Rûken Kalin: Xeyalên jinên penaber nemane
Endama OHD’ê Parêzer Rûken Kalin, diyar kir ku jinên penaber bi gelek pirsgirêkan re rû bi rû dimînin, weke hevjîna duyem û bi darê zorê di temenê zarokatiyê de tên zewicandin û wiha got: “Zewaca zarokan li ber deriyê odeya welidînê tê dîtin.”
PELÎN OZKAPTAN
Stenbol- Li Tirkiyeyê ji ber bandora polîtîkayên siyasetmedaran gotinên nefretê yên li hemberî penaberan zêde dibin. Penaberên ku di hilbijartinên 14’ê Gulanê de ji aliyê partiyên siyasî ve ‘soza hilbijartinê’ dan, berovajî daxuyaniyên raya giştî ya ‘gelek alîkarî ji wan re tê dayîn’ têkoşîna jiyanê didin. Ji aliyekî ve hewl didin debara xwe bikin bi mûçeyên ku digrin, di karên ku gelek caran neçar in ne qanûnî de bixebitin û ji aliyê din ve jî bi nijadperestiya ku li wan tê kirin re têdikoşin.
Şert û mercên penaberên jin gelek dijwartir in û rastî tundiyê tên. Endama Komîsyona Koçberî û Penaberan a Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) Parêzer Rûken Kalin, pirsgirêkên penaberên jin û behsa riyên ku ji bo çareserkirina pirsgirêka penaberan her diçe bi aloztir dibin kir.
‘Piraniya zarokên keç ên li vir mezin dibin nikarin biçin dibistanê’
Rûken Kalin da zanîn ku ji sala 2011’an û vir ve li Tirkiyeyê bi awayekî berfireh qala penaberên Sûriyeyê tê kirin, di sala 2020’an de jî penaberên Ukraynayî û Îranî li pey wê tên. Rûken Kalin da zanîn ku zextên li ser jinên Sûriyeyî kêm nebûne û wiha got: “Di rastiyê de ev yek ber bi asteke hîn girantir ve diçe. Zarokên hatine jî mezin bûne û rewşa wan ji jinan xirabtir e. Ji ber ku kesên ewil hatin bi saya perwerdeya li welatên xwe dîtine bi zimanê xwe yê dayikê dixwendin û dinivîsandin. Zarokên li vir mezin dibin ne dikarin bi zimanê xwe perwerdeyê bibînin ne jî malbatên wan destûr didin ku biçin dibistanê. Ji ber vê sedemê, piraniya jinên Sûriyeyê, bi taybetî yên 20 salî, niha xwendin û nivîsandina wan tune ye.”
‘Mafê perwerdeyê yê zarokan tê astengkirin’
Rûken Kalin sedema vê yekê wiha anî ser ziman: “Dema penaber hatin Tirkiyeyê, ji bo parastina xwe, çand û nirxên xwe zêdetir bi olê ve hatin girêdan. Perwerdeya tevlihev û şêwaza jiyanê qebûl nekirin. Her çiqas li welatên xwe hîcabê bikar neanîn jî niha hejmara kesên ku hîcabê bi kar tînin zêde bûye. Ji ber vê sedemê hejmara kesên ku zarokên xwe naşînin dibistanê zêde bûye. Di heman demê de zarokan arasteyî kar dikin û wisa difikirin ku ger bixwînin jî dê nikaribin li vir karên xwe bikin. Mafê perwerdeyê yê zarokan tê astengkirin.”
‘Pirsgirêka herî giran zewac e’
Rûken Kalin, anî ziman ku pirsgirêka herî giran a jinên Sûriyeyê zewac e û wiha got: “Em dikarin zewacê di sê rewşên cuda de binirxînin. Koçberên yekem ên ji Sûriyeyê bi belge nebûn lê li ser beyana devkî, piraniya wan qeydên zewacê hene. Li Sûriyeyê mehrên melayan ji aliyê dadgehê ve tên pejirandin û tomarkirin. Hevberdan jî bi devkî pêk tê, ango kaxez tune ye. Ji ber ku ne li gel meqamên Sûriyeyêne jî li Tirkiyeyê bi fermî hevberdan tune ye, di tomarên Tirkiyeyê de xuya dike ku jin zewicî ne. Ji ber vê sedemê, ew nikarin careke din bizewicin, nikarin li cihekî din bijîn û xwedîtiya zarokên xwe bistînin.”
Rûken Kalin her wiha amaje bi wê yekê jî kir ku ger kesek Sûriyeyî bi keseke Tirk re bizewice, nikare bi zewacê hemwelatîbûnê bigre û got: “Ji ber vê yekê pêwîst e bi awayekî qanûnî biçin Tirkiyeyê, rûniştina qanûnî hebe û 3 salan zewicî be."
