Daxwaza dayîkên pakrawanên Kurdistanê kongreyek netewî ye

Dayîka Hemdiya Kûtê ku keça wê ji bo welatê xwe canê xwe feda kiriye, got ku divê partiyên siyasî yên Kurd li Kurdistanê li hev bicivin, di zûtirîn demê de Kongreyek Netewî lidar bixin, ji qirkirina sedsaleke din xilas bibin û xwedî statû bin.

SORGUL ŞÊXO

Til Temir – Ev du sedsal in gelê Kurd ji qirkirinan xilas nebûye, du sedsal in gel tên koçberkirin, qetilkirin û revandin. Lê gelê Kurd serî tewandinê ji xwe re nepejirandiye û her dem di nav serhildan û şoreşan de ne.
Hemdiya Kûtê ku dayîka nemir Jînda Til Temir e, girîngiya vê demê û pêwîstiya gelê Kurd a bi kongreyek netewî nirxand.
‘Em perçeyek ji Sûrî ne lê armanc qirkirina gelê Kurd e’

Hemdiya da zanîn ku dema şermezarkirina komployan derbas bûye, êdî dem dema berxwedanê ye ku bi jiyanek azad mîsoger bibe û wiha pêl da gotinên xwe: “Komploya li dijî Rêber Apo hat destpêkirin heta îro bi planên cûda, didome. Armanca komploya îro jî qirkirina gelê Kurd a li Rojava ye. Lê em perçeyek ji Sûriyê ne û jê venaqetin. Her wiha em li dijî perçebûna Sûriyeyê û dijminatiya bi gelê wê re ne.”

‘Şerê mezhebî planên hêzên navneteweyî ne’

Hemdiya planên ku hêzên navneteweyî li dijî gelên bi hev re dijîn dimeşînin bibîr xist û wiha got: “Ger hêzên navneteweyî dixwazin di navbera Kurd, Ereb û Suryanan de şerê mezhebî derxin, em Kurd vê naxwazin. Ji ber ku em alîgirên aştiyê ne û armancên me jiyanek birûmet a li ser axa xwe, bi nasnameya xwe û bi ziman û çanda xwe ya Kurdî ye.”
‘Cîhan li dijî Kurdan bûye yek em çima nebin yek?’
Hemdiya got ku bila Kurd rabin bibin yek gewde û bangek wiha kir: “Rabin! îro roja yekîtî û tîfaqên Kurdan in. Gelê Kurd ji mêj ve yekîtiya xwe li Kurdistanê çêkiriye, dem dema partiyên siyasî ye li hev kom bibin û Kongreyek Netewî lidar bixin. Cîhan li me bûye yek û planan li dijî me pêk tînin, çima emê nebin yek û xwedî statu? Divê Kurd dest ji partiyîbûyînê berdin, gelê me zêdetirî xwe êşiyaye, bi hezaran keç û xortên xwe oxirî vê axê kirin, koçberiyek zêde çêbû heta ku mal û milk hatin wêrankirin.”

‘Piştî zêdetirî 20 hezar şehîd em ê hîn çend salên din komployan bibînin?’

Hemdiya da xuyakirin ku divê partiyên siyasî yên Kurdî êş û jana gelê Kurd ji kûr ve hîs bikin û wiha pê de çû: “Piştî ku me zêdetirî 20 hezar şehîd danîn, ma hîn em ê çend salên din di bin komployên navneteweyî de bin? Gava ku em tifaqa xwe çêkin, wê Emrîka, Fransa, Îsraîl, Tirkiye û Îranê tevî dewletên din nikaribin komployan li dijî me çêkin. Hêza me ya 70 milyon Kurd têra dinyayê dike, lê mixabin ji bo partiyên me yên siyasî ku nabin yek, çênabe. Kî serokatiya Kurdan dike bila bike, lê ya girîng ku Kurd be û em yekîtiya xwe çêkin.”
‘Bi çekên Tirkiye Emrîka û Îsraîlê êrîşî Kurdan dikin’
Hemdiya girîngiya bersivdayina komplogerên navneteweyî bi tîfaqên Kurdan anî ziman û wiha vegot: “Rêber Apo di pêvajoya aştiyê de çi perspektîf da gelê Kurd û partiyan pêk anîn, armanca komploya nû jî valaderxistina felsefeya Rêbertî ye. Mademkî ew komployan li dijî me çêdikin, çima em tîfaqên xwe çênakin û hêza xwe mezintir nakin? Hêza HTŞ’ê çi ye ku êrîşî Kurdan bike? Efserên Tirkan di êrîşên wan de cih digrin, ew bi çekê Tirkan û Emrîka û Îsraîlê êrîşî Kurdan dikin. HTŞ çû, tîfaq çêkirin, xwe firotin û hatin êrîşî me Kurdan dikin.”

‘Soza me dayîkên şehîdan heye’

Hemdiya da zanîn ku dayîkên nemiran soz dane ku wê heyfa zarokên xwe hilînin û van sozan wiha anî ziman: “Emê goristanên xwe yên şehîdan yên ku wêran kirine, careke din ava bikin. Qey wê koka me biqelînin û dîroka me winda bikin? Bi xirakirina goristanên şehîdan dîroka me winda nabe, çimkî Kurd qedîmtirîn mirovên li ser vê axê jiya ne. Em li ser axa xwe ne, me axa kesek dagir nekiriye, êrîşî kesî nekir û sînor derbas nekirine. Tenê em li ser axa xwe parastina xwe dikin. Lê cihê ku em çûne jî, me ew rizgar kirine, perwerde kirine, zana kirine û bi ziman û çand kirine.”
Ji serhildana Mahabadê heta Şoreşa Rojava  
Hemdiya bal kişand ser serhildanên di dîroka gelê Kurd de çêbûne û wiha got: “Ji Şêx Seîd, Qazî Mihemed, Seyd Riza, heta îro şoreşên Kurdan didomin. Lê raza binketina şoreşên Kurdan li seranserî dîrokê xiyanet e. Planên li dijî wan serhildan û şoreşan çêbûn, îro dûbare dibin. Lê îro şoreşa me bi felsefeya Rêber Abdullah Ocalan re bi bingeh bûye. Ji bo wê ye em naxwazin destkeftiyên ku me parastî ye winda bikin, divê partiyên siyasî yên Kurdî vê baş bizanibin.”

‘Rojava mifteya Kurdistanê ye werin Kongreya Netewî lidar bixin’

Hemdiya got ku destkeftiyên Başûrê Kurdistanê jî di xeteriyê de ne û wiha xeteriyên li ser destkeftiyên Kurdistanê anî ziman: “Komploya li ser Rojava, komploya li ser Başûr e jî. Pêwîst e Kurdên Başûr, Rojhilat û Bakur jî zextê li partiyên xwe yên siyasî bikin û tevî Rojava Kongreyek Netewî lidar bixin. Da ku gel ji qirkirinê xilas bikin. Wê heta kengî kezebên dayîkan bişewite û şehîdan bidin? Çimkî Rojava mifteya Kurdistanê ye, ger Rojava biçe wê her sê aliyên din yên Kurdistanê jî têk biçin. Werin xwedî li Rojava derkevin, bila tiştên di nav destê me de ji destê me neçin.”