Sempozyûma jinan bal kişand ser pirsgirêkên ewlehiyê yên li deverên pevçûnê

Semînera dîjîtal a ku ji aliyê hevgirtina “NEDA” ve hatî organîzekirin, ezmûnên jinên ji Filistîn, Sûdan, Lubnan û Iraqê yên di rûbirûbûna şer û krîzan de destnîşan kir.

Tûnis Beşdarên sempozyûmê gotin dem hatiye ku em ji wê vegotina ku jinan tenê di rola qurbaniyê de sînordar dike, derbas bibin. Beşdaran diyar kirin ku divê jin ne tenê wekî amarek di raporên rêxistin û dezgehên navneteweyî de bên dîtin, her wiha cih ji wan re bê dayîn da ku bibin biryarder û hevkarên bibandor di avakirina aştiyeke berfireh de.

Duh Hevgirtina “NEDA” bi rêya Zoom’ê semînereke dîjîtal bi sernavê “Jin li hember şer û krîzên dirêjkirî: Ji parastina xwe heta avakirina ewlehî û aştiya berfireh - Vîzyonên hevber ji Filistîn, Sûdan, Lubnan û Iraqê” li dar xist. Axaftvanan girîngiya têkoşîna hevbeş li ser asta herêmî û Efrîkî ji bo zêdekirina hebûna jinan wekî biryarder destnîşan kirin. Beşdaran diyar kir ku di salên dawî de jinan çi li Sûdan, Xeza, an Sûriyeyê, şiyana xwe ya rêxistinkirin, xweparastin û piştgiriya civakên xwe nîşan dane û qet bi rola çavdêran razî nebûne.

Her wiha wan li dijî pêla şovenîst û paşverû ya li herêmê hişyarî dan, ku dixwaze pêşketina tevgerên jinan sînordar bike; nemaze ji ber ku pevçûn êdî ne tenê navxweyî ne, lê ji aliyê destwerdanên biyanî ve jî tên gurkirin, mîna ezmûna Sûriyeyê. Wan girîngiya pevguhertina ezmûnan, vîzyon û pisporiyê tekez kirin, ji ber ku parastina jinan li herêmên pevçûnê qels e û ew ji xizmetên tenduristiyê û meqamên biryardanê bêpar tên hiştin.

‘Ya ku li Lubnanê diqewime ne şer e’

Çalakvana Lubnanî Xedîce El-Huseynî tekez kir ku tiştê ku li Lubnanê diqewime ne “şer” e, ji ber ku şer di navbera du aliyên wekhev de dibe, lê li vir “êrîşkarek û qurbaniyek heye”. Xedîce rewş wekî pevçûnek asîmetrîk û paqijkirina etnîkî ya mîna ya li Filistînê bi nav kir, ku armanc jê qutkirina ji nasnameya herêmê û derkirina niştecihên wê ye. Wê destnîşan kir ku Îsraîl êrîşên xwe yên bênavber berdewam dike, tewar piştî agirbestên qaşo jî; gundên sînor, taxên başûrê Beyrûtê û Geliyê Bekaayê wêran dike, da ku herêmeke kuştinê ya mîna Zîvala Xezayê ava bike.

‘Zirarên herî mezin li ser aborî û çandiniyê ne’

Xedîce daneyên heta 1’ê Hezîranê pêşkêş kirin, ku nîşan didin milyonek kes koçber bûne, 3 hezar û 500 kes hatine kuştin û 10 hezar jî birîndar hene. Ew tenê li ser qurbaniyên mirovan ranewestiya, lê bal kişand ser bandora şer a li ser erd, av, çandinî û mîrata çandî. Li gorî Wezareta Çandiniyê, 56 hezar û 264 hektar erdê çandiniyê zirar dîtiye; di nav de 6 hezar û 600 hektar baxçeyên zeytûnan û 11 hezar û 75 hektar darên fêkiyan hene. Milyonek û 800 hezar serî ajal û mirîşk mirine û ax bi fosfora spî hatiye qirêjkirin. Ziyanên binesaziya çandiniyê bi 118 milyon dolar û berhemên çandiniyê jî bi 586 milyon dolar hatine payîn.

