Jinên ciwan binpêkirinên dijî jinan şermezar kirin

Nivîsgeha Jinên Ciwan a Meclisa Ciwanên Sûriya Demokratîk binpêkirinên li dijî jinan ên li herêmên Desthilata Şamê têne kirin, şermezar kirin.

Hesekê – Nivîsgeha Jinên Ciwan a Meclisa Ciwanên Sûriya Demokratîk bi daxuyaniyekê binpêkirinên li dijî jinan ên li herêmên Desthilata Şamê têne kirin, şermezar kirin.

Bi dehan jinên ciwan ji pêkhateyên Kurd, Ereb û Ermen beşdarî daxuyaniyê bûn. Daxuyanî li ber navenda Meclisa Ciwanên Sûriya Demokratîk ji aliyê Endama Nivîsgeha Jin a Meclisa Ciwanên Sûriya Demokratîk Bêrtîan Roj hate xwendin.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

“Di dema Rêjîma Sûrî de ku îdeolojiya Baasê qebûl dikir û xwe li ser dida meşandin. Jinên ciwan bi rastiyekê tevlîhev a astengiyên civakî, siyasî û hiqûqî dihatin û gelek caran wekî amûrek ji bo bidestxistina armancên nîzamê di çarçoveya rola kevneşopî ya malbat û civakê de dihat dîtin. Di şoreşa Rojava de jinên ciwan rola pêşengtî û pêşxistina civakê lîstin û di dîroka tekoşîna jinan xwedî rolek sereke lîstin. Ji ber ku avakirin û pêşxstina civakê bi pêşengiya jinên ciwan tê kirin.

Hilweşandina rêjîma Baasê di Sûrî de guhertinek dîrokî da çêkirin. Ev guhertin bi ked, fedekarî û rola jinan pêk hat. Piştî hilweşanidna rêjîma Baasê guhertinek çêbû lê bi vê guhertinê jinên Elewî rastî kiryar û destdirêjî  hatin. Di rêveberiya demkî de kesên sucdar û destê wan di xwînrijandin û qetilkirina jinên Sûrî yê pêşeng ku ji bo azadî û wekhevî kar û xebat dida meşandin, cih girtin. Wekî qatilê Şehîd Hevrîn Xelef û gelek kesayetên din. Em dibînin ku li Sûrî desthilatdariyek bi Îslama Siyasî ku ji nû ve jinan dûrî azadî û mafê wan bixin, pêk tê. Jina ku niha di hikûmeta nû ya Sûrî de cih digre temsîla me nake ji ber ku zihniyeta îslama siyasî dide meşandin. Sûrî vedigere sala 2015’an çawa çeteyên DAIŞ’ê jinan dikirin hedef bi navê Îslamê îro hikûmeta nû a demkî vê zihniyetê nû dike û dixwaze îradeya jinan têk bibe.

‘Parastina mafê her ferdekî di civakê de esas e’

Sûriyek nû demokratîk bê hebûn û destê jinê nayê ava kirin. Em bang li civakê dikin ku li gor pîvanên wijdan û exlaqê tevbigerin û li hemberî çand, ol û nasnameya gelan bi rêzdarî nêz bibin. Em di wê baweriyê de ne ku rêka wekhevî û edaletê bi rêzdarbûna mafê her ferdekî di civakê de ye, bê ku zext û tundî li ser were meşandin.”

Daxuyanî bi dirûşmeya” Jin, Jiyan, Azadî” bi dawî bû.