Rojnamevanên jin ên Iraqî xwestin qada xebatê ewle be parastina yasayî hebe

Rojnamevanên jin ên Iraqî xwestin qad û mercên xebatê yên ewle û rêziknameyên yasayî ku wan ji gefên pîşeyî, şantaj û tacîzê biparêzin werin avakirin.

RECAA HEMÎD REŞÎD

Bexda – Rojnamevanên jin ên Iraqî bi armanca parastina li dijî zext û gefên pîşeyî ku medyayê garantî bike, daxwaza şert û mercên xebatê yên ewle û rêziknameyên yasayî yên parastinê kirin.

Komeleya Rojnamevanên Jin ên Iraqê bi sernavê ‘Ji ezmûnê ber bi bandorê ve: Rojnamevanên jin bi pêşeroja medyayê re hevrû dibin’ panelek li dar xist. Panel, 21’ê Mijdarê li Otêla Navnetewî ya Baxdayê pêk hat. Gelek rojnamevanên jin ên ku hem di qadên giştî de hem jî di qadên taybet de dixebitin, beşdarî civînê bûn.

Rojnamevanên jin daxwaza parastinê dikin

Rêvebera Giştî ya Saziya Medya, Çand û Hunerê ya El-Meda, Dr. Gade el-Amilî, diyar kir ku rojnamevanên jin ên Iraqî di 23 salên borî de hilbijartin, xwepêşandan, şer û pêvajoyên koçberiyê belge kirine. Got ku rojnamevan li kamp û nexweşxaneyan xebitîne, şahidiyên malbatên ku hezkiriyên xwe winda kirine û jinên berpirsiyarên desteka malbatên xwe bûn, ragihandine.

Gade el-Amili tekez kir ku rojnamevanên jin ji ber nûçeyên xwe rastî gef, heqaret, tacîz û zextên siyasî tên û di hinek rewşan de desteka saziyan jî têrê nake. Bal kişand ser pêkanînên ku zirarê didin navûdengê pîşeyê û got: “Kesên ku sernavê rojnamevaniyê ji bo zext û şantajê bikar tînin, baweriya raya giştî bi çapemeniyê lawaz dikin. Rojnamevanên jin hene ku tevî redkirina qezenca darayî jî pîşeya xwe didomînin. Divê peymanên nivîskî, mûçeyên birêkûpêk û ewlehiya kar a rojnamevanên jin hebin.” Gade el-Amili banga avakirina mekanîzmayên gilîkirinê yên bi bandor li dijî tacîz, gef û derengketina mûçeyan kir. Tekez kir ku divê rojnamevanên jin di rolên edîtorî û rêveberiyê de xwedî derfetên wekhev bin û pêşniyar kir ku divê Komeleya Rojnamevanên Jin ên Iraqî bê damezrandin.

‘Divê qadeke bi ewle ya xebatê bê avakirin’

Rêvebera Cîbicîkar a Komeleya Iraqê ya ji bo Parastina Azadiya Çapemeniyê û Seroka Komeleya Rojnamevanên Jin ên Iraqê Riya Faîk, da zanîn ku hewldanên damezrandina komeleyê sê sal berê dest pê kiriye. Got ku ji bo rojnamevan bikaribin bi awayekî azad li ser pirsgirêkên xwe nîqaş bikin, civîn bi awayek taybet tên lidarxistin.

Riya Faîk anî ziman ku armanca sereke ya komeleyê ew e ku ji bo rojnamevanên jin li Iraqê qadeke xebatê ya ewle biafirîne û beşdarbûna jinên ciwan, bi taybetî yên ku ji fakulteyên medyayê mezûn dibin, teşwîqî pîşeyê bike û wiha got: “Têgihîştina medyayê weke qadeke ne ewle jinên ciwan ji berdewamiya pîşeya xwe dûr dixe. Pêşnûmeyasayek li ser mafê agahdariyê pêşkêşî parlamentoyê hatiye kirin. Xebatên li ser rêziknameyên yasayî yên der barê sûcên dîjîtal û parastina rojnamevanan didomin.”

Yekîtî û parvekirina ezmûnan

Rojnamevan û nûçegihana qadê Zeynep el-Meşat, got ku pêwîstiya rojnamevanên jin bi platformên profesyonel ku bikaribin ezmûnên xwe lê parve bikin heye. Diyar kir ku civakê derfetek girîng daye li şûna pêşbaziya hevkariyê bi pêş bixe û astengiyên di navbera rojnamevanan de derbas bike derfet pêşkêş dike.

Pêşkêşvana televîzyonê Şeyma Îmad Zubeyr jî destnîşan kir ku civak qadeke erênî ye ku jin dikarin jêhatiyên xwe yên pîşeyî lê bi pêş bixin û hevgirtinê xurt bikin.

Şahidiyên şer û tundiyê ragihandin

Rojnamevan Cûmane Mûmtez ezmûnên dijwar ên ku di jiyana xwe ya pîşeyî de bi wan re rûbirû maye anî ziman û got: “Di dema amadekirina belgefîlmek li ser tundiya li dijî jinan de ez rastî keçek ciwan a 13 an 14 salî hatim. Zewicîbû, ji aliyê hevjîn û diya wî ve rastî tundiyê hatibû. Çîroka wê şopek kûr li ser bîra min hişt.” Cûmane Mûmtez her wiha da zanîn ku ew ji çîroka dayîkek ku di dema êrîşên DAIŞ’ê de neçar ma bireve û ji bo rizgarkirina jiyana çar zarokên xwe yên ku ji nexweşiya tuberkulozê dikşînin têkoşiya, pir bi bandor bûye.

Cûmane Mûmtez destnîşan kir ku dema ji ber karê xwe yê rojnamegeriyê gef lê dihat xwarin, wê xwe tenê hîs dikir û tevî bi rêxistinên navnetewî re têkilî danî jî destekek têr negirtiye. Tevî vê yekê, got ku wê dev ji pîşeya xwe bernedaye û li riyên ku bikaribe rojnamegeriyê bidomîne digere.