Îsraîlê Nexweşxaneya Kemal Advan dorpêç kir
Di dema ku artêşa Îsraîlê êrîşî Nexweşxaneya Kemal Advan a li Zîvala Xezayê kir û bi darê zorê xebatkarên tenduristiyê û birîndaran derxistin derve, hin çavkaniyan ragihandin ku tu agahî ji rêveberiya nexweşxaneyê wernegirtine.
Navenda Nûçeyan – Îsraîlê êrîşên xwe ji 7’ê Cotmeha 2023’an ve li ser Zîvala Xezayê bê navber didomîne.
Li gor daxuyaniyên Midûrê Ofîsa Ragihandinê ya li Xezayê Îsmaîl el-Sevabite yên der barê Bakurê Zîvala Xezayê Îsraîlê ev 3 mehe li heremê ‘komkujî’ pêk tîne û heya niha herî kêm 4 hezar û 800 Filistinî jiyana xwe ji dest dane an winda bûne, 12 hezar û 500 kes jî birîndar bûne.
Nexweşxane hat dorpêçkirin
Ajansa fermî ya Filistînê WAFA ragihand ku Îsraîlê Nexweşxaneya Kemal Advan a li bajarokê Beyt Lahiya li bakurê Xezayê dorpêç kiriye. Li gor agahiyên hatine bidest xistin artêşa Îsraîlê ji midûrê Nexweşxaneyê Husam ebû Safiyye xwestiye ku xebatkarên tendirûtiyê ji nexweşxaneyê derxîne. Çavkaniyên nexweşxanê ragihandin ku piştî xebatkar, nexweş û refaqatan jî derxistine hewşê û paşê ketine hûndir.
Çavkaniyên heremî gotin ku agahiya wan ji rêveberên nexweşxanê qut bûye û diyar kirin ku li Nexweşxaneya Kemal Advan 350 xebatkar û nexweş hene. Her wiha danê siharê artêşa Îsraîlê beşa arşîvê ya nexweşxaneyê dabû ber guleyan û di encamê de şewat derketibû. Di êrîşên duh ên artêşa Îsraîlê yên li derdora nexweşxaneyê de 5 jê xebatkarên tenduristiyê herî kêm 50 Filistînî jiyana xwe ji dest dabûn.