TAJÊ piştî kongreya xwe ya 3’yemîn yekem civîna xwe pêkanî
Tevgera Azadiya Jinên Êzidî piştî kongreya xwe ya 3’yemîn yekem civîna xwe li dar xist. Di civînê de Rîham Hesen weke berdevka giştî hate hilbijartin.
Şengal – Tevgera Azadiya Jinên Êzidî di 18’ê Gulanê de 3’yemîn kongreya xwe li dar xistibû. Piştê Kongrê yekem civîna xwe lidar xistin. Di civînê de Riham Hesen ji aliyê berdevkên komînên gundan û berdevkên saziyan ve weke berdevka giştî ya TAJÊ hat hilbijartin.
‘Wê xebat û têkoşîna hevpar berdewam bike’
Civîn ji aliyê berdevka berê ya TAJÊ Rîham Hico ve hat birêvebirin. Riham Hico di civînê de destnîşan kir ku her çiqas berdevkeke nu hatibe hilbijartin jî wê kar, xebat û tekoşîna hevpar berdewam bike û wiha got: “Tekoşîna me tekoşîneke demdirêj e. Dibe ku heval Rîham Hesen wek berdevk hatibe hilbijartin lê divê em hemû alîkariya hev bikin. Gotinek pêşiyan heye: ‘Deng ji yek destî dernakeve, ger şêrê Elî jî be.’ Ev jî tê wê wateya ku kesek çiqas bi hêz jî be ger bi tenê be nikare tiştek bike. Barê me hemûyan bareg girane, her yek ji me erkek, berpirsiyartiyeke me heye. Azadiya jinê li hêviya me ye, Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo li benda me ye. Xweseriya Şengalê û xwe gihandina mafê Êzidiyan karê me ye. Her yek ji me ji bo civaka xwe xwe feda kiriye. Em ji hemû hevalan re serkeftinê dixwazin û em di wê baweriyê de ne ku wê her hevalek li gor rihê pêvajoyê, li gor xewn û xeyalên şehîdan beşdar bibe.”
Piştî hilbijartina berdevka nû civîn ji aliyê koordînasyona TAJÊ ve hat birêvebirin û plansaziya kar û xebat hat derxistin. Li gor vê yekê weke karê yekem wê perwerdeyên jinan ên li ser komînan bê rêxistinkirin.
‘Berpirsiyartiya ku dikeve ser milê me emê bi cih binin’
Rîham Hesen ku weke berdevka giştî ya TAJÊ hate hilbijartin ji ajansa me re axivî. Riham Hesen dibêje ku bi kongreyê re pêvajoyek li pey xwe hiştine û derbasî pêvajoyek nû bûne. Riham Hesen bi vê awayî gotinên xwe di domîne: “Di kongreyê de ji bo azadî û parastina jinê em gihîştibûn gelek biryarên nû. Kongre bi nîqaşên xurt hatibû pêşwazîkirin. Di wê kongreyê de Koordînasyona TAJÊ hatibû hilbijartin. Îro jî em civîna xwe ya yekem li dar dixin. Di hilbijartinê de ez wek berdevka giştî ya TAJÊ hatim hilbijartin. Baweriya ku jinên Êzidî didin min da ku ez bikaribim hîn zêdetir kar bikim ciyê kêfxweşiyê ye.”
Rîham Hesen sipasiya rêveberiya berê ya TAJÊ jî kir û got: “Wan hevalan di rojên herî giran û zahmet de kar dan meşandin û vê pêvajoyê derbas bikin. Elbet têrê nake. Wan emaneta şehîdan rakir, niha jî teslîmî me kirin. Ji bo em xwedî li keda Serokatî, şehîdan, jinan û hemû civakê derkevin ev kar li pêşiya me ye. Em ê jî wê erk û berpirsiyartiya ku dikeve ser milê me bi cîh bînin.”
Xebatên komînên jina
Riham Hesen di derheqê xebatên ku dane pêşiya xwe de van nêrînan parvekir: “Em ê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, dîsa dîlgirtiyên di destê DAIŞ’ê de kar bidin meşandin. Dîsa kar û xebatên komînên jinê ji bo me esas in. Wê ev yek me bigihîne hevjiyana azad û serkeftinê.”
Doza azadiya jin
Rîham Hesen di dawiya gotinên xwe de bahsa girîngiya hevgirtina jinan û hevre xebat kirinê kir. “Dibe ku ez wek berdevk hatibim hilbijartin û em pênc heval jî di koordînasyonê de cîh digrin. Karê azadiya jinê dozek e û bi çend jinan ve negirêdayî ye. Divê her jin xwe berpirsiyar bibîne û em di nav xwe de rihekî hevgirtî pêş bixin. Divê her jinek ji mala xwe destpêbike. Hêvî û baweriya me xurt e, wê jin karibe vî barî rake. Em ê jî xwedî li wê baweriya ku Rêber Apo daye me derkevin.”
Civîn bi dirûşmên ‘Jin Jiyan Azadî, Bijî Serok Apo’ bi dawî bû.