'Meşa min ji gotegotên civakî girîngtir bû'

Mihdiya Hîlal anî ziman ku ew xeyala xwe ya şervaniyê bi tevlîbûna nava Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Jinan pêk aniye û got, "Ev meşa min ji gotegotên di nava civakê de girîngtir bû."

SORGUL ŞÊXO

Qamişlo - Mihdiya Hîlal a li gundê Midliîye yê Çiyayê Kizwan ê 50 kîlometre dikeve rojavayê bajarê Hesekê ji aliyê şervanên YPJ/YPG'ê ve ji çeteyên DAIŞ'ê hat rizgarkirin, di sala 2016'an de tevlî nava Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Jinê bû. Mihdiya Hilal yekem jina ciwan e ji eşîra ku malbata wê tê de ye ku beşdarî xebatê dibe. Mihdiya Hilal ku niha Rêvebera Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye, çawaniya beşdarbûna xwe di nava xebatê de ji ajansa me re vegot.

‘Jin weke ‘bermaliya malê’ dihatin dîtin’

Mihdiya Hilal got ku ew di nav eşîreke ku jin weke ‘bermaliya malê’ dihatin dîtin û pirzewazî asayî dihat dîtin de mezin bûye û got: “Ev yek pir asayî didîtin. Bandora eşîrê li ser malbatê zêde bû. Em wekî keçên malbatê, ji derveyî çandiniyê û karê mal re bi tiştekî din re mijûl nedibûn. Hemû xwûşkên min zewicîn malbat avakirin, lê ez mam ji ber hedef û xewnek min hebû, diviya bû ku ez pêk bînim. 'Leşker'tî, xewna min her bi min re mezin dibû.”

 ‘Meşa min ji gotegotên civakî girîntir bû’

Mihdiya Hilal ku dibêje “Ya herî hestên hezkirinê di hinavên min de dixistin tevgerê, dîtina şervanên jin bû û ev bi Şoreşa 19'ê Tîrmehê re çêbû" wiha behsa tevlîbûna xwe dike: "Di tevlîbûna xwe de min gelek astengî jiyan kir. Ji ber gundê me û cihê ku 'Heval' lê hebûn jihev pir dûr bû. Taybet piştî rizgarkirina herêma me ji çeteyên DAIŞ'ê, xwestekê tevlîbûnê jî mezintir dibû. Piştî ewqas hewldan, min dikarîbû xwe bighînim navenda Hêzên Ewlekariya Hundirîn. Tirsek ji `ez ê çawa bibim leşker, wê malbat û ap ên min çi bêjin û hwd` hebû, paşê min her tişt da ber çavên xwe û ez tevlî bûm. Kaxezên pêwîst yên tevlîbûnê, min hemû amade kir û piştî ku bûm endameke fermî a Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Jinê û dest bi dewamê kir, nû min malbat agahdar kir. Apên min xwe ji min qutkirin û xwestin ez dest ji rêya ku min girtiye berdim, lê belê xwestek û meşa min ji hemû gotegotên civakê girîngtir bû."

‘Civak zextê li malbata min dikir’

Mihdiya Hilal yekem keça ku di eşîrê de li herêma ku lê dijî beşdarî hêzên ewlekariyê dibe, wiha behsa girîngiya vê xalê dike: "Di nav ewqas astengiyên adetên civakî de, jineke ereb beşdarî hêzekê bibe û li ser bendên kontrolê bisekine û dewriyan bavêje, tiştekî pir nû bû. Zexta civakê li ser malbatê pir zêde bû, lê ew bi biryara min re bûn û wiha heta roja îro em li hember gotinên civakê têdikoşin. Derftên ku pêşiya me wekî jinên ereb hatin vekirin û hezkirina me jêre, hêzek avakir. Piştî perwerdê êdî min fêmkir ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn kî ne û xebatên wan bi hemû hûrguliyên wê çi ne. Wiha ji komîtana girûpekê bûm rêvebera Jin a Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Jinê di navçeyekê de."

‘Divê em bidin xuyakirin ku ev dunya ne dunya mêra ye’

Mihdiya Hilal da zanîn ku ew bêtir li herêmên rizgarkirî jinên ereb birêxistinkirine û wiha behsa zehmetiyên wê dike: "Herêma Şedadê û Dêrazorê nû hatibûn rizgarkirin, ew herêm ji aliyê adetên civakî ve pir asê bû û jin di nava xitmandinekê de dijiya. Ruxmî zihniyeta eşîrtiyê û şopa ku DAIŞ'ê jî hêla bû, me dikarîbû rê nîşanî jinan bidin û çarenûsa wan biguherin. Pêre me dikarîbû hejmarê jinan zêde bikin. Bi hedefê avakirina tirsê û destberdana ji rêya hatiye hilbijartin, li hember jinên ereb şerên taybet û gefên kuştinê dihatin xwarin. Bi bîr û baweriya ji doza me re, me dikarîbû tirsê bidin derbaskirin û hîn bi îsrartir di meşa xwe de gavên serkeftinê bavêjin. Taybet me di xwe de ev derbas kir ku em lêdan û bêrûmetiya li hember jinan a bi hezaran sal e tê meşandin, careke din nepejirînin û em bidin xuyakirin ku ev dunya ne dunya mêra ye, jin jî xwedî maf û rol e."

‘. Em rojane, mehane û salane di nav guhertin û veguehrtinan de dijîn’

Mihdiya Hilal da payin ew her bi guhertin û veguhertinan re dimeşe û wiha pêl da gotina xwe: "Di pêvajoya min a destpêkê de min şerm bûn, xûrijî, dudilî û hemû tiştên sîstema baviksalarî û hişmendiya dewletê di me de çandibûn, dikarîbû heta astekê derbas bikim. Em rojane, mehane û salane di nav guhertin û veguehrtinan de dijîn, ji lewra her ku meh û sal diborin girêdan û zanista me kûrtir dibe. Mînak ez ji xwe re qebûl nakim wekî jineke kêm an jî jineke normal li min were nêrîn û bi lêdan û bêrûmetiyê re rû bi rû bimînim. Carnan ez di navbera xwe de dihizirim gelo ev ez im Mihdiya, ji asta ku ez gihiştimê carnan matmayî dimînim, ji ber tu carî nebûbû û min bawer nedikir wê wiha jî bibe. Ne ji felsefeya rizgariya jin, paradîgmaya Rêber Abdullah Ocalan û Şoreşa 19'ê Tîrmeha ba, dibe ku niha rewşa min wekî rewşa hemû jinên civakê ba ku bermalî, an jî bizewiciyama, bi tundiyê re rû bi rû mabam. Ji ber wê jî ez her dibêjim ku ez minetdarê Rêber Apo me û ez ê tu carî jî poşmaniyê nejîm."

‘Em bi doza rizgariya jin û felsefeya jiyana azad bawer in’

Mihdiya Hilal destnîşanî têkoşîna li hember nêrîna mêr jî kir û wiha dirêjî da gotina xwe: "Mêr her bi çavê ku jin ji parsûyê Adem çêbûye, li me dinêrîn. Lê dema ku em di mijarên kar û zanistê de bi wan re dikevin nîqaşan bêdeng dibin. Em û mêran her di nava hevrikiyê de ne, ji ber ku em bi doza rizgariya jin û felsefeya jiyana azad bawer in. Mînak hin hevalên me yên mêr dibêjin ku ew rê nadin xwûşk û dayikên xwe beşdarî tu xabatan bibin, beşek jî ligel xwûşk û dayikên xwe di nava hêzên me de cih digrin. Guhertina hişmendiyê pir girîng e. Ji lewra pêwîste lêhûrbûn û analîz ên me ji bo her tiştî kûr bin, taybet mijarên tundî û qetilkirina jinan. Taybet jî me dikarîbû di hişmendiya eşîran de guhertinek bidin çêkirin."

'Divê em xwe berpirsiyarê çareseriya dozên civakê bibînin'

Mihdiya Hilal destnîşanî hevgirtina gelan kir û wiha bilêv kir: "Tişta ku em fêr bûn biratiya gelan û hevgirtina netewan e, ji ber doza me dozeke. Bi rihê berpirsiyariyê divê ku em nêzî jinan bibin û êrîşa li ser wan li ser xwe jî bibînin û jêre bibin stûn. Ji ber ronahiya ku îro me dîtiye, divê ku ew jî bibînin û vê azadiyê hîs bikin û bijîn. Ya herî girîng ku di kesayetên xwe de tiştên ku Rêber Abdullah Ocalan dibêje pêk bînin û xwe berpirsiyarê çareserkirina her 12 dozên civakê yê di pirtûka Sisyolojiya Azadiyê de behsa wê dike, bibînin."

'Êrişên li dijî jinan, tirsa ji hilweşîna erşê desthilatdariyê zelal dike'

Mihdiya Hilal behsa êrişên ku li dijî jinan dibe kir û wiha domand: "Mirin careke, bila ew jî şehadeteke ji bo doza welatê xwe be. Welatê me hêja ye ku em canê xwe ji bo wê bidin, ji ber ev welat bi gelek êrişên qirkirinê re rû bi rû ma ye ji qetilkirina jinan û firotina wan ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê û heta êrişên ku niha rû didin. Hebûna DAIŞ'ê ji jinên ereb re, tirsnak bû û heta niha jî şop û tirsa çeteyan heye. Ji lewra divê ku jin di warê parastinê de aktîv bin. Bi perwerde û rêxistinê, em ê bikaribin bingeha parastina xwe û civakê xurtir bikin. Êrişên niha dewleta Tirk li dijî pêşeng ên jin pêk tîne, tirsa ji hilweşîna erşê desthilatdariya wî yê bi destê jinan zelal dike ye."

'Pêvajoya nû wê bi bîr û baweriya dozê, me bighîne serkeftinê' 

Mihdiya Hilal bi vê gotinê dawî li axaftina xwe anî: "Dibe me tenê di tv de didît ku jin dibe rêveberek û di artêş û hêzan de dibe xwedî ast, lê me nizanîbû ku em ê rastî û di kesayeta xwe de vê bijîn. Tevlîbûnê çav û mejiyê me ronî kir, em îro xwedî şans in û asta ku îro em gihanê pir pîroz e. Da ku em bikaribin destkeftiyên heyî biparêzin jî, divê ku em baş Rêber Abdullah Ocalan bixwînin. Barê me giran e, parastin jin û civakê û xurtkirina wan li dijî êrîşan erka me ya bingehîn e. Pêwîste em destê alîkariyê dirêjî jinên ku hîn me nas nakin, bikin. Li ser vî bingehî pêvajoya me ya nû wê hinekî zor û zehmetiyên wê hebin lê baweriya me bi doza me, wê me bighîne serkeftinê."