Jinên ji Xezayê: Em ê dev ji axa xwe bernedin
Meysûn Helas bi gotinên; "Ez ê di koneke li kêleka mala xwe ya hilweşiyayê de bijîm" berxwedan û sekna jinên Xezayê û girêdana wan a bi axê re nîşan dide û diyar dike ku e wê dev ji welatê xwe bernedin.

REFÎF ISLÎM
Xeza – Tevî hemû zext û kêşeyên ku jinên Filîstînî di encama şerê di navber hêzên Îsraîlê û tevgera Hemasê de zêdeyî salek berdewam kir dîtin jî dîsa berxwedan û sekna xwe didomînin. Jinên Filistînê bi berxwedana xwe, dest ji axa xwe bernedan. Maysûn Helas a ji Filistinê ku senaryonên ‘valakirina welat’ nirxand bertekên xwe anî ziman û got ku ewê dev ji axa xwe bernedin.
'Ne girîng e bajar ji nû ve bê avakirin a girîng ew e ku şer raweste'
Maysûn Helas ku di encama şerê li Xezayê de mala wê hatiye hilweşandin wiha dibêje: "Têgeha ji nûve avakirin ne mumkin e pêk were. Di encama şerê ku sal û sê mehan berdewam kiriye de hemû malên sivîlan hatine rûxandin. Ji bo avakirina avahiyan careke din li Xezayê tu piştevanî ji aliyê navneteweyî û welatên Ereb ve nehatiye dayîn. Di dema ku komkujî pêk dihat de, van dewletan nikaribûn alîkarî bişandana yan jî derman derbasî Xezayê bikirana, niha wê çawa bikaribin bajarek ji nû ve ava bikin? Ji bo min ferq nake ez di konek an jî di xaniyekî betonî de bijîm, ya girîng ew e ku şer bê rawestandin."
'Em ê axa xwe ji dijmin re nehêlin'
Meysûn Helas destnîşan kir ku mal tê wateya malbat, ewlehî û îstîqrarê û wiha axivî: "Tu kes nikare çarenûsa civakê diyar bike û gelek malbatan jî fikra koçberkirina wan û bicihkirina wan li dewletên din red kirin. Malbatan terka ax û welatê xwe nekirin. Civaka Filistînî bi axa xwe ve girêdayî ye, her çendî êş jî kişandibe dîsa welatê xwe ji dagirkeriyê re nehiştine. Amarîka û Îsraîl hewl didin Filistîniyan li dewletên Urdun û Misrê belav bikin. Em vê yekê qebûl nakin."
'Jinên Filistînî ji zehmetiyan jiyanê diafirînin'
Meysûn Helas diyar kir ku jinên Filistînî bi hêz û xwedî sekn in û got: "Jinên Filistînî xwedî hêz û vîn in. Tevî zext û kêşeyan jî dest ji jiyanê bernedan, ji bo zarok û civaka xwe li ber xwe dan û careke din dikaribûn rabin ser piyan, li ser axa xwe jiyanê ji nû ve ji zehmetiyan biafirînin. Tevî ku malên wan hatin rûxandin û di konan de dijîn, avê bi destan ji cihên dûr dikşînin jî; jinan terka welatê xwe nekirin û ev zehmetî wê nebin bend li pêşiya berxwedana wan. Ew ê di konan de bijîn heya malên wan careke din bên avakirin."