‘Kurd bi têkoşînê dikarin polîtîkayên bişavtinê vala derxin’

Aktivîsta ziman Jîn Aryen bal kişand ser zextên li ser zimanê Kurdî li Tirkiyeyê û got: “Bi salan e polîtîkayên tunekirina bîra Kurdan tên meşandin. Valaderxistina van polîtîkayan girêdayî têkoşîn û berxwedana Kurdan e.”

AXÎN BAHAR

Amed – Fîlozof û zimanzanê Alman, Friedrich Wilhelm Humboldt dibêje: “Warê rastîn ê neteweyek ziman e. Ziman di warê daxwazên neteweyî de hebûneke xwedî hêz e. Dema ku zimanê neteweyî tune bibe, hesta neteweyî jî pê re tune dibe.”

Fîlozofê Alman bi van gotina balê dikşîne ser girîngiya ziman ji bo hebûna neteweyek lê li cîhanê ji ber polîtîkayên bişavtinê yên netew dewletan, zimanê neteweya serdest, li ser neteweyên din tê ferzkirin. Zimanê neteweyek, hêmana herî girîng e civakê ber bi pêşerojê ve dibe.

Li cîhanê ji hezarî zêdetir ziman di bin xeterê de ne

Di roja me de zimanên qebîleyan jî di nav de li gorî texmînan li dora 7 hezarî ziman hene. Nîvî ji wan winda bûne. Li gorî lêkolîneke ku di Kovara National Geogpraphic de hat weşandin, ji 14 rojan carekê zimanekî li cîhanê tune dibe. Li cîhana ku nêzî 7 milyar mirov lê dijîn serê her zimanî milyonek mirov dikevin lê ji sedî 85 nifûsa cîhanê bi zimanên ku belav bûne diaxivin, tenê 8.5 milyon mirov, bi 3 hezar û 500 zimanên cuda diaxivin. Li gorî zimanzanan, di sedsalên li pêşiya me de, 3 hezar û 500 ziman li ber tunebûnê ne. Ji hezarî zêdetir ziman jî di “Atlasa Zimanên di Bin Xeterê” ya Rêxistina Zanist û Perwerdeyê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) de ne.

Li Tirkiyeyê 18 ziman di bin xeterê de ne

Li gorî Atlasa Zimanên di Bin Xeterê de ya UNESCO’yê; li Tirkiyeyê 18 ziman di bin xeterê de ne. Di atlasê de tê diyarkirin ku Ubihça, Mlahso û Yûnaniya Kapadokyayê winda bûye, zimanên Lazî, Zazakî, Hemşînî, Abhazî û bi taybetî Hertevîn di bin xeterek mezin de ne.

Li Tirkiyeyê zimanên di bin xeterê de

Li gorî UNESCO’yê, li Tirkiyeyê zimanên di bin xeterê de ev in: “Yunaniya Kapadokyayê, Gagavuzca, Zazakî, Hertevînê, Hemşînî, Ladîno, Lazî, Abhazî, Abazaca, Adigece, Devoka Kabardey, Mlahso (Suryanîkiya Rojava), Tunaniya Pontus, Romanî, Suryanî, Turoyo, Ubihça û zimanê Ermenkî.”

Polîtîkaya Tirkiyeyê li ser zimanê Kurdî

Bêguman polîtîkayên welatek ên li dijî çandên cuda yên li wî welatî zimanek dixe bin xeterê. Dewleta Tirk a ku dibêje “yek ziman, yek ol, yek welat” ji destpêka avakirina komarê ve heta niha, bi polîtîkayên înkar û îmhayê, bi qedexeyên li ser zimanên dayikê, polîtîkayên bişavtinê li ser Kurdî didomîne.

Polîtîkaya bişavtinê ya li ser Kurdî, di tevahiya dîroka komarê de, polîtîkayeke dewletê bûye, di hemû warên civakî de hatiye pêkanîn. Tîpên Kurdî “X, W, Q, Î, Û, Ê” ji sala 1928’an ve heta niha qedexe ne. Kesên ku van tîpan bi kar anîn, bi benda 222 ya Zagona Cezayê Tirk (TCK) 222 hatin darizandin an jî cezayê girtîgehê li wan hat birîn. Zimanê Kurdî hê jî di girtekên meclis û dadgehan de bi gotinên “zimanê nayê zanîn” û “zimanê X” tê binavkirin.