Xedîce tekez kir ku jin her çend bi heman dijwariyên mêran re rû bi rû dimînin jî, lê barên wan ên fîzîkî yên wekî ducanî, şîrdayînê û xwedîkirina malbatê di şertên nepaqij de hîn girantir in, nemaze ji ber kêmbûna rola dewletê.

‘Îsraîl ji guleyan bêtir ji peyva azad ditirse’

Li gel van hemû zextan, jin xwe tenê wekî qurbanî nabînin. Ew li her derê çalak in; xwarinê ji bo koçberan çêdikin, wekî bijîşk li eniyên pêş in, û wekî rojnamevan di dilê pevçûnê de dixebitin. Bi raya wê, ev sedema sereke ye ku Îsraîl rojnamevanên jin hedef digire, ji ber ku ew ji guleyan bêtir ji peyva azad ditirse.

‘Îsraîl ne tenê bedena jinan hedef digire’

Rojnamevana Xezayî Îslam Ebû Serar ku nûnertiya Yekîtiya Komîteyên Jinên Filistînî di hevpeymaniya “NEDA” de dike, gotarek bi sernavê “Ewlehiya berfireh ji bo jinên Filistînî di navbera şerê tunekirinê li Xezayê û zêdebûna binpêkirinên li Şerîaya Rojava” pêşkêş kir. Îslam rave kir ku Îsraîl ne tenê bedena jinan hedef digre, di heman demê de li tevahiya pergala jiyanê dide. Di asta aborî de, projeyên piçûk ên jinan hatine wêrankirin û gelek ji wan bêyî toreke ewlehiyê mane.

Îslam wiha zêde kir: “Bandora li ser jiyana jinan bi dorpêçkirin û birçîbûna li Xezayê gihîştiye asta ewlehiya xwarinê. Jin niha bi saetan di dorê de radiwestin da ku nan an avê ji bo malbatên xwe peyda bikin. Ewlekariya civakê jî ji ber koçberiya dubare û qutbûna torên xizmtiyê bi giranî hejiyaye.” Her wiha wê tekez kir ku rewşa derûnî ya jinan ji ber travmaya windakirina zarokan û jiyana di bin bombebaranê de pir xirab bûye.

Tevî vê êşa mezin, Îslam Ebû Serar gihîşt wê encamê ku jinên Filistînî wekî hêzeke çalak di civakê de derketine holê û berxwedana malbatî, civakî, aborî û medyayî li dar xistine.

‘Jinan tîmên bersivdayînê yên bilez organîze kirine’

Çalakvana Sûdanî û pispora mijarên rêveberiyê Rîm Fereh, nirxandinek li ser rewşa jinan li Sûdanê pêşkêş kir û rave kir ku her çend ew rastî tundiya cinsî û koçberiyê hatine jî, teslîmî van mercan nebûne. Rîm Fereh wiha got: “Jinan tîmên bersivdayînê yên bilez organîze kirine û rêbazên jîr ên parastinê çêkirine. Ji ber vê yekê, ew rola qurbaniyê qebûl nakin û dê di şikandina astengiyan de bi ser kevin.”

‘Divê modelên serkeftî yên jinan bên parastin’

Aktîvîsta siyasî Emîna Omer derbarê ezmûna Rêveberiya Xweser a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de axivî û diyar kir ku vê modelê hiştiye ku jin di qadên biryargirtinê û leşkerî de (bi rêya Yekîneyên Parastina Jin - YPJ) bighîjin nûnertiya wekhev. Wê bal kişand ser wê yekê ku ev ezmûn bûye çavkaniya îlhamê ji bo jinên herêmê, lê pêla paşverû ya îro metirsiya têkbirina van destkeftiyan zêde dike. Wê got ku ji ber vê yekê, parastina vê modelê û piştgirîkirina wê pir girîng e.

Li aliyê din, çalakvana Sûdanî Nîmat Koko bal kişand ser girîngiya piştgiriya ezmûna jinan a li Rojavayê Kurdistanê, nemaze bi bilindbûna rûyê dewletên olî û paşverû re. Wê diyar kir ku pevçûnên herêmî tenê navxweyî nînin, ji ber vê yekê hevgirtin û pevguhertina ezmûnan di navbera jinên Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîkayê de ji bo gihîştina navendên biryardanê pêngaveke jiyanî ye.