî jî niha hêza desthilatdariyê heye gav bavêje lê li bendê ne hewl didin binêrin ‘ka dê çawa bibe.’ Numan Kurtulmuş jî dibêje ‘bi teslîmiyetê ve paralel.’ Ger hûn wiha bidomînin, ev tenê nêrîneke ewlkariyê ye. Yanî hûn çiqas digrin divê hûn ewqas bidin.”

Several Ballikaya bi gotinên; “Lê jixwe pêvajoyê pir tişt anîn. Du sal in pevçûn tune ne, du sal in mirov nayên kuştin” gotinên xwe wiha domand:

“Birêz Ocalan got ez ‘têkoşîna çekdarî ya 50 salan bi dawî dikim.’ ‘Êdî dixwazim bi amûrên têkoşîna siyasî siyasetê bikim.’ Ev pir girîng in. Jixwe gelek tişt hatine girtin. Ji niha û pê ve jî divê wiha be: Dê kî werin, çaw werin. Ger hûn riyên vê yekê vekin dê werin. Divê pirsa; ‘Ji bo hatina wan dive em çi bikin?’ were pirsîn. ‘Ji bo hatina wan divê em mercên çawa ava bikin?’ Divê ev werin pirsîn. Dema ku ev werin pirsîn, ji bo dirêjkirina pêvajoyê dê tu hincet nemîne.

Her ku pêvajo dirêj dibe, bi her kesê re fikareke wiha çêdibe: ‘Di rastiyê de dewlet naxwaze vê pirsgirêkê çareser bike. Gelo ji ber vê yekê wisa bi paşxistinê hewl dide dîsa vegere dawî?’ tên pirsîn. Ji bo ku pirsên bi vê yekê çênebin divê dest ji feraseta ewlekariyê berdin, mekanîzmayeke ku beşdariyê esas digre were avakirin. Ez difikirim ku pirsgirêka bingehîn vê ferasetê ye. Hê jî di kodên dewletê de vê refleksa xweparastinê ya dewletê ev e. Ger naxwazin bikevin dorpêça şerê li Rojhilata Navîn, ev yek şanseke mezin e.”