Gavên ku temînata wan a zagonî tune ye

 Dewleta Tirk dem bi dem di qada navneteweyî de hem ji bo xwe weke “welatekî demokratîk” nîşan bide, hem jî bi saya têkoşîna ji bo zimanê Kurdî didome neçar ma hinek gavan bavêje. Yek ji wan gavan ew bû ku bêyî temînata wê ya zagonî hebe di sala 2009’an de vekirina TRT 6 û di sala 2012’an de “dersên hilbijartî” bû lê ji ber gelek nakokiyên di nava dersa hilbajartî ya Kurdî de, bertekên xwendekar, welî û hîndekaran çêbûn. Ji ber ku kadroyên mamosteyan tunebûn, xwendekaran dersa Kurdî hilnebijartin. Ji ber ku mafê perwerdeya bi zimanê dayikê weke “dersa hilbijartî” hat dayîn rastî rexneyan hat.

Navê din ê bişavtinê: Qeyûm

Di dema ku di warê perwerdeyê de rewş wiha bû, yek ji astengiyên li pêşiya çaresernekirina ‘meseleya Kurd’ û aştiya civakî jî êrîş û astengiyên li ser zimanê Kurdî bûn. Van astengiyan di sala 2016’an de, bi destên qeyûmên ku avêtin ser şaredariyên Kurdistanê berdewam kirin. Bi destên qeyûman çalakiyên çandî û hunerî hatin qedexekirin. Rojname û kovarên ku bi Kurdî weşanê dikirin hatin girtin. Kreş, sazî û dibistanên Kurdî hatin girtin. Projeyên şaredariya duzimanî betal bûn Navên Kurdî yên li kolan, cade û parkan hatibûn dayîn guherandin.

Hê jî perspektîfekewekhev, adil û siyasî ji bo zimanê dayikê nehatiye pejirandin. Di serî de zimanê Kurdî, astengiyên li ser axatina zimanan rojane didomin.

Ne roja pîrozkirinê roja têkoşînê ye

Her çendî 21’ê Sibatê ji bo Tevgera Ziman Bengalî weke salvegera kuştina xwendekarên zanîgehên ên Bangladeşî ji aliyê polîsên Bangladeşê ji aliyê UNESCO’yê ve di sala 1999’an de bûbe “Roja Zimanê Dayikê yê Navneteweyî” jî Kurd îro ne bi pîrozbahiyê, bi têkoşîna li dijî bişavtinê vê rojê pêşwazî dikin.

 Aktivîsta zimanê Kurdî û perwerdekar Jîn Aryen, li ser girîngiya zimanê dayikê nirxandin kir

Jîn Aryen bi bîranîna jinên ku di têkoşîna zimanê dayikê de bedel dane dest bi axaftinê kir û got ku her çendî roja 21’ê Sibatê bi Bangladeşê were bibîranîn jî têkoşîna zimanê dayikê xwedî dîroka têkoşînê ye. Jîn Aryen diyar kir ku li cîhanê gelek netew ji bo zimanê xwe biparêzin gelek li ber xwe dane û got ku 21’ê Sibatê, di encama vê berxwedanê de hatiye îlankirin.

‘Hê jî şerê ji bo nasnameyê didome’

Jîn Aryan diyar kir ku bi avabûna netew dewletan û pergala kapîtalîst re, hemû gel ketin bin zextan û bal kişand ku hê jî geên li dijî van pergalan ji bo nasnameya xwe têdikoşin hene.

Têkoşîna sedsalî ya ku gelê Kurd ji bo hebûna xwe didomîne

Jîn Aryan diyar kir ku Kurd 100 sal in ji bo nasnameya xwe têdikoşin û wiha axivî: “Li dijî gelê Kurd bi sedsalan e înkar heye, nasname û hebûna gelê Kurd napejirînin. Pirsgirêk jî jixwe ji vê derê çêdibin. Netew dewletan jixwe xwe li ser înkara gelan ava kirin. Hêzên zordar û desthilatdar, hewl didin li van axan li gorî xwe dîrok û çandek ava bikin. Li Tirkiyeyê jî rewş heman e. Dewleta Tirki bi zextên ku li erdnîgariya Kurdistanê didomîne, çand û hebûna gelê Kurd înkar dike, hewl dide li gorî xwe çandek ava bike. Îro em dibînin dewleta Tirk xwe di ser Sumer, Hitît û yên din de pênase dike lê tu têkiliya vê bi rastiyê re tune ye. Dîroka dewleta Tirk li erdnîgariya Kurdistanê tune ye lê Kurd bi hezaran salan e li Mezopotamyayê li ser axa xwe dijîn.”

‘Kuran bi hezaran salan axa Mezopotamyayê parastin’

Jîn Aryen bi gotinên; “Kurdan bi hezaran salan li axa Mezopotamyayê nasnameya xwe parastin û heta roja îro bi çanda xwe dijîn” diyar kir ku li ser ziman û çanda Kurdî polîtîkaya zextê heye.

