21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayîkê: Bila di makezagonê de Kurdî bikeve bin temînatê

Jinên Kurd bi wesîleya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayîkê de bal kişandin ser polîtîkayên bişavtinê, xwestin Kurdî di makezagonê de bikeve bin temînatê.

MEMÎHAN HÎLBÎN ZEYDAN

Wan – Polîtîkayên înkar, îmha û bişavtinê li ser zimanê Kurdî didomin. 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayîkê weke roja şiyarî û lêgerîna maf tê dîtin û gelê Kurd di vê rojê de bi çalakiyên cuda dixwaze zimanê Kurdî bikeve bin temînata makezagonî. Ji pêşdibistanê heta zanîngehê, mafê perwerdeya bi zimanê Kurdî ji wan re were dayîn, Kurdî bibe zimanê fermî, were pejirandin û astengiyên hiqûqî yên li ser ziman werin rakirin.

‘Li Tirkiyeyê nêzî 80 ziman winda bûn’

Jinên Kurd di çarçoveya 21’ê Sibatê de careke din xwestin zext û qedexeyên li ser zimanê Kurdî werin rakirin. Bêrîvan Kayî, li ser girîngiya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayîkê wiha got: “Ev roj li çar aliyên Kurdistanê bi taybetî li Bakur zêdetir tê pîrozkirin lewre bi salan bi polîtîkayên bişavtinê, di serî de zimanê Kurdî gelek ziman hatin qedexekirin û gelek ji wan tune bûn. UNESCO diyar dike ku li Tirkiyeyê nêzî 80 ziman tune bûne. Li Tirkiyeyê 80 ziman tune bûne, ên manej î di sînorê tunebûnê de ne. Dema em ji çarçoveya UNESCO’yê dinêrin, dibînin ku li Bakur zimanê Kurdî di rewşek bi xeter de ye. Em li kolanan dinêrin, her cihê em diçin, li bajarên Bakur li kolanên wan, li saziyên me, di saziyên çapemeniyê de, em diçin li ku dibînin ku em bi zimanê xwe naaxivin.”

 

‘Kurd li dijî bişavtinê li ber xwe didin’

Bêrîvan Kayî, bal kişand ku polîtîkayeke mezin a bişavtinê li ser ziman tê meşandin, diyar kir ku rewşa zimanê Kurdî encama polîtîkayên bişavtinê ye û wiha got: “Li dijî polîtîkayên bişavtinê, bi salan e berxwedanek didome. Kurd bi rêxistinên jinan û li gelek deran li dijî bişavtinê li ber xwe didin. Bi vê berxwedanê em dikarin zimanê xwe yê li ber tunebûnê rizgar bikin. Berxwedan û têkoşîneke mezin ji bo vê yekê heye lê ev bi tenê têr nake. Divê zimanê me di makezagonê de bikeve bin temînatê.”

Bêrîvan Kayî bi bîr xist ku 27’ê Sibata 2025’an ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve pêvajoyek hatiye destpêkirin û gotinên xwe wiha berdewam kir: “Nêzî salek e hevdîtin çêdibin. Di muzakereyên ku bi komîsyona meclîsê û heyetê re hatine kirin, li ser gelek xalan tê axaftin. Ji bo me yek ji mijarên herî girîng Kurdî ye. Divê 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayîkê em balê bikşînin ser vê yekê. Divê bi makezagonî statu ji zimanê Kurdî re çêbibe. Divê li kolanan û saziyên fermî zimanê Kurdê zêdetir were axaftin.” 


‘Zimanê me rûmeta me ye’

Hevşaredara Ebexê Hatîce Atabay Gundogdu jî got: “Divê Kurd ji axaftina bi zarokên xwe re dest pê bikin, di her warî de zimanê xwe bidin jiyîn. Zimanê me rûmeta me ye. Em ê li her derê bi zimanê xwe biaxivin, bixwînin, binivîsînin û jiyana xwe bi Kurdî bidomînin.”

 


‘Zimanê dayîkê mijareke jiyanî ye’

Arîfe Arslan jî bal kişand ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 27’ê Sibata 2025’an pêvajoya çareseriyê daye destpêkirin û got: “Gelek mijarên jiyanî di vê bangê de hatin ziman. Yek ji wan jî zimanê dayîkê ye. Ji bo hemû zimanên li cîhanê çawa ku maf hebe, ji bo Kurdî jî divê heman maf hebe. Divê bi statuya ji zimanê Kurdî re perwerdeya bi Kurdî fermî bibe. Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk tenê ne ji bo Kurdan, ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn pêvajoyeke dîrokî ye. Vê pêvajoya dîrokî, mifteya jiyana bi aştî û bi hev re ye, derfeteke dîrokî ye.”