Jinên Efrînê: Bi êriş û komkujiyan dê nikaribin me qir bikin
Koçberên Efrînî yên jin ku li warê berxwedanê li Til Rifet dijîn bertekên xwe li dijî êrişên dagirkeriya dewleta Tirk anîn ziman û gotin: "Tu kes nikare bi êriş û komkujiyan berxwedana me biçewisîne û me qir bike."
HESAN MIHEMED
Şehba – Di şeva 23'ê Cotmehê de dewleta Tirk a dagirker careke din êrişên xwe anî ser keleha berxwedanê navçeya Til Rifeta kantona Efrîn-Şehbayê ku bi hezaran koçberên Efrînê lê dimînin. Di encama van êrişan de komkujiyek li ser sivîlan pêk hat, 4 kesên sivîl ên ku jin û zarok bûn jiyana xwe ji dest dan. Her wiha deh kes birîndar bûn û hinek ji wan parçeyek ji bedena xwe winda kirin. Ji wê rojê ve heya vê kêliyê êrişên qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker li seranserê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam dikin, binesaziya herêmê hedef digre. Tevî êrişan jî gelê herêmê bi hemû hêza xwe li dijî êrişan bertek nîşan dide û berxwedana xwe berdewam dike.
Jinên Efrînî yên koçberî navçeya Til Rifetê bûne li dijî êriş û gefên dewleta Tirk a dagirker ji ajansa me re helwestên xwe anîn ziman.
'Em di berxwedana xwe de bi biryar û îsrar in'
Meryem Omar destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker rojane êrişî sivîlan dike û wan armanc digre û wiha pê de çû: "Ji dema ku em Efrînê koçber bûne li Şehbayê bi cih bûne ve heta niha em rastî êrişan tên. Bi taybetî li Til Rifetê, heya vê kêliyê dewleta Tirk a dagirker bi riya êriş û gefên xwe gelê sivîl dike armanc. Di encama van êrişan de jî komkujî li ser koçberên Efrînê pêk tên. Bi êrişa 23'ê Cotmehê re, komkujiya pêncemîn li Til Rifetê pêk tê. Peyam û gotinên me ji hemû dewletan re û di serî de ji dewleta Tirk re ew e ku tu kes nikare vîn û îradeya me bişkîne û em ê berxwedana xwe li warên koçberiyê bi biryardarî û îsrar bidomînin. Tirsa me ji êriş û topên dijmin tune ye, ji ber em xwedî doza azadî û demokrasiyê ne berxwedana me ji bo azadiya Kurdistanê ye."
'Ne bi êrişan ne jî bi komkujiyan nikarin me qir bikin'
Naziliyê Ozo jî diyar kir ku hebûna wan li Til Rifetê û berxwedana wan dibe striyek di çavên dijmin de û got: "Em koçberên Efrînê, ruxmî êriş, dorpêç û topbaranên dagirkeran, li ber xwe didin. Hedefa dewleta Tirk a dagirker bi êriş û komkujiyan ew e ku em ji Til Rifetê jî koçber bibin û dev ji berxwedana xwe berdin lê em tu car nahêlin dijminê me bigihîje xeyalên xwe. Bedel çi dibe bila bibe em ê berxwedana xwe berdewam bikin û tu carî ne poşman in. Pakrewanên me hene, em bi wan serbilind in, dagirkeriya Tirk ji şehîdên me ditirse, ji hebûna me ditirse. Dewleta Tirk a dagirker ne bi komujiyan, ne jî bi êrişên xwe dê nikaribe berxwedana me biçewisîne û me bide qirkirin. Gel jiyan û berxwedana xwe li Til Rifetê berdewam dike û ji topên dijmin dijmin natirse û nareve."