Jîn Aryen bal kişand ku 300-400 sal berê helbestvanê Kurd Ehmedê Xanî ji bo balê bikşîne ser vê rewşê berhemên xwe ne bi zimanê Erebî yan jî Farsî, bi Kurdî nivîsandine û wiha domand: “Ji ber ku Ehmedê Xanî zextên li ser çand û zimanê Kurdî dîtibû, xwest balê bikşîne ser hebûna çand û zimanê Kurdî. Wekî tê dîtin ev pirsgirêk heta roja îro didome. Niha jî rewş heman e û pirsgirêkên din jî bi xwe aniye vê rewşê. Beriya 100-200 salan Kurdan bi hev re, li malên xwe bi civaka xwe re bi Kurdî diaxivîn jiyana wan bi Kurdî bû lê niha bi polîtîkayên înkar û îmhayê hewl didin Kurdan ji ziman û çanda wan dûr bixin.”

‘Armanca wan tunekirina hafizayê ye’

Jîn Aryen diyar kir ku armanc ew e bîra Kurdan a bi sedan salan tune bikin û diyar kir ku dewleta Tirk dixwaze xeyala 100 salan a Osmanî pêk bîne û wiha domand: “Dibêjin qey dema Kurd bi zimanê xwe neaxivin dê nasname û çanda xwe neparêzin? Em dibêjin erê lewre civak bi zimanên xwe hene. Mirov bi zimanê dayikê dibe xwedî çand û huner, fikr û ramanên xwe vedibêje û dibe netew. Mirov dikare bibêje ku netew bi zimanê xwe dikare bibe netew. Ji ber vê yekê ji bo Kurd weke netew werin dîtin divê ziman û çanda xwe biparêzin.”

Zimanê dayikê û jin

Jîn Aryen got ku axaftina bi zimanê dayikê berpirsiyariyeke civakî ye û wiha got: “Em dibêjin zimanê dayikê û têkiliya wê bi dayik û jinan re datînin. Em bi bîrxistina wan li ser hebûna ziman diaxivin lewre di warê ziman de rola dayik û jinan pir mezin e lê em dizanin ku ev mijar tenê têkilarî jinan nîn e, mijareke civakî ye. Ji ber vê berpirsyarî dikeve ser milên me hemûyan.”

‘Em zimanê xwe baş naparêzin’

Jîn Aryen diyar kir ku rêjeya axaftina bi zimanê Kurdî kêm bûye û ji bo vê divê şiyariya civakî çêbibe û got: “Bêguman li ser zimanê me zext û astengî hene lê divê em li vir rexnedayînê bikin lewre em zimanê xwe baş naparêzin. Divê beriya em ji vê pergala ku zimanê me qedexe dike tiştek bixwazin di her warê jiyana xwe de bi Kurdî biaxivin, dûre daxwaza mafên xwe bikin. Jixwe ziman tenê bi axaftin, nivîsandin û perwerdeyê nayê parastin. Ev hemû bi serê xwe têr nakin, bi hev ve girêdayî ne.”

‘Jin dikarin pêşengî ji têkoşînê re bikin’

Jîn Aryen bi gotinên “Zimanek ger ji aliyê nifşên nû ve neyê axaftin dê bikeve nava zimanê ku tên jibîrkirin” hişyarî kir û bal kişand ser girîngiya axaftina zarokan bi zimanê Kurdî. Jîn Aryen got: “Lê em dibînin ku nifşê nû, bi Kurdî naxive yan jî dema ku hûn diaxivin bersiv nade. Divê beriya her tiştî em li nifşên nû baldar bin bigihîjin wan.”

 Jîn Aryen diyar kir ku di vê mijarê de peywirên mezin dikevin ser milên jinan û got ku ji ber di warê çanda Kurdî de rola jinan girîng e û wiha berdewam kir: “Di civaka Kurd de cihê jinan girîng e. Dema ku jin tiştek bigrin rojeva xwe, dikeve rojeva civakê jî lewre jin dikarin civakê zindî bigrin, pêşengî bikin. Jin dikarin baweriyê bidin civakê lewre civak ji jinan bawer dike, bendewariyê dike, dema jin li deriyek didin, derî li rûyê wan nayê girtin. Jin dema pêşengiyê bikin, dikarin di gelek waran de serkeftî bin.”

‘Daxwaza me perwerdeya bi zimanê dayikê ye’ 

Jîn Aryen bi wesîleya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî bi vê bangê axaftina xwe bi dawî kir:

“Divê Kurd li dijî polîtîkayên înkarê zimanê xwe biparêzin. Daxwaza me perwerdeya bi zimanê dayikê ye, em Kurd dixwazin bibin xwedî statu, ji bo vê têkoşînek mezin didome. Ji bo van daxwazên me pêş werin divê em beriya her tiştî zimanê xwe biparêzin. Bi sedsalan e li ser Kurdan polîtîkaya înkar û tunekirinê heye, hewl didin bîra Kurdan tune bikin. Riya valaderxistina van polîtîkayan bi têkoşîn û berxwedana Kurdan ve girêdayî ye.”