Ji çalakvan û xizmên girtiyên siyasî li ber Girtîgeha Evînê çalakî
Çalakvan û xizmên girtiyên siyasî yên ku cezayê darvekirinê li wan hatine birîn, li ber girtîgeha Evînê kombûn û daxwaza ragirtina cezayê darvekirinê kirin.
![](https://jinhaagency1.com/uploads/ku/articles/2025/02/20250211-20250211-photo-2025-02-11-14-57-52-jpge75885-image-jpgdd1994-image.jpg)
Navenda Nûçeyan – Di çarçoveya kampanya ‘Sêşema na ji darvekirinê re’ de îro çalakvanên civaka sivîl û malbatên girtiyên siyasî yê ku cezayê darvekirinê li zarokên wan hatine birîn, li ber Girtîgeha Evîn kombûn û daxwaza ragirtina cezayê darvekirinê kirin.
Di nava kesên tevlî çalakiyê bûne de çalakvanên mafên mirov Nêrgiz Mihemedî, Cehfer Penahî, Hestî Emîrî, Areş Sadiqî, Kamîz Nurozî, Şiqayîq Muradî, Arya Şêxî û Hisên Rezaq hebûn.
Hêjayî bibîrxistinê ye li girtîgehên Îran û Rojhilatê Kurdistanê hemû rojên sêşeman wek nerazîbûn li dijî cezayê darvekirinê girtî dikevin greva birçîbûnê.