Şervanên YPJ’ê: Em hêza xwe ji berxwedan û sekna gel digrin

Şervanên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) diyar kirin ku ew hêz û vîna xwe ji berxwedana gel digrin û bi ruhê vê berxwedanê wê li hemberî êrîşên dewleta Tirk a dagirker, axa xwe biparêzin.

HESNA MIHEMED

Kobanê – 13 sal in ku dewleta Tirk a dagirker hewl dide axa Rojava dagir bike û destkeftiyên ku şoreşa 19'ê Tîrmehê bi dest xistine, têk bibe. Li hemberî van hewldanan gelê Rojava bi hemû pêkhateyên xwe berxwedaneke dîrokî dinivîsîne. Her wiha şervanên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) jî bi lehengî têdikoşin. Erka parastina ax û destkeftiyên xwe hildane ser milên xwe. Şervanan bi berxwedana xwe DAIŞ’ê têk birin û herêma xwe parastin. Berxwedana gel û şervanan a li Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaqê jî nîşan dide ku wê nehêlin tu kes axa wan dagir bike.

Şervanên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ji ajansa me re diyar kirin ku ew ji bo parastina ax û gelê xwe her dem li ser piyan in û tu car teslîmiyetê qebûl nakin, ji ber ku bi fikr û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwe perwerde dikin.

'Gel armanc û êrîşên dagirkeriyê têk dibe'

Arîn Ehmed bi şandina silavên xwe ji berxwedana Îmraliyê re dest bi gotinên xwe kir û wiha got: "Em silavên xwe ji Rêber Apo re dişînin. Rêber Apo bi fikir û felsefeya xwe riya aştî û ewlehiyê nîşanî gelan da. Dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmên me êrîşan pêk tîne. Tevî êrîş û gefên dagirkeriyê yên li ser herêmê jî gel dev ji berxwedana xwe bernade û teslîmiyetê qebûl nake. Armanca dagirkeriyê bi êrîşan ew e ku derbeyek li pergala neteweya demokratîk bidin û wekheviya gelan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têk bibin. Gel bi berxwedana xwe li bendava berxwedanê, li Tişrînê nîşanî dinyayê da ku hemû plan û êrîşên dagirkeriyê vala ne û ew bi têkoşîna xwe van êrîşan têk dibin. Dewleta Tirk bi êrîşên xwe tu carî nikare felsefe û ramanên Rêber Apo yên azadî û wekheviyê di nava civakê de tune bike. Em bi wê felsefeyê mezin bûne û berxwedana xwe didomînin."

'Em hêz û vîna xwe ji gel digrin'

Arîn Ehmed destnîşan kir ku ew hêz û vîna xwe ji berxwedan û sekna gel digrin û wiha got: "Tevî ku rojane pakrewan û birîndar çêdibin jî berxwedan û sekna gel a li Bendava Tişrînê bersiva herî mezin e ji bo êrîşên dagirkeriyê. Ji bendava berxwedanê peyama ku tu kes nikare axa me dagir bike ji dinyayê re radigihînin. Em şervan jî hêz û vîna xwe ji berxwedan û sekna gelê xwe digrin. Em hêzê ji piştevanî û hevgirtina gelê xwe digrin. Em jî weke şervanên jin di eniyên şer de parastina xwe û axa xwe dikin. Me erka parastina gelê xwe girtiye ser milên xwe û em ê xwedî li vê erkê derkevin. Em weke YPJ, parastina hemû jinên cîhanê dikin ne tenê yên Kurd, ji ber ku felsefeya Rêber Apo hemû jinan di nava xwe de dihewîne. Em ê xwedî li destkeftiyên şoreşa Rojava derkevin û parastina wê bikin."

'Bi ruhê şerê gelê şoreşgerî li ber xwe didin'

Viyan Kobanê jî qala berxwedana gel û şervanan a li hemberî dewleta Tirk a dagirker kir û got: "Em di pêvajoyeke gelek girîng û giran re derbas dibin. Berxwedan û vîna gelan ji teknîk û êrîşên dagirkeriyê mezintir e. Erdogan bi balafiran êrîşî gel dike. Gel jî peyama berxwedanî û têkoşînê dide. Tevî ku rojane di oxira vê berxwedanê de zarokên xwe feda dike jî dîsa bi îsrar li ber xwe dide. Ji aliyê şervanên YPJ û QSD’ê ve jî li eniyên şer û xetên sereke, berxwedanek dîrokî tê nivîsandin. YPJ’ê di pêvajoya parastina axa xwe de rolek mezin lîst û nehişt ku dagirkerî xaka wê dagir bike. Gel û şervan bi ruhê şerê gelê şoreşgerî li hemberî dagirkeran li ber xwe didin û rojane çalakiyên xwe li bendava berxwedanê li dar dixin. Ji bendavê dengê berxwedana xwe bilind dikin."

'YPJ ji bo jinan bûye hêvî'

Viyan Kobanê diyar kir ku YPJ ji jinan re bûye hêvî û wiha dawî li gotinên xwe anî: "Yekîneyên Parastina Jin, ji bo rizgarkirina jinan ji zincîrên koletiyê ye. Ji aliyê civak û malbatê ve her dem jin di warê azadiyê de hatine astengkirin. Bi kolekirinê re rûbirû mane. YPJ jî ji bo wan jinan hêvî ye. Bi saya fikr û felsefeya Rêber Apo jin îro di hemû qadên jiyanî de bi taybetî di yên leşkerî de cih digrin û hebûna xwe îsbat dikin. Jin dê pêvajoya neteweya demokratîk a ku Rêber Apo daye destpêkirin, temam bikin û li ser rûyê erdê pêk bînin. Ez bang li civakê dikim ku nebin bend li pêşiya azadiya jinan. Divê ew di aliyê têkoşînê de xwe perwerde û bi hêz bikin, bibin xwedî îrade û biryar."