Rojnamevana Tûnisî: Divê em ji bo belavkirina Jineolojî hewl bidin

Nivîskara Tûnisî Nûra Ûsmanî bal kişand ser pirsgirêkên ku jin li Tûnisê dijîn, anî ziman ku di çareserkirina pirsgirêkên jinan de Jineolojî xwedî rolekê girîng e û got: “Divê em ji bo belavkirina Jineolojî hewl bidin.”

ÎXLAS EL-HAMRUNI

Tûnis – Jineolojî, şaxek zanistê ye ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye pêşxistin û hewl dide ramana civakî bi perspektîfa jinê ji nû ve şêwe bike. Jineolojî hewl dide ku di aliyên cuda yên mîna perwerde, aborî û tenduristiyê de statûya jinan bihêz bike. Rojnamevan Nûra Usmanî ya li ser pirsgirêkên jinan dixebite, diyar kir pirsgirêkên ku jinên li welatên Ereb, Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê rû bi rû dimînin, ji pirsgirêkên jinên li welatên din zêde ne cuda ne û wiha axivî: "Jin heta niha jî di asta aborî, civakî, siyasî û çandî de bi zehmetiyên mezin re rû bi rû ne. Her wiha, bêaramiya ewlehiyê û kêmbûna mekanîzmayên parastinê,  jinan zêdetir bêparastin dike. Lewma, pêwîst e ji bilî yasayên ku jinan diparêzin, zanistek mîna jineolojiyê jî bê belavkirin."

Rewşa jinan a li herêmên şer

Nûra Usmanî, derbarê rewşa jinan a li herêmên şer de jî ev nirxandinan kir: "Li herêmên şer ên wek Filîstîn, Sûriye, Lubnan, Sûdan û Yemenê, jin di aliyê aborî û civakî de di nava şikestinek mezin de ne. Hawirdora şer a domdar, kêmbûna ewlehiyê û nebûna ewlehiya fîzîkî, bi awayekî cidî bandor li ser jiyana jinan dike. Ji bo domandina jiyana xwe neçar dimînin bi tengasiyên mezin re têdikoşin. Jinên li welatên ku şer lê tunene jî, bi qeyranên mîna zêdebûna tundî, newekheviyên civakî û karesatên xwezayî re rûbirû ye. Mînak, bûyerên avhewayê yên mîna erdhej û lehî, ewlehiya aborî ya jinan hîn zêdetir qels dike.”

Rewşa Jinên Tûnisî

Nûra da zanîn ku jinên Tûnisî jî bi heman pirsgirêkan re têdikoşin û wiha got: "Tevî hebûna gelek yasayên têkildarî parastina jinan jî, jinên Tûnisî bi taybetî tundiya nava malê û tengasiyên aborî, pirsgirekên mezin dijîn. Tunebûna debarên jiyanê yên ji ber bêkarî û guherîna avhewa yên mîna hişkesalî û lehiyê, rewşa jinan hîn zêdetir xirabtir dike.” Nûra diyar kir ku bi taybetî jinên li herêmên gundewar û li gundan dixebitin, di bin şert û mercên zor de jiyana xwe berdewam dikin û wiha got: “Karkerên jin ên çandiniyê saetên dirêj kar dikin û sîgorteya wan tuneye. Di navbera jin û mêran de newekheviya mûçeyan didome. Jinên li herêmên hundirîn dijîn, ji ber kêmbûna veguhestin, xizmetên çandî û civakî rastî xeteriyên cuda tên. Di siyasetê de rêjeya nûnertiya jinan kêm e. Digel rêjeya perwerdehiya wan bilinde jî, tevlîbûna wan a siyasetê hema bejê tuneye.”

‘Ramanek felsefî ya rizgarkirinê’

Nûra Usmanî Jineolojî mîna “ramanek felsefî ya rizgarkirinê’ penase kir, balkişand li ser pirtûka Abdullah Ocalan a bi navê “Sosyolojiya Azadiyê’ û wiha got: “Abdullah Ocalan, destnîşan dike ku ji bo civakek azad bibe, pêwîst e jin azad bibe û azadiya jinan diyarkera bingehîn a azadiya civakî ye.”