Ji bo jinên Sûriyeyê ‘kampanyaya’ biçûkxistinê
Rûken Kalin anî ziman ku yek ji rewşên herî xirab jî ew e ku jin weke ‘jina duyemîn’ bi mêran re dizewicin û bi mînakeke balkêş behsa vê rewşê kir: “Dema Sûriyeyî wek karkerên çandiniyê yên demsalî diçin navçeya Serînkenta Ispartayê, gundî di nav xwe de kampanyakê didin destpêkirin: ‘Jina yekem 3 hezar TL, jina duyemîn 5 hezar TL’. Gelek jin weke hevjîna duyemîn hatin girtin û bi keda bêheq li zeviyan dixebitin.”
‘Zewaca zarokan li ber deriyê odeya welidînê tê dîtin’
Rûken Kalin, anî ziman ku zewacên bi darê zorê yên di temenê biçûk de jî pirsgirêkek cidî ye û got: “15 saliya li Sûriyeyê ji bo zewacê temenek têr e. Lê li Tirkiyeyê ev yek bi awayekî fermî qedexe ye. Zewaca zarokan li ber deriyê odeya welidînê tê dîtin. Hinek jî dewlet riya vê îstîsmar, entegrasyonê vedike û çavdêriya zarokan misoger nake. Divê ji bo îstîsmarê cezayên pêwîst bên dayîn lê divê pêşî li faktorên ku dibin sedema wê bên girtin.”
‘Gelek zarokên qeydnekirî hene’
Rûken Kalin diyar kir ku li Tirkiyeyê zarokên ji derveyî zewacê ji aliyê dê û bav ve dikarin bi hev re bên qeydkirin lê ger Sûriyeyî û Tirkiyeyî xwedî zarok bin ev yek nayê kirin û got: “Qeyda dayikê li Midûriyeta Koçberiyê ye, qeyda bav jî li Midûriyeta Nifûsê ye. Gelek zarokên qeydnekirî hene lewma ev zarok li tu derê cîhanê nîn in. Her wiha du kesên ku li bajarên cuda dijîn nikarin bizewicin. Ji bo rêwîtiyê divê destûra rê bê dayîn û ev nayê dayîn. Bi rastî, azadiya rêwîtiyê ji bo her kesê di destûra bingehîn de heye. Lê belê ev yek bi rêziknameya ku hatiye derxistin tê astengkirin.”
‘Daraz li hemberî tundiyê bêdeng e’
Rûken Kalin jî qala tundiya jinên penaber ên muwekîlên xwe û nehestiyariya darazê kir û got: “Jina ku li Hatayê dijî, ji ber ku ji aliyê hevjînê xwe ve rastî tundiyê hatiye, zarokên xwe girt û hat Stenbolê. Ew ji hev cuda bûne lê ji ber ku jina li Stenbolê destûra xebatê jê re tunebû yan jî bi kesek ku li Stenbolê re nezewiciye, nasnameya wê neguheriye û neçar maye vegere Hatayê. Lê belê, Qanûna bi hejmara. 6284 vebijarka guhertina rûniştinê pêşkêşî dike. Ji ber ku hê jî metirsiya tundiyê heye dadger dikaribû di vî warî de biryarê bide lê nade ew bi rastî dibêje ‘Here bajarê ku mêr gefa qetilkirinê li te dixwe.”
‘Pirsgirêkeke din a penaberan îstîsmarkirina kedê ye’
Rûken Kalin, anî ziman ku pirsgirêka din a penaberan îstismarkirina kedê ye û got: “Ji ber ku destûra kar nagirin neçar in bi awayekî derqanûnî bixebitin. Bi taybetî jî di warê tekstîlê de gelek penaber bi qaçaxî dixebitin. Ew di bin mûçeya asayî de kar dikin, sîgorteya wan nîn e û di dema bûyerek kar de sîgorteya wan a tenduristiyê jî tune ye.”
‘Pêkanînên dersînorkirinê li dijî qanûnê tên kirin’
Rûken Kalin, anî ziman ku qanûnên heyî nayên bicihanîn û wiha got: “Li gorî Qanûna Ceza ya Tirkiyeyê ger cezayê girtîgehê li kesekî biyanî bê birîn, piştî ku ji girtîgehê derkeve tê dersînorkirin. Lê belê penaberekî ku ji ber bûye mexdûrê bûyerê ji bo îfadeyê tê midûriyeta polîsan jî piştî îfadeya li wir birin Navenda Vegerê. Ji bo her kesê biryara dersînorkirinê tê dayîn. Tevî ku li dijî qanûnê ye jî.”
Xeyala jinan ew e ku weke kole neyên firotin
Rûken Kalin ji bo pirsa me ya “Xeyalên jinên penaber çi ne?” wiha bersivand: “Gelek jinên ku li welatê xwe perwerdeya akademîk dîtine, nikarin li Ewropayê mafê penaberiyê bigrin û li Tirkiyeyê mane bi temamî ji perwerde û jiyana civakî qut bûne. Gelek ji wan wek jinên duyemîn hatin zewicandin. Di rêwîtiyeke navbajaran de li kêleka min jineke Sûriyeyî rûniştibû. Ji ber tirsa ku otobusê nebîne, xwendin û nivîsandina Tirkî nizanibû li tu rawestgehan daneket. Destûra rê ya wê jî tunebu, çûbû bajarekî din da ku xwişka xwe bibîne, ji ber wê jî ditirse bê girtin û dersînorkirin.
