Sebahat Tuncel: Divê Kurd ji bo têkoşîna azadiyê şiyar bin
Siyasetmedar Sebahat Tuncel got Kurdistanê di nava şer û pevçûnan de ye loma divê Kurd şiyar bin, bi rêxistinbûyî bin û her dem ji bo têkoşîna azadiyê haydar bin û got: “Destkeftiyên li Rojava hê tam neketine bin temînatê.”
Amed – Jin ji bo mafên xwe û parastina destkeftiyan, ji bo ku li dijî şîdeta mêr-dewletê û şer gotina xwe bibêjin xwe ji roja derketina kolanan re amade dikin.
Tevgera Jinen Azad (TJA), 17’ê Sibatê li Amedê deklarasyona 8’ê Adar û çalakiyên ku dê bin lidarxistin bi daxuyaniyek ragihand.
Aktivîsta TJA’yê û siyasetmedar Sebahat Tuncel, di bernameya Medya Haber deklarasyona 8’ê Adarê nirxand û got ku jin tevahiya salê li qadan bûne û çalakiyan li dar xistine
Deklarasyona TJA’yê ya 8’ê Adarê
Sebahat Tuncel bi gotinên; “Bi wesîleya 8’ê Adarê weke TJA, em ê li Tirkiye û Kurdistanê li qadan bin” got ku di van rojan de ji aliyekî ve dê şîdeta li dijî jinan bikin rojevê ji aliyekî ve pêşniyarên çareseriyê nîqaş bikin.
Sebahat Tuncel diyar kir ku jin li her derê cîhanê bi tecrube û têkoşîna xwe di rojên 8’ê Adarê de derdikevin kolanan û têkoşîna xwe mezin dikin û got: “Li Kurdistanê weke tevgera jinan, em tecrubeyên xwe yên xweser bi têkoşîna çînî ya cîhanê, têkoşîna kedê, têkoşîna azadiya jinan re dikin yek, destpêkek nû û pêvajoyeke nû bi pêş dixin.”
Sebahat Tuncel wiha got: “Deklarasyon, rojevê digre nave xwe. Bi perspektîfa rêxistinbûna ji bo pêşerojê, em hem bi mîrasê ku me ji dîrokê girtiye hem jî bi êrîşên ku li Rojava li ser Şoreşa Jinan çêbûne her wiha pêvajya heyî jî digre nava xwe.”
‘Gotina pergala kapîtalîst dikuje ne dirûşmek e rastiyek îfade dike’
Sebahat Tuncel li ser sedem û encamên şîdeta li dijî jinan jî sekinî û wiha berdewam kir: “Em her dem li ser encamên şîdetê disekinin lê divê mirov li sedemên wê binêre. Pergala desthilatdariya mêr a kapîtalîst dibe sedema şîdet, tecawiz û komkujiyan. Gotina ‘pergala kapîtalîst dikuje’ tenê gotinek nîn e, rastiyek îfade dike. Ev pergal jinan di malan de digre, keda wan dixwe, li ser bedena wan mêtinkariyê dike, jinan ji kirdebûyînê dike rewşa obejeyê. Bi vê yekê jî zemîn çêdibe û mêr hemû awayên polîtîkayên zextê li ser jinan meşrû dikin.
‘Hiqûqa ku jinan biparêze tune ye’
Mijareke din jî mekanîzmaya hiqûqê ye. Hiqûq di esasê xwe de dewletê, sermaye û mêr diparêze. Hiqûqa ku jinan biparêze tune ye. Hiqûq jî li gorî feraseta serdest a mêr, hatiye bicihkirin. Ji ber wê, polîtîkayên bêcezabûnê dibin sedema kuştina jinan. Bûyerên kuştina jinan, şîdeta fizîkî aliyê ku ten xuyakirin in lê xizanî, girtina jinan a di malê de, dûrxistin ji jiyana aborî, mobbîng jî aliyên din ên şîdetê ne.”
‘Pergala ku jinan naparêze cih nade mêran jî’
Sebahat Tuncel bi gotinên; “Ev pergal, ji bo mêrên ku jinan dikujin cihekî azad nade. Mêran dikşînin nava vê dorpêça şîdetê” diyar kir ku bêdengiya li dijî şîdetê dibe sedema hilweşîna civaka exlaqî û polîtîk.
Sebahat Tuncel diyar kir ku hilweşîna civaka exlaqî û polîtîk, di heman demê de tê wateya “mirina mirovahiyê” û wiha got: “Bi paradigmaya demokratîk, ekolojîk, azadiya jinan bersiva ku tê dayîn, li dijî pergala kapîtalîst a bi serdestiya mêr perspektîfa azadiya jinan e û ev yek jiyana nû her wiha civaka exlaqî û polîtîk hewl dide hiqûqeke nû ava bike.”
Banga 27’ê Sibate: Di salek de çi bû?
