Rûksen Mihemed: Di demên pêş de dê civîn di navbera me û hikûmeta Şamê de çêbibin

Berdevka YPJ’ê Rûksen Mihemed li ser entgrasyona demokratîk axivî û diyar kir ku di meha Nîsanê de hevdîtinek Fermandariya YPJ’ê bi Wezîrê parastina Sûriyeyê re çêbûye lê heta niha tu bersivek fermî nehatiye dayîn.

NEXEM ÇAÇAN

Hesekê – 14 sal in Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) hêza leşkerî ya jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Şervanên YPJ’ê beşdarî gelek şer û operasyonan bûn û bandorek mezin li ser rewşa Sûriyeyê çêkirin. Di 29’ê Çileya sala 2026’an de peymanek di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û hikumeta demkî ya Şamê de hat îmzekirin.

Di peymana 29’ê Çileyê de pêvajoyeke nû hat destpêkirin, pêvajoya entegrasyona di navbera saziyên Rêveberiya Xweser û saziyên hikûmeta demkî ya Sûriyeyê de. Yek ji wan xalan jî ew bû ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) entegreyî nava artêşa Sûriyeyê bibe. Lê mijara Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) wekî yek ji mijarên herî hesas û bi aloz e. Hikûmeta Sûriyeyê ya demkî red dike ku rê bide tu hêzên leşkerî yên serbixwe bi taybetî jî artêşêke jinan li derveyî çarçoveya artêşa fermî bimîne.

Di heman demê de YPJ rola xwe wekî hêzeke parastina jinan diparêze, ji ber ku di salên şer de, nemaze di rûbirûbûna bi DAIŞ’ê re û parastina deverên ku lê xebitî de roleke girîng lîstiye. YPJ tekez dike ku hebûna wan ne tenê di warê leşkerî de sînordar e, di heman demê de beşdariya jinan di ewlehî û civakê de jî sembolîze dike. Pêşeroja YPJ’ê bi xwezaya pêvajoya entegrasyonê û temînatên ku dê di qonaxa pêş de werin pêşkêşkirin ve girêdayî ye.

Piştî destpêkirina pêvajoya entegrasyonê gelek nîqaş li ser pêşeroja YPJ’ê tên kirin, ji bo agahiyên zelaltir nûçegihana ajansa me bi berdevka Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) Rûksen Mihemed re hevdîtinek pêkanî.

Rûksen Mihemed anî ziman ku YPJ’ê bi têkoşîna xwe ji bo jinan dîroka nû nivîsandiye û wiha dest bi gotinên xwe kir: “Di ser damezirandina YPJ’ê de 14 sal derbas bûn. YPJ êdî bûye jiyan her wiha sîstemeke nû bi xwe re ava kir û di dîroka jinan de qonaxeke nû destpê kir. Gelek jinên têkoşer ên navê wan di dîrokê de derbas dibe hene lê bi YPJ’ê re qonaxeke nû hat destpêkirin. Weke hêz di warên civakî, bîrdozî, leşkerî û di hemû waran de, bi prensîbên heyî em dikaribûn pergaleke zelal bihûnin û bikevin nava civakê.”

YPJ’ê nasnameyek da avakirin

Rûksen Mihemed da zanîn ku YPJ di her warê jiyanê de têkoşiyaye û wiha domand: “Têkoşîna YPJ’ê ne tenê têkoşîneke leşkerî ye, têkoşîneke civakî, siyasî, çandî û mirovî ye. Ji ber ku bi YPJ’ê jin bûn xwedî îrade, xwedî li xwe derketin, xwedî li ax û civaka xwe derketin. YPJ’ê nasnameyek da avakirin, taybetmendiyên gelek bi nirx û qîmet bi xwe re ava kir. Di vê pêvajoyê de hewldanên me ew in ku em li ser bingeha ku di Sûriyeya nû de çêbûye çawa dîroka demdirêj û mîrateya bi nirx a YPJ’ê di warê qanûnî de misoger bikin.”

