Rola Neteweyên Yekbûyî li Efganistanê

Jinên Efganistanê dizanin ku Neteweyên Yekbûyî piştgirî nade gelê Efganistanê bi taybetî jinan û tenê bi amadekirina statîstîk û raporên ji bo bilindkirina helwesta xwe rewşa niha ya Efganistanê radigihîne.

BAHARAN LEHÎB

Efganistan – Efganistan di 19ê Mijdara 1949’an de, dema ku hê di bin hukmê qraliyetan de bû, ji ber çanda xwe ya cihêreng û bêhempa bû endamê Neteweyên Yekbûyî. Ji 24 saziyên Neteweyên Yekbûyî 20 jê li Efganistanê kar dikin.

Neteweyên Yekbûyî ji bo gelê Afganistanê armancên weke; jinavbirina xizaniyê, perwerde, wekheviya zayendî, ava paqij û paqijî, enerjiya bi arzanî, mezinbûna aborî, mezinbûna bazara pîşesaziyê, kêmkirina newekheviyan, aştî û dadweriyê û hevkarî destnîşan kiriye.

Lê belê bi derbeya 1978’an û dagirkirina Efganistanê ji aliyê Rûsyayê ve, Neteweyên Yekbûyî zêdetir piştgirî da polîtîkayên Amerîkayê. Paşê, li Efganistanê, hêza mezin a siyaseta Amerîkayê şopand û li hemberî gelek sûcên ku ji aliyê Amerîkayê ve hatin kirin, bêdeng ma.

Li şûna aştiyê qetilkirina gel

Piştî ku Rûsya di sala 1989’an de ji Efganistanê vekişiya, di bin serokatiya Dr. Necîbullah de hikûmetek hat avakirin. Di bin desthilatdariya wî de xizanî û bêkarî belav bû, birçîbûn li seranserê welat serdest bû. Ji bo vê gelek kesan jiyana xwe ji dest dan. Birîna alîkariyên Rûsyayê û ambargoya Îran û Pakistanê ya li ser Efganistanê, rewşa wê xerabtir kir. Li Pakistanê 7 komên cîhadî û li Îranê jî 8 komên cîhadî yên ku ji Erebistana Siûdî û Amerîkayê piştgirî digirtin derbasî Efganistanê bûn.

Hikûmeta Efganistanê hikûmet radestî komên cîhadî yên hatin Efganistanê kir. Piştî ku cîhadîst di sala 1991’ê de hatin ser desthilatdariyê,  aramî pêk nehat û li Kabîlê zêdetirî 65 hezar kes hatin kuştin, destdirêjî li jin û keçan hat kirin, mal û milkên giştî hatin talankirin û malên xelkê hatin wêrankirin. Li şûna ku aştiyê pêk bînin, komên cîhadî ji bo desthilatdariyê ketin nava hev û gel qetil kirin.

Tenê bi peydakirina çend pariyên nanê hişk ma

Bi hatina Talîbanê di sala 1996’an de, rola Neteweyên Yekbûyî tenê bi peydakirina çend pariyên nanê hişk sînordar bû. Di dema ku gelê Efganistanê bi qetlîamên komên cîhadîst û zextên Talîbanê re têdikoşiya, Neteweyên Yekbûyî dîsa bêdengî hilbijart. Neteweyên Yekbûyî bêdeng ma. Talîbanê li parêzgehên Mazar û Bamyan komkujî pêk anî, jin ji kar û xwendinê bêpar hiştin, stadyuma Qabîlê veguherand cihê îdam û qirkirinê.

Piştî êrişa Amerîka û NATO’yê ya li ser Efganistanê ya di sala 2001’ê de û avakirina hikûmeteke destdirêjker, piştgirî dida Talîbanê ew jî her ku çû bihêztir bû. Di vê pêvajoyê de rola Neteweyên Yekbûyî tenê bi çavdêrî û şopandinê ma. Bi demê re raya giştî daxwaza edalet û hesabpirsîna sûcên 13 salên dawî kir û mijara dadmendiya veguhêz derket pêş. Lê belê, Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên navdewletî yên din ev pêvajo ‘ji proseyekê veguherandin projeyekê.’

Tenê xemgîniya xwe anî ziman

Piştî sala 2014’an dema ku ji bo vekişîna Amerîka û NATO’yê ji Efganistanê propaganda hat kirin, li şûna dadweriya veguhêz ev yek ji danûstandinên aştiyê re hişt. Tevî nerazîbûnên gel ên li dijî zêdekirina lawaziyên ewlehiyê, êrişên xwekujî, kuştinên rêzefilî, gendelî û xurtkirina Talîbanê, Neteweyên Yekbûyî hewl da Talîban û Gulbedîn Hekmatyar ji lîsteya reş a Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî derxe û di sala 2017’an de bi ser ket.

Efganistan di Tebaxa 2021’ê de di encama hevdîtinên aştiyê yên Neteweyên Yekbûyî de radestî Talîbanê hatibû kirin. Talîbanê her wiha pêşî li jin, çalakvanên sivîl, perwerdekar, rojnamevan û leşkerên berê girtin, îşkence kirin, kuştin û destdirêjî li wan kirin. Neteweyên Yekbûyî tenê xemgîniya xwe nîşan da.

Li Efganistanê jin ji bo mafên xwe têdikoşin

Di civîna sêyem a Dohayê ya di 30’yê Hezîrana 2024’an de, seroka Mîsyona Neteweyên Yekbûyî ya li Efganistanê Roza Otunbayeva ragihand ku hewldanên Talîbanê bi têra xwe nayên ragihandin. Ev yek piştî wê yekê tê ku berpirsên Neteweyên Yekbûyî beriya niha gotibûn divê Talîban bê naskirin. Tevî hewldanên Neteweyên Yekbûyî yên ji bo beraetkirina Talîbanê, jinên hişyar ên Efganistanê bertekên xwe li hemberî civîna Dohayê û helwesta rayedarên Neteweyên Yekbûyî nîşan dan û rola xapandinê ya vê rêxistinê eşkere kirin.

Niha li Efganistanê jin bi fikir, vîn û derfetên xwe têkoşîn û berxwedana xwe ya li dijî rêveberiya Talîbanê û alîgirên wê didomînin. Ji ber ku ew dizanin Neteweyên Yekbûyî ne piştgirê gelê Efganistanê û bi taybetî jinan e. Ew tenê ji bo ku helwesta xwe nîşan bide, rewşa niha ya li Afganistanê bi riya raportan radigihîne û şermezar dike. Lê ji bo rawestandina zext û êrişên Talîbanê yên li ser gelê Afganistanê, bi taybetî jinan, tu gavên berbiçav navêje. Ev bi tenê polîtîkayeke xapandinê ye.