Jinên ciwan ên Ermen: Em hêza xwe ji pergala neteweya demokratîk digrin

Jinên ciwan ên Ermen bal kişandin ku rêxistinbûna wan di bin sîwana Rêveberiya Xweser de bersivek ji planên dewleta Tirk a dagirker re ye û gotin: “Em ê bi rêxistinbûyîn û zanista jinan civaka xwe biparêzin.”

RONÎDA HACÎ

Hesekê- Di bin dirûşma “Bi ruh û rêxistina ciwanên Ermen em ê faşîzmê têk bibin û civakek exlaqî û polîtîk ava bikin” roja 30’yê Cotmehê Tevgera Ciwanên Ermen a demokratîk yekemîn Kongra xwe li xwerîngeha Marbêla ya bajarê Hesekê ya kantona Cezîrê bi tevlibûna 150 kesên ji sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser, Meclisa Civaka Ermen û Yekitiya Jinên Ermen li dar xist.

Di kongreyê de gelek axaftin hatin kirin, lidarxistina kongreyê weke gav û bersivek ji êrîş û planên îmhakirin û înkarê re hat pênasekirin. Her wiha di berdewama kongreyê de sînevîzyon li ser kar û xebatên Tevgera Ciwanên Ermen a Demokratîk, xwendina perspektîfên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan li ser rola ciwanan di civakê de, rewşa siyasî, rêxistin, xwendina sîstema hundirîn û nîqaş li ser pirsgirêk û pêşxistina kar û xebatên tevgera ciwanan hat kirin.

‘Em ê bibin bersiv ji siyasetên îmha û înkarê re’

Endam û rêvebera Tevgera Ciwanên Ermen a Demokratîk Losnak Kavoriyan lidarxistina Kongreyê pîroz kir û wiha anî ziman: “Îro yekemîn kongreya me tê lidarxistin. Tevgera Ciwanên Ermen, ji bo ku hemû ciwanên Ermen ji xeterê xelas bike, wan zana û birêxistin dike. Ruxmî ku dewleta Tirk a dagirker êrîşî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike jî îro em kongreya xwe li dar dixin û xwe birêxistin dikin. Ji bo wê jî ev kongre girîng e. Em îro li vir in ji bo ku nîqaş bikin karê xwe berfireh bikin û bibin bersiv ji hemû planên îmha û înkarê yên ku li ser gelê Ermen û tevahî pêkhateyên herêmê tê meşandin.”

‘Zanista jin xelasiya ji qeyd û bendên paşverû ya siyasetên desthilatdar e’

Losnak Kavoriyan bal kişand ser rola jinên ciwan di pêşxistina hişmendiya civakê de û wiha axaftina xwe domand: “Jinên ciwan roleke sereke di pêşxistina hişmendiya civakê de dilîzin lewma yên ku Tevgera Ciwanên Ermen bi pêş dixin û digihîjînin vê astê jinên ciwan in. Îro jinên ciwan ji bo guhertina hişmendiya civakê û belavkirina zanista jin dixebitin. Li dijî qeyd û bendên paşverûtiyên civakî û siyasetên dewletên desthilatdar ku jinan kirine kol e kar û xebateke berfireh didin meşandin. Ji bo wê rola jinên ciwan sereke ye di sîstema hundirîn a Tevgera Ciwanên Ermen a Demokratîk de.”

‘Fikr û ramanên me çeka me ne’

Losnak Kavoriyan tekez kir ku êrîşên dewleta Tirk li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê neçarî û bêhêzbûna dewleta Tirk didin nîşandan û wiha domand: “Êrîş îro li ser fikir û pergala neteweya demokratîk tên kirin. Hemû dewletên desthilatdar ji vê pergalê ditirsin. Ji ber ku ne li gorî berjewendiyên desthilatdaran e. Îro ew bi çekên giran êrîş dikin lê bersiva me xwedîderketina li pergala neteweya demokratîk a ku bi riya fikir û ramanên Rêber Apo de hat belavkirin. Her çiqas teknîka wan pêşketî be lê wê nikaribin zora fikrên azad û demokratîk bibin.”

‘Em hene xwedî ziman çand û nasname ne’

Endama komîteya çand û hunerê ya Meclisa Civaka Ermen Losîn Qesebiyan jî da zanîn ku di kongreyê de her kes bi cilên xwe yên neteweyî beşdar bûye û wiha anî ziman: “Ji dîrokê ve heya roja îro gelê Ermen rastî windakirin, komkujî û qetilkirinê hatiye lê dem hatiye em di bin di bin pergala neteweya demokratîk de xwe bi rêxistin bikin lewma îro di vê kongreyê de peyama me ew e ku em dibêjin em hene, xwedî çand, ziman û netew in kes nikare me tune bike.”

Di dawiya kongreyê de biryarên ku hatin girtin wiha ne: Avakirin û tevlibûna Meclisa Leşkerî ya Ermen. Zêdekirina tevlibûna nava Tevgera Ciwanên Ermen. Bi Meclisa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk re meşandina kar û xebatan, bi riya perwerdeyan pêşxistina zanista civaka Ermen û avakirina komîteyên ciwanan li navçe û bajarên ku Ermen lê dijîn.