Rojnamevana Îtalî Cecilia Sala li Îranê hat girtin

Hat ragihandin ku rojnameger Cecilia Sala 19’ê Kanûnê ji bo nûçegîhanê çûbû Tehranê hat binçavkirin, paşê hatiye girtin û wê şandine Girtîgeha Evînê.

Navenda Nûçeyan – Wezareta Derve ya Îtalya ragihand ku rojnamevana Îtalî Cecilia Sala ku ji bo çêkirina nûçeyan çûbû Îranê, roja 19’ê Kanûnê li Tehranê hatibû binçavkirin, piştre hatibû girtin û birin Girtîgeha Êvînê ya ku girtiyên siyasî tê de ne.

Wezaretê diyar kir ku Balyozxaneya Tehranê rewşa Cecilia Sala ku nûçegihana Il Foglio ye û di Chora Media de dixebite dişopîne û ragihand ku Balyoz Paola Amadeyî jî îro bi wê re hevdîtin kiriye. Her wiha diyar kir ku ji Cecilia Sala re destûr hatiye dayîn ku du telefonê bi malbata xwe re bike.

Rojnameya Il Foglio ku Cecilia Sala tê de dixebite, îro di nûçeya xwe de ragihand ku ew rojnamevan bi vîzeya çûye Îranê. Ji aliyê din ve Chora Media amaje bi wê yekê kir ku Cecilia Sala xwediyê vîzaya rojnamevaniyê ya derbasdar e, li Îranê gelek hevpeyvîn çêkirine û sê beş ji bo bernameya podcaste ya bi navê 'Stories (Çîrok)’ amade kirine.

Cecilia Sala diviyabû di 20’ê Kanûnê de vegere Romayê. Derbarê mijarê de heta niha ti daxuyanî ji Îranê nehatiye.

Li gorî Indeksa Azadiya Çapemeniyê ya Rêxistina Rojnamegerên Bê Sînor (RSF) ya sala 2024’an, Îran ji aliyê azadiya derbirîn û çapemeniyê ve di cîhanê de pêncemîn welatê herî xirab e. Di endeksa ku ji 180 welatan pêk tê de, piştî Erître, Sûriye, Afganîstan û Koreya Bakur di rêza 176’an de ye.