Rojnamevanên Xezayê ji bo rastiyê dev ji pênûsa xwe bernadin
Li Xezaya di bin agir de rojnamegerên jin ji bo rastiyê binivsînin bi pênûsa xwe ya nayê şikandin ronahiyê didin dîroka jinên Xezayê.

NEXEM KERACÊ
Xeza – Êrîşên Îsraîlê yên ku di 7’ê Cotmeha 2023’an de li ser Xezayê dest pê kir, tevî agirbesta ku di 19’ê Çileyê de hat îmzekirin jî berdewam dikin. Di êrişên Îsraîlê yê bi ser Xezayê de ku nêzî 50 hezar kesî jiyana xwe ji dest dan, bi sed hezaran kes birîndar bûn, bi mîlyonan kes jî koçber bûn, rojnameger jî bûn hedefa şer. Li gorî daneyên herî dawî yên Komîteya Parastina Rojnamegeran (CPJ); Ji destpêka şer ango ji 7’ê Cotmeha 2023’an heta 21’ê Adara 2025’an li Xeza, Şerîeya Rojava û Lubnanê 170 rojnameger û xebatkarên çapemeniyê dema ku erka xwe dikirin hatin qetilkirin. CPJ'ê ku ji sala 1992'an û vir ve daneyên li ser rojnamegeran berhev dike, diyar kir ku sala derbasbûyî ji bo rojnamegeran serdema herî kujer bû.
Rojnamegerên li Xezayê ji bo rastiyan ragihînin, erka xwe bi cih bînin gelek ked dan. Lê belê ji bo rojnamegerên jin ev rewş zehmettir e. Him bi cih anîna pêdiviyên xwe yên pîşeyî him jî pêkanîna pêdiviyên malbatê li ser milê wan dimîne.
'Rojnamevan bi mirinê re rûbirû ne'
Rojnamevan Seha Suker kêliyên ku di nava şer de jiyane wiha vedibêje: "Em bi tirs û dizî derdiketin derve û me hovîtiya dijmin belge dikir. Her kesê ku kamerayê girtibû destên xwe dihat armancgirtin. Gelek rêhevalên me dema erka xwe pêk anîn hatin hedefgirtin. Di nava şerê Xezayê de karê medyayê bibû karekî xeternak. Rojnamevan bi riya balafiran dihatin şopandin û hedefgirtin. Rojnamevan Safînaz El-Luh dema ku karê xwe dimeşand ji aliyê balafirê ve hat armancgirtin lê wê bi dijwarî xwe ji gefa balafirê parast."
'Tevî birîndariya xwe jî dixebitîm'
Rojnamevan Safînaz El-Luh a ku ji ber êrîşên balafirê dema hovîtiya dijmin belge dikir, birîndar bûye wiha got: "Dema ku min li nexwşxaneyê hovîtiya êrîşên Îsraîlê belge dikir balafirê ez kirim armanc. Di encamê de birîndar bûm. Her wiha mala me jî di encama êrîşan de hat rûxandin. Birayê min Ehmed El-Luh ê rojnamevan jî dema ku rewşa civakê ya ji ber êrîşan dişopand, jiyana xwe ji dest da. Ev kêliyên herî bi êş bûn. Heya niha tevî birîndariya xwe jî di şopandina rastiyê de bi îsrar im."
'Em mafên rojnamevaniyê dixwazin'
Tevî hemû xeteriyan rojnamevanên jin ên Xezayê rola xwe di belgekirina kiryaran de berdewam kirin. Seha Suker diyar kir ku şopandina bûyeran di vî şerî de ji şerên din cudatir bû, wiha domand: “Atmosfer ji bo kar ne guncav bû. Pêdivî û amûrên ragihandinê tunebû Loma demekê kar hat rawestandin. Tevî van zextan dîsa rojnamevanên jin kamerayên xwe negirtin û her dem li kolanan, di nava gelê xwe de bûn. Me nexweşxane û stargeh kiribûn cihê kar û me di wan de karê xwe dimeşand. Em ji piştevaniya saziya rojnamevanan bêpar man. Em pesndayînê naxwazin, em tenê mafên xwe yên rojnamevanên jin dixwazin."
'Em rastiyek belge dikin'
Safînaz El-Luh jî tekez kir ku ew ne tenê tiştên diqewimin belge dikin, peyamê digrin û wiha dawî li gotinên xwe anî: "Bi van belgekirinan em dixwazin cîhan trajediya ku em tê re derbas dibin bibîne. Em ne tenê dîmenê zarokek ji bin kavilan tê derxistin, an malbatek bi temamî hatiye qetilkirin dikşînin. Em rastiya kiryaran belge dikin. Zehmetî û kêşeyên rojnamevanên jin bi dawî nebûne. Ew heya niha di nava windabûna piştevaniyê de hewl didin pêdiviyên xwe pêk bînin û xebatên xwe bimeşînin."