YPJ ji bo tevahî jinan sîwanake leşkerî ye   

Rûksen Mihemed destnîşan kir ku têkoşîna tê meşandin ne tenê ji bo rola YPJ’ê ye, ji bo rola giştî jinan di Sûriyeya nû de ye û wiha pê de çû: “Dema ku behsa YPJ’ê tê kirin, behsa hebûn û nasnameyek tê kirin. Ji ber ku YPJ’ê dozek derxist pêş, wê têkoşîn li ser vê bingehê were kirin. Dema ku em dibêjin rola YPJ’ê di Sûriyeya nû de, ev tê wateya ku wê jin bi giştî çi rol bilîzin. YPJ ji bo têkoşîna tevahî jinan sîwanake leşkerî ye. Her wiha bû zemînek ku jin têkoşîna xwe bi awayekî adilane û wekhev bidin meşandin. Di heman demê de ji bo ku di her warî de jin bikaribin bi mêjî, nêrîn û stratejiya xwe têkoşîna xwe bidomînin.”

Rûksen Mihemed wiha berdewam kir: “Jin û YPJ girêdayî hev in û ji hev ne qut in. Entegrasyona demokratîk bi hevkariya jinan a rastîn wê were avakirin û bi ser bikeve. Rejîma Baasê nêzî 60 salan hebûna jinan qebûl nedikir. Pêwîst e ev rewş û neqebûlkirina jinan di Sûriyeya nû de dubare nebe. Ger daxwaza me tevahiyan ew e ku em Sûriyeya bi hemû mozayîkên xwe nûnertiyê bike ava bikin divê hikumet jinan di nav xwe de qebûl bike. Statuya jinan fermî di destûrê de bi biryarên zelal were bicihkirin. Di heman demê de jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dizanin bi çi awayî têbikoşin bikin û mafê xwe misoger bikin.”

Bi şoreşê re nasname zanebûn û zanistek siyasî ya jinan çêbû

Rûksen Mihemed bal kişand ser girîngiya artêşa jinan di Sûriyeyê de û wiha bilêv kir: “Artêşeke nû, pergalek nû divê ku jin tê de hebin. Her wiha di nava artêşeke niştîmanî de jî divê hebûna jinan diyarker be. Ji ber ku YPJ bûye nasnameya tevahî jinan û statuya herî bingehîn di civakê de. Bi şoreşê re nasname, zanebûn û zanistek siyasî ya jinan çêbû. Sûriyeya nû bê beşdariya jinan a siyaset û zagonan nayê avakirin. Sûriyeya nû wê bi qebûlkirin û hebûna jinan were misogerkirin û avakirin. Di artêşa nû ya Sûriyeyê de, pêwîst e YPJ tê de cih bigre. Li ser vê bingehê têkoşîna me berdewam dike, ji ber ku em welatiyên Sûriyeyê ne. Her wiha em jî weke YPJ di Sûriyeyê de xwedî maf in.”

YPJ’ê hebûn û îradeya jinan ax û nirxên Sûriyeyê parast

Rûksen Mihemed diyar kir ku di meha Nîsanê de YPJ’ê bi Wezîrê parastina Sûriyeyê re hevdîtinek kir û wiha pê de çû: “Ji ber ku em ji nêrîn, gotin û pêşniyaran re vekirî ne. Di Nîsanê de hevdîtineke me wekî Fermandariya YPJ’ê bi Wezîrê Parastinê yê Sûriyeyê re çêbû; di hevdîtinê de me pêşnûmeyek pêşkêş kir li ser girîngiya hebûna YPJ’ê di nava artêşê de. Em bi fermî çûn lê heta roja îro tu bersiveke fermî nehatiye dayîn. Di demên pêş de wê gelek civîn bi hikûmeta Şamê re çêbibin lê belê dema ku em biçin û li ser maseyê rûnin, gere neyê jibîrkirin ku YPJ kevirê bingehîn ê şoreşê ye. Ji ber ku YPJ’ê hebûn û îradeya jinan her wiha ax û nirxên Sûriyeyê parastiye. Ji ber vê yekê divê di nîqaşan de ev yek li ber çavan bê girtin. Rast e, em ji diyalogê re vekirî ne lê taybetmendî û daxwazên me jî wekî jin û YPJ’ê hene.”

