Abdullan Ocalan: Em ji her demê bêhtir nêzî demokrasî û azadiyê ne

Bi wesîleya Cejna Qurbanê malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan serdana Îmraliyê kir. Rêber Abduallah Ocalan got: ‘Em ji her demê bêhtir nêzî demokrasî û azadiyê ne'.

Navenda  Nûçeyan – Bi wesîleya Cejna Qurbanê malbata Rêberê Gelê Kurd Abdulla Ocalan serdana Îmraliyê kir. Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê û biraziyê Rêber Abdullan Ocalan, Omer Ocalan li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal peyamek parve kir û tê de ragihand ku  wan bi wesîleya Cejna Qurbanê hevdîtinek pêk aniye.

‘Cejna gelê me pîroz dikim'

Omer Ocalan di peyama xwe de got: "Birêz Abdullah Ocalan bi wesîleya cejnê silavên xwe ji gelê me re ragihand û got: 'Em ji her demê bêhtir nêzî demokrasî û azadiyê ne, cejna gelê me pîroz dikim'."