Sebahat Tuncel diyar kir ku banga 27’ê Sibatê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bangeke ku sînoran derbas dike û wiha domand: “Di salek de çi hat kirin? Hem gelek tişt hatin kirin hem jî tu tişt nehat kirin. Belê gelek tişt hatin kirin. Tevgera azadiya Kurd, bersiveke watedar da banga birêz Ocalan. PKK’ê kongreya xwe li dar xist, xwe fesh kir. Komeke gerîla çekên xwe şewitandin û gotin ku ger gavên hiqûqî werin avêtin ew amade ne tevlî siyasetê bibin. Dûre komek gerîla ji Tirkiyeyê vekişiyan gotin; ‘Ger temînata hiqûqî were dayîn, em dixwazin werin li Tirkiyeyê siyasetê bikin.’ Ev pêşketin girîng b3un lê Tirkiyeyê heta niha gaveke şênber navêtiye. Tenê gava şênber komîsyona ku bi banga birêz Ocalan li meclîsê hat avakirin e. Bêguman ev girîng e, em vê girîng dibînin.
Awayê pêşkêşkirina raporê, nîqaşên ku çêbûn, mijareke din in lê di esasî de pêvajoyeke ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd di şexsê birêz Ocalan de dest pê kir.”
Sebahat Tuncel got: “Dewlet divê di vê mijarê de gavên pêwist bavêje, ji bo pêşî li siyaseta demokratîk vebe zagon werin derxistin. Pêvajo hatiye xaleke girîng. Pêvajoya ji niha û pê ve divê dewlet ji bo derbasbûna pêvajoya demokratîk zagonan derbixe.”
‘Têkoşîna gel êrîşên li ser Rojava da rawestandin’
Sebahat Tuncel bi bîr xist ku di demek ku pêvajo dihat nîqaşkirin de êrîşên li ser Rojava dest pê kirine û gotinên xwe wiha domand: “Êrîşa li ser Rojava li dijî hemû Kurdan e. Kurdan vê baş fam kirin, li çar aliyên Kurdistanê, li Ewropayê û li her derê Cîhanê Kurd ji bo Rojava derketin kolanan. Tenê bi yekîtiya Kurdan pêşî li van êrîşan dihat girtin û ev yek çêbû lê xetera li ser Rojava hê didome. Divê mirov vê pêvajoyê wiha bibîne: Di pêşeroja Sûriyeyê de Kurd tekez dê hebin. Sûriyeya bê Kurd êdî ne pêkan e. Pirsgirêka Kurdistanê hê jî li ser zemînê şer û pevçûnan didome. Ji ber wê jî divê Kurd şiyar bin, rêxistinkirî bin, ji bo tevgera azadiyê her dem li ser piyan bin. Pêvajo bidawî nebûye rast e ji bo parastina Şoreşa Rojava gel rabû ser piyan lê destkeftiyên şoreşê hê tam neketine bin temînatê. Bêguman temînata hiqûqî girîng e lê têr nake.”
‘Di sedsala 21’ê de pêdivî bi pênaseyeke din a hiqûqê heye’
Sebahat Tuncel diyar kir ku hiqûq li dijî Kurdan weke amûra zextê hatiye bikaranîn û gotinên xwe bi dawî kir: “Ji sala 2009'an heta îro, daraz, weke dîzaynkirina amûra siyasetê hat bikaranîn. Bi taybetî li dijî Kurdan ev pir vekirî hat bikaranîn. Rejîmeke bi navê qeyûm derxistin. Ev hiqûqa mêtinkariyê ye. Rejîma qeyûm a li dijî îradeya Kurdan hat pêşxistin, perçeyek hiqûqa mêtinkariyê ye û di dewrê de ye. Di qada navneteweyî de jî li gorî biryarên dadgehê tevnagerin, heman bêhiqûqî heye. Mînaka vê jî ew bû ku Trump serokdewletê Venezuelayê ji mala wî girt. Ev nîşan didin ku hiqûqa navneteweyî jî êdî di sedsala 21’ê de bi awayekî din were pênasekirin.
Di mijara mafên mirovan de bandora şoreşa Fransayê pir mezin e. Piştî şoreşê danezana mafên mirovan bi bedelan û keda mezin derket û veguherî peymaneke navneteweyî lê di sedsala 21’emîn de êdî kirdeyên maf cuda bûn. Ango ne tenê jin û mêr, xweza jî kirdeyek maf e, ajal jî kirdeyên maf in, malbat jî guherîn. Berê malbatên ji dê, bav û zarokan pêk dihatin hebûn. Niha malbatên ji dê bav û ajalan pêk tên hene. Têgehên hiqûqî jî êdî têr nakin. Medyaya dîjîtal ferasetek din a hiqûqê derxist holê li ber van hemûyan divê ku em di demên li pêş de li ser vê mijara hiqûqê nîqaş bikin.
Gelo dê Kurd têkoşîna xwe ya maf û azadiyê çi bi dest bixin? Bêguman bi hiqûqê. Birêz Ocalan dibêje; ‘Tu Kurd dê ji derveyî zagonê nemîne.’ Wê demê ev dewlet bi qasî ku ya Tirkan e dê bibe ya Kurdan jî. Wê demê dê mafên Tirkan ji Kurdan re jî werin dayîn.”