Rûksen Mihemed da zanîn ku YPJ ji jinên cîhanê re bûye mînak û wiha berdewam kir: “Taybetmendî û xweseriya YPJ’ê heye, hêzeke ku bi şoreşê re gelek nirx û destkeftî, bi tilî, hest, mêjî û ruhê jinan hat avakirin. Cara yekemîn di cîhanê de hêzeke jinan ku xwe bi xwe xwe birêve dibe derket holê. Her wiha YPJ bû mînak û îlham ji hemû jinan re. Em dibêjin pêwîst e YPJ cihê xwe di nava artêşa Sûriyeyê de bigre, jin sedsalek din bi kiryaran re rûbirû nemînin. Heta roja îro bi nirxên civakê em gihîştin vê astê, ji ber ku YPJ nirxekî civakî ye. Şoreşek çêbû lê gelek zirar gihîşt jinan, gelek kiryarên xirab li dijî jinan çêbûn. Weke YPJ’ê ji bo ku jin careke din bi karesetan re rûbirû nemînin, pêwîst e ji bo jinan hêzeke xweser a leşkerî hebe.”

Parastin tiştek girîng e

Rûksen Mihemed bal kişand ser girîngiya parastinê û wiha axaftina xwe berdewam kir: “Parastin tiştek girîng e, ne tenê ji ber ku şer heye YPJ heye. Tiştekî jiyanî, civakî û mirovî ye ku hêzeke jinan hebe. Xweseriya YPJ’ê yek jê ew e ku di herêmên Rojavayê Kurdistanê de bimîne. Em di serdemek wisa re derbas dibin ku gelek nêrîn û fikir ji hev cuda ne lê ev nayê wateya, ku di vê cudahiyê de em hev tune bikin. Divê bi diyalog em bi hev re bigihîjin çareseriyê. Di şoreşê de jinan dît ku pêwîstî bi parastinê heye.”

Di serdma pêxember de jî jinan di nava şer de cih digirtin

Rûksen Mihemed diyar kir ku daxwaza wan weke YPJ’ê ew e ku wekî artêşek leşkerî di nava artêşa Sûriyeyê de cih bigrin û wiha got: “Di artêşên gelek dewletan de jin cih digrin. Daxwaza me jî ew e ku em wekî artêşek di nava artêşa Sûriyeyê de cih bigrin. Di serdema pêxember de jî jinan di nava şer de cih digirtin. Ji ber vê yekê tu hincet nayê qebûlkirin ku jin di artêşa Sûriyeyê de cih negirin.”

Gelek kesan bi pirtûkan de YPJ’ê  dan naskirin

Rûksen Mihemed anî ziman ku kampanyaya ji bo piştgiriya YPJ’ê hatiye destpêkirin berdewam dike, gelek girîng e û wiha dawî li gotinên xwe anî: “Kampanyaya ku tevger û rêxistinên jinan dane despêkirin û bi dirûşma “Em hemû YPJ ne”, gelek girîng e. Bi van dirûşman îfadeya nasname, nirx û nûnertiya xwe dikin. Tekez wê ev kampanya bi rengekî cudatir berdewam bike. Gelek kes ji derve hatin Rojava serdana YPJ’ê kirin û ji nêz ve dîtin. Her wiha gelek kesan bi pirtûkan YPJ’ê  dan naskirin. Ji ber vê yekê YPJ bûye hêz û fikreke gerdûnî, YPJ bûye jiyan.”