Ew jin, wek jina duyemîn bi mêrekî re zewicî bû. Wê ji min re got, ‘Şikir ji Xwedê re, ez zewicî me’. Min got çima? Wê got: “Dibû ku li Sûriyeyê ji aliyê DAIŞ'ê ve weke kole bihatama firotin, an jî ger ez li Tirkiyeyê nezewiciyama, ji bo ku ez bijîm dibû ku min karê seksê bikira.” Sedema kêfxweşiya jinê ji van herdu îhtîmalan rizgarbûn û dîtina xwişkên xwe bû. Êdî ez nikarim ji van kesan bipirsim, xeyalek wan heye yan na?”
‘Divê bi entegrasyonê kes ji bo jiyanê bê qezenckirin’
Rûken Kalin der barê çareseriya van pirsgirêkên penaberan de ev tişt anî ziman: “Sînor hatin vekirin û erê diviyabû ev bihata kirin lê pirsgirêka penaberan ango pirsgirêka mirovî bi vî rengî çareser nabe. Divê perwerde bê dayîn, entegrasyon bê temînkirin û kes ji bo jiyanê bê qezenckirin. Li hemû welatên ku şert û mercên penaberiyê lê hene wiha ye. Hem dewleta civakî û hem jî peymanên navneteweyî vê yekê ferz dikin. Lê belê yek ji wan nayên pêkanîn. Divê entegrasyon ne tenê ji bo hatin, ji bo welatiyên li vir jî were sepandin. Divê ji bo zarokên bêkes (zarokên ku dê û bavên wan ne li vir in) çareserî bê dîtin. Zarokên ku qeyda wan li ser nîn e lê dê û bavên wan ne li vir in. Zarok ji ber ku qeyda dê û bavên wan nîn e nikarin ji mafên perwerde û tendurustiyê sûdê bigrin. Ev pirsgirêkên ku 10 sal in çêbûne qat bi qat berdewam dikin.”
‘Hişmendiya ku alîkariya Sûriyeyiyan dike’ û rastî
Rûken Kalin bal kişand ser paş perdeya hişmendiya ku di nava civakê de ‘Desthiladar alîkariya Sûriyeyiyan dike’ û got: “Tirkiye ji bo her Sûriyekî ji Ewropayê xercê digre. Ev xerc çiqas li Sûryeyeyiyan tê xerckirin ne diyar e. Wekî ku tê gotin alîkariya Sûriyeyiyan nakin. Xercê tenê didin kesên ku di konteyniran de dijîn. Bajarên konteynir sînordar in. Kes weke ku cihê lê dixwaze dikî û lê belê destûra karkirinê jî nadin. Dema ji bo dahata jiyana xwe dixebitin, cezayê pere yê îdarî didin û piştre jî îptalkirina îkametê çêdikin. Ji bo nejîn çi ji destên wan tê dikin.”
‘Weke ku her daîreya koçberan qanûnek wan a cuda heye’
Rûken Kalin destnîşan kir ku îdareya koçberiyê jî pêkanînek wan a hatiye rûniştandin nîn e û wiha got: “Karmendên ku li wê derê ne tam nizanin. Di gelek rewşan de tê hîskirin ku her îdareyek koçberan qanûnek wan heye. Ji ber ku dibêjin ‘qanûn ev e pêk bînin’ em êdî naçin, em pirs dikin ku ‘hûn çawa vê dikin?’ tiştek ku were pêkanîn nîn e. Ji ber ku dema tiştek were pêkanîn divê muxatab jî were zanîn. Ez weke parêzerek diçim navenda koçberiyê, dema ku min xwest ez bi pisporên koçberan ên ku biryarê didin re hevdîtinê pêk bînim, amîrê parastinê tê pêşberî min. Rewşek xwe negihandinê ava dike.”
‘Nêzîkatiyên çîna duyem li hemwelatiyên Sûriyeyê’
Rûken Kalin da zanîn ku bi taybet li hemberî koçberên Sûriyeyê nêzîkatiyên hişmendiya çîna duyem li hemberî hemwelatiyan belav bûye û wiha got: “Mirov ewqas ecêb lê dinêrin ku zarokên nû fêrî axaftinê bûne jî ferq dikin. Wê kîna li hemberî wan ferq dikin. Jinek ku li Sûriyeyê parêzer e li dijî sepandinên DAIŞ’ê derket ji ber gefên ku der barê wê de fetwaya ‘vacibê qatliye’ neçar ma koçî vêderê bike ev tişt got; ‘Di rêza marketê de ger yek Tirk li pey min be ez ji rêzê derdikevim, ji ber hem bi gotin û nêrînên xwe weke ku min mafê wan ê rêzê xesp kirye nêzî min dibin.’ Bi xwe li welatê xwe çalakvan e, di qada hiqûqî ya navneteweyî de jinek ku parastin kiriye van tiştan dibêje.”