Nûra da zanîn ku jineolojî danehevek zanistî ya kûr ku gelek qadên mîna tenduristiya jinan, perwerde, siyaset, civakî û aborî dihewîne, pêşkêş dike. Nûra Usmanî di vê mijarê de jî ev nirxandin kirin: "Jineolojî, zanisteke ku bi aşkerakirina cîhana hundirîn û potansiyela jinan, hewl dide jin pêşengtiya veguhertina civakî bikin. Ev zanîst, li dijî kedxwarî û tûne hesibandina jinan radibe û dixwaze ku jinê bi perwerde û hişyarkirinê bi hêz bike. Ev şaxa zanistê, bi taybetî jî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi lez bipêş ketiye û statûya jinan a civakî bihêz kiriye.”

Tevkariya Jineolojiyê ya ji bo mafên jinan

Nûra destnîşan kir Jineolojî tevkariyek mezin dide têkoşîna mafên jinan û wiha got: “Jineolojiyê, ji bo jinên li Rojhilata Navîn qadek berfireh a azadiyê pêşkêş kir. Jin êdî perwerde dibînin, dixebitin û di jiyana civakî de rolên aktîf digrin. Her wiha, jin di qada siyasî de jî bi awayekî aktîf cîh digirin û bi mêran re tevkariyek mezin didin avabûna civakê. Vê şaxa zanistê, feraseta biçûkxistinê ya li dijî jinan guherand û bandora feraseta serwer a mêran a li Rojhilata Navîn kêm kir. Bi saya Jineolojiyê, mafên jinan di nava malbat û civakê de bihêztir tê parastin.”

Pêwîste Jineolojî li Afrîkaya Bakur bê belavkirin

Nûra Usmanî, destnîşan kir jineolojiyê di jiyana jinan de veguhertinên mezin ava kiriye û da zanîn ev zanist heta niha jî li Bakurê Afrîkayê bi awayekî têr nayê naskirin. Nûra wiha got: “Jineolojî di destpêkê de mîna fikreke felsefî derket holê, lê bi demê re bû zanisteke ku ji pirsgirêkên jinan re çareseriyên şênber dibîne. Lê belê ev şaxa zanistê li welatên Bakurê Afrîkayê bi taybetî li Tûnisê baş nayê zanîn."

Jineolojî ji bo jinan pêşeng e

Nûra Usmanî, da zanîn ku tevî Tûnis di parastina mafên jinan de welatek pêşenge jî, heta niha ne xwedî şaxeke zanistê ya serbixwe ya mîna Jineolojiyê ye û vê yekê wek kêmasiyek nirxand Nûra wiha got: "Tevî ku Tûnis di aliyê yasayên parastina mafên jinan û lêkolînên zanistên civakî de yek ji welatên pêşeng e jî, heta niha zanistek serbixwe ya jinan ava nekiriye. Ji ber ve yekê tu sedem nîne ku li Tûnisê Jineolojî di asta akademîk de neyê fêrkirin û belavkirin.”

Felsefeya ‘Jin, Azadî û Jiyan’

Nûra Usmanî, di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku felsefeya bingehîn a Jineolojiyê li ser rêgaza ‘Jin, Azadî û Jiyan’ hatiye avakirin û wiha got: "Belavkirina vê zanistê û danasîna felsefeya azadiya jinê, wê bihêle ku em pirsgirêkan jinan bi perspektîfek berfirehtir bigrin dest. Jineolojî, bi pêkanîna beşdarbûna çalaktir a jinê ya civakê re, wê bibe alîkar ku mafên xwe yên xwezayî bidest bixin. Lewma, danasîn û belavbûna jineolojiyê ya li qadê, xwedî girîngiyeke mezin e.”