Hiqûqnasa Yemenî ji bo jin mafên xwe bizanibin dest bi peyanan kir
Parêzer Gazze Mihemed El-Samî li Yemenê armanc dike ku bi pêşkêşkirina perwerdehiya dildar ji jinên ku mafên xwe yên hiqûqî nizanin re hişyariyê bilind bike. Peyana ku bi daxwaza parêzeran hatiye destpêkirin vediguhere tevgerê.
RANIA ABDULLAH
Yemen- Jinên Yemenî yên ku nikarin mafên xwe yên hiqûqî bi kar bînin, ji ber zextên civakî û darizandinên demdirêj nikarin pirsgirêkên xwe bînin dadgehê. Jin neçar dimînin ku serî li çareseriyên ku mêr disepînin bi rêya lihevkirina eşîrî an jî bi navê navbeynkariyê bidin meşandin.
Parêzer Gazze Mihemed El-Samî ji bo ku jin mafên xwe yên hiqûqî bizanibin dest bi peyaneke xwebexş kir. Hiqûqnasa ku li ser mafên jinan semîner dan jinan, diyar kir ku armanca wê hişyarkirina jinan e.
Hevjîna wê li ser zarokên wê bazarî kir
Fatima Qaed a 40 salî ku biryara berdanê da, yek ji wan jinan e ku got, ji ber ku lêpirsîn demek dirêj kişand, ew nikarî dosyayê bigihîne dadgehê. Fatima Qaed wiha got: “Hevjînê min ji nezanîna min ya hiqûqî sûd werdigre û got ku di dema hevberdanê de ew ê xwedî li zarokan dernekeve. Haya min ji qanûnan nebû û min destbi hizirînê kir ku ez ê çawa xwedî li van zarokan derkevim. Ez li ser bandorên psîkolojîk ên vê yekê fikirîm. Min wekî çareserî serlêdan li eşîrê kir. Bazirganiya hevjînê min bi min re kir hem li dijî qanûn û hem jî li dijî kevneşopiyan bû. Ma li ser zarokên bazar tê kirin?”
Fatima Qaed diyar kir ku ew beşdarî semînerên hişyariya hiqûqî ya ji bo jinan bûye û got ku ew niha alîkariya jinan dike ku xwe bigihînin parêzeran da ku şêwir û alîkariya qanûnî werbigirin.
Perwerdeyê dide jinan
Parêzer Gazze Mihemed El-Samî got: “Min di karê xwe yê parêzeriyê li dadgehê de ev yek ferq kir; Jin ji nezanîna hiqûqê diêşin, destûra bingehîn nexwendin, herwiha gelek mafên debarê, mafê raye yê, pirsgirêkên zewaca bi hevjînên duyemîn re û pirsgirêkên hevberdanê bala min kişand. Pirsgirêka parastin û perwerdekirina jinan di civakê de roleke girîng dide parêzer û aktîvîstan. Bi vê hişmendiyê me bi xebatên hişyarkirinê dest bi peyanê kir. Dema ku min pê hesiya ku di civakê de, bi taybetî di nav jinan de kêmasiya zanînê heye, min dest bi weşandina metnên materyalên hiqûqî kir û li ser rûpelên medyaya dîjîtal rave kir.”
Armanca wê bilindkirina hişmendiyê ye
Gazze Mihemed El-Samî bal kişand ser wê yekê ku hin xalên qanûnê cudakarin û edaletê ji jinan re peyda nakin û got: “Me di çend semîneran de qala wê yekê kir û li ser gelek qanûn û xalên cudakar ên ku mafên jinan sînordar dikin û wan ji mêran cuda dikin axivîn. Divê biryarder van gotaran dîsa biguherînin. Hin komên ji çîna xwenda ya civakê min bi teşwîqkirina jinan ji hevberdanê tawanbar dikin. Armanca min di nava jinan de bilindkirina hişmendiyê ye.”
Gazze Mihemed El-Samî diyar kir ku beşeke mezin a civakê naxwaze jin mafên xwe bi dest bixin û perwerdehiya hiqûqê bibînin û got: “Di civakê de hîn zîhniyeta baviksalarî heye û di wê baweriyê de ye ku divê jin di bin kontrolê de bin. Kevneşopî û edet têne ferzkirin. Jinên ku ji bo şopandina dozên xwe serî li dadgehan didin, bi awayekî neyînî lê tên mêze kirin. Hêvîdarim hemû jinên civaka Yemenê der barê destûra bingehîn û qanûn de agahdar bin. Ez difikirim ku hişmendiya di nezanîna qanûnê de hinek ji kêmasiya medyayê ye jî.”
‘Divê wekhevî pêk were’
Rojnameger Manal Sharaf got ku divê wekheviya jin û mêr di qanûnan de bê misogerkirin. Manal Sharaf got: “Tundiya mêr ji bilî hewldana ji destxistina rûmeta jinê ne tiştekî din e.” Manal Sharaf got: “Dema ku jin xwedî aboriyeke serbixwe bin di jiyana jinan de ferqeke mezin çêdike. Girîng e ku di jiyana xebatê de wekheviya jin û mêr bê mîsogerkirin. Jinên ku xwedî aboriya serbixwe bin, bêyî ku girêdayê ti kesî bin, dikarin li ser jiyana xwe bibin xwedî gotin û biryaran bidin.”
‘Perwerde gavek girîng e’
Manal Sharaf herî dawî der barê peyana Gazze Mihemed El-Samî de wiha axivî: “Ev karekî pir erênî bû ji aliyê Gazzeyê ve hat kirin. Ji ber ku ew parêzer e, fêm dike ku jinên Yemenî çiqasî nezanin li ser mafên wekî welayet, raye û malbatê hwd û bi hewldanên xwe ji bo başkirina wan alîkariya wan kiriye. Dibe ku ji Gazze, parêzer û aktîvîstên jin ên din re rêwîtiyek dirêj xuya bike ku bigihîjin hişmendiya hiqûqî ya ku ji bo jinan pêwîste, lê destpêk gavek baş e ber bi serkeftinê ve. Hêvî dikim ku ev peyan di pêşerojê wê veguhere projeyek rast ku ji jinan re şêwirmendî û hişmendiya bêmûçe peyda dike.”