Rûbar Mecîd: Perwerdeya şexsî û azadiya jinan xalên herî bingehîn ên tezên Rêber Apo ne
Profesora Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Silêmaniyê, Rûbar Mecîd diyar kir ku perwerde li Başûrê Kurdistanê wekî têgeheke felsefî û civakî di navbera mîrateya pergalên navendî û modelên klasîk de bi krîzek nasnameyê re rû bi rû ye.
HÊVÎ SELAH
Silêmanî – Dîroka sîstema perwerdeyê li Başûrê Kurdistanê rasterast ji ber dewletên navendî û nakokiyên siyasî ve bi bandor bûye ku ev yek li şûna azadiya mirovan zanist xistiye bin xizmeta bazara kar û berjewendiyên siyasî, navendên zanistî dorpêç kiriye.
Sîstema perwerdeya fermî li başûr hê jî di navbera modela klasîk a rojavayî û bandorên civakî yên kevneşopî de asê maye û di navbera pêdiviyên civakê û tiştên ku di saziyên zanistî de tên fêrkirin de valahiyê diafirîne. Têgeha perwerdeyê di felsefeya civakî de wekî amûreke bingehîn ji bo rizgariya mirovan tê dîtin û pênasekirin, ji ber ku civakek bêyî hebûna pergalek perwerdeyê ya serbixwe û pêşketî nikare biryarê li ser çarenûsa xwe jî bide. Lê belê dema ku em li rewşa Başûrê Kurdistanê dinêrin, em dibînin ku her çendî hewl hatibe dayîn ku ev bi awayekî ramyarî were bikaranîn, nexasim di navendên çandî yên nefermî de, di astên sazî û hikûmetê de, pergala perwerdeyê heya niha jî di bin bandora modelên kevin û berjewendiyên siyasî de ye.
Zanîngehên başûr li şûna ku bibin navendên rexne û nûjeniyê, bûne cihên dubarekirina zanîna teorîk û ji pirsgirêkên civakê yên rastî hatine dûrxistin. Ev yek rê li ber zanîngehan girtiye ku rola xwe ya dîrokî di guhertina zîhniyeta takekesî û pêşketina zanistî de bilîzin. Ji ber vê yekê, niha pêwîstiyek bi guhertina bingehîn a felsefeya perwerdeyê heye, da ku zanist ne tenê wekî amûreke teknîkî ji bo bazara kar lê ji bo çareserkirina pirsgirêkên pêşerojê, di xizmeta mirovahiyê û azadiyê de be.
Ji bo Rêber Apo perwerde pêvajoya xwenasîn û rastiya mirovan e
Li gorî felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, pêvajoya perwerdekirina civakê û şexsê azad bingeha sereke ya guhertinên radîkal e. Bêyî perwerdeya rewşenbîrî û zanînî, em nikarin bi modernîteya kapîtalîst re rû bi rû bimînin. Ji ber ku perwerde ji bo Rêberê Gelê Kurd ne tenê fêrbûna xwendin û nivîsandinê ye, di heman demê de pêvajoya xwenaskirinê û vegera rastiya mirov û civakê ye ku di bin desthilatdariya bi hezaran salan de hatiye xirabkirin.
Doza azadiya jinan xala herî bingehîn a tezên Rêbertiyê ye
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dibêje: "Asta azadiya her civakê bi asta azadiya jinan di wê civakê de girêdayî ye, ji ber ku jin çîn û zayenda yekem bûn ku ketin bin zext û koletiya feraseta baviksalar de. Di paradîgmeya Rêber Apo de Zanista Jineolojî wekî zanista jin û jiyanê dê stûna sereke ya perwerdekirina civakek azad be. Ji bo Rêber Apo, jineolojî ne tenê teoriyek e, lê pêvajoyek perwerdehiyê ya pratîkî ye da ku jinan vegerîne nasname û îradeya wan a rastîn.
Perwerdeya takekesî li hemberî modernîteya kapîtalîst riya parastina nasnameyê ye
Bi heman awayî, têgeha neteweya demokratîk ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan modeleke siyasî û civakî ye ku li ser bingeha perwerdeyên cihêreng û jiyana hevbeş a aştiyane ya hemû civakan hatiye avakirin. Vê modelê sîstema hevserokatiyê kiriye temînatek ji bo şikandina yekdestdariya hêza mêr û vegerandina hevsengiyê di biryardayînê de ji ber ku dema mêr û jin pêvajoyan bi hev re û wekhev bi rê ve dibin, zîhniyeta otorîter cihê xwe dide zîhniyeteke demokratîk. Nimûneya herî eşkere û pratîkî ya vê tezê di ezmûna Rojavayê Kurdistanê de tê dîtin ku perwerde bi riya akademiyên civaka demokratîk tê dayîn û zanista jinan jineolojiyê ev yek îsbat kir ku dema jin xwedî raman û îradeya azad bin, dikarin serkeftinên mezin bi dest bixin. Têgeha jiyana azad û hevpar lûtkeya armanca ku perwerdeya Apoyî tê de hewl dide ye ji ber ku jiyana azad tenê bi guhertina di dilê mirovan de dikare were afirandin. Divê ew bibe pirek ber bi civakek azad ve ku mirov bi îradeya xwe rûmeta mirovan diparêzin.
‘Divê perwerde te fêrî xwenaskirinê bike’
Profesora Beşa Hiqûqê ya Zanîngeha Silêmaniyê, Rûbar Mecîd di destpêka nirxandinên xwe yên der barê perwerde û girîngiya wê ya ji bo civakê de got: "Bêguman, perwerde bingeha her civakekê ye. Perwerde divê perwerdeyeke saxlem be, ji malbat û baxçeyê zarokan bigre heta dibistan û zanîngehan. Dema ku perwerde mirovekî berhemdar û saxlem ava bike, perwerde bi xwe saxlem û armancdar dibe. Perwerdeya klasîk û fêrkirina hinek zanînan û zanistê bi sînor dike, rast e ku divê her kes xwedî zanîn be, nemaze di warê diyarkirî de lê divê perwerdeyeke bi tendurist hebe û bikaribe wê ji bo xizmeta civakê bi kar bîne û divê perwerde kesayetiya mirov biguherîne. Perwerdeya klasîk mirovên ku xwedî li xwe dernakevin û nikarin di jiyana xwe de biryarên cidî û bi bandor bidin, ava dike. Girtina bawernameyek divê di jiyana wan de xaleke werçerxê be û dikare van guhertinan bikar bîne da ku pirsgirêkên civakê çareser bike. Ger ew pirsgirêkên cidî yên di civaka we de çareser neke, perwerde dê bêkêr be.
‘Guhartina mufredetan pêwîstiyek e’
Rûbar Mecîd dirêjî da nirxandinên xwe û wiha got: “Ji bo saziyên ku xwendekaran perwerde dikin divê ne tenê cihekî dayîna sertîfîkayan û mezûnkirina komek xwendekaran hebe divê pergala perwerdeyê û mufredat jî werin guhertin. Ev guhertin ji aliyê xwendekarên xwedî kesayetiyeke rexnegir û afirîner ve tê afirandin. Divê li ser xalên ku fêm nakin rawestin, zanîn û agahiyên ku ji wan re hatine dayîn rexne bikin, ne tenê wan di ezmûnan de derbas bikin, bi îfadekirin û nivîsandina wan di ezmûnan de û derbasbûna ji qonaxek perwerde bikin. Sîstema nû ya ku niha li cîhanê tê şopandin, birînek e ku dihêle xwendekar şikil bigrin. Heta em xwendekaran negihîjînin asta rexnegiriyê, em nikarin perwerdeyê baştir bikin.”
‘Nirxandinên Rêber Apo ji bo guhertin û baştirkirina pergala perwerdeyê girîng in’
Rûbar Mecîd, bal kişand ser peyamên Rêberê Gelê Kurd ji bo perwerde û zanistê û wiha pê de çû: “Der barê perwerdeyê de Rêber Apo peyamên xweşik anîne ziman û bawer dike ku perwerde dikare weke çekê were bikaranîn da ku mirov ji koletî û paşverûtiya sîstema siyasî rizgar bibin. Her wiha xwe ji sîstema koletiyê rizgar bike û bikaribe bibe kesayeteke siyasî û di guhertina çarenûsa gelê xwe de bibe xwedî gotin. Çareseriyeke din a Rêber Apo pêşniyar dike heye ew jî bikaranîna zimanê dayîkê ye. Dema ku li cihekî dixwîne ger perwerde ne bi zimanê dayîkê be divê daxwaz bike ku perwerde bi zimanê dayîkê bê dayîn.”
‘Perwerde dikare guhertinê biafirîne’
Profesora Beşa Hiqûqê ya Zanîngeha Silêmaniyê, di dawiyê de tekezî bi perwerdekirina civakan û bi taybetî jî Başûrê Kurdistanê li ser bingeha ramanên Rêberê Gelê Kurd kir û wiha nirxandinên xwe bi dawî kir: “Mixabin, li Başûrê Kurdistanê li ser teorî û peyamên Rêber Apo xebat nehatiye kirin. Peyamên Rêber Apo dikarin ji bo guhertin û başkirina pergala perwerdeyê, mîna li Rojavayê Kurdistanê, werin bikaranîn. Ji ber vê yekê, ew dikarin li beşên din ên Kurdistanê jî werin bikaranîn. Perwerde, mîna hemû warên din divê guhertinê biafirîne û têkiliyeke xurt bi civakê re hebe. Bêyî vê têkiliyê, em nikarin bandorê li wan bikin. Mixabin, zîhniyeta baviksalar di civakê de kêm nebûye. Ji ber vê yekê divê pergala perwerdeyê navendî û hedefgirtî be, ne şexsî be. Ji ber ku heya şêwazê perwerdeyê neye guhertin, em naguherin û em hemû dikarin ji bo pêşketina civakê û perwerdeyê bi hev re